Her rûpoşek çîroka jinekê ye

Beyan Behramî ku ji rojhilatê Kurdistanê ye, hunermendeke ku ji qartonên hêkan, bi zelîqokê û arvanê garisan rûpoşan çê dike. Behramî ku bi boneya 8’ê Adarê û Newrozê, pêşengehek bi navê ‘Rûpoşên ku Diaxivin’ a ku hestên jinan temsîl dike vekirir, diyar dike ku di her rûpoşekî de çîroka jinekî heye

Beyan Behramî di serî de li başûrê Kurdistanê dema ku zanîngehê dixwîne dest bi çêkirina rûpoşan a ku bi qartonên hêkan, zelîqok û bi arvanê garisan tên çêkirin dike. Li Amedê li Bazargeha Galeriyayê bi boneya 8’ê Adarê pêra girêdayî ji bo Newrozê pêşangeh vekiriye. Pêşengeh di 9’ê adarê de vebûye û dê heta 24’ê mehê berdewam bike. Pêşangeh ji hêleke ve afirandina jinê dide der û li hêla din jî bi maskeyên çêkiriye ku dayikeke laçik spî, jineke nîvê rûyê wê girtîgeh, nîvê din jî azadiyê temsîl dike û ji rûpoşa ku devê jinekê bi bandê hatî girtin û yê maskeke din jî çavê wê bi bizmarekî hatî girtin rûyê jinê carinan wekî nîşaneya azadiyê, carinan wekî tofanên ekolojiyê, carinan xwezaya ku bi her cureyî reng vedide û carinan jî wekî qûtkirina dengê jinê nîşan dide.

Behramî di salan 2005-2006’an de dest bi karê rûpoşan dike. Dema li Îranê mîhrîcanên şanoyan hatine çêkirin, ji bo wan şanoyan cilûberg dirûtine û bi nêzî 20 rûpoşan beşdarî mîhrîcanan bûye. Piştî vê yekê jî ew meraqa wê ya çêkirina rûpoşan her çûye zêdetir bûye. Dema ji bo zanîngehê diçe Başûr li wir hem ji aliyekî ve li ser beşa turîzmê dişixulê hem jî çêkirina rûpoşan pêştir dixe.

Behramî diyar kir ku dem li Başûr rûpoş çêdikirin ew ne dihişmeniyeke hebûna jinê bûyê û wiha got: “Di salên 2005-2006’an de li Başûr rûpoşkên wehşan û yên zombiyan min çêdikirin. Lê pişt re ez ketim nav lêgerînekî û di encama vê yekê de fikrê min guherî, pêşket. Min xwest êdî li ser jinê bixebitim yanê êdî jinê ango hebûna xwe têxim nav xebatên xwe. Her wiha min dest bi çêkirina rûpoşên jinan kir.”

‘Naverok jin bi xwe ye’

Behramî têkildarî naveroka pêşangeha xwe ya bi navê ‘Rûpoşên Ku Diaxivin’ balê dikişîne ser hest, hêvî, êş û bi tevahî serkeftinên jinê û dibêje ku ew hest, evîn, êş, aştî û her taybetmendiyeke jinê di naverokê de bi kar tîne.

Behramî vê pêşangeha xwe ya ku her rûpoşek  ji çîroka jinekî pêk tê wekî temsîlkirina hestên jinan bi  nav dike û wiha dibêje: “Her rûpoşek hestê jinekê temsil dike ji bo min. Jixwe bi vê baweriyê û bi vê sedemê min amade kir.”

‘Her rûpoşek rastiyeke jinan e’

Di pêşengeha ‘Rûpoşên ku Diaxivin’ de Beyan Behramî herî dawî dema ku şekl dide rûpoşan li cem naverokê girîngî dide rengê maske û vê yekê jî wekî perçeyên ji çîrokaka jinan a bivênevê şîrove dike  û ev tişt tîne ziman: “Her rengek zêdetir ser hesta jinê ye. Mînak rûpoşên ku min bi rengê şîn ruhekî dayikî û ruhekî asîmanî heye. Min xwest bi wî ruhê asîmanî renge jinê bidim. Rengê mor jî min xwest ruhê jinê yê berxwedanê pêş bixim û bi rêzkirina nêrgizan sîmgeya Newrozê ya ji bo gelê kurd girîng e jî aniye cem hev. Rengê spî wekî ku em dizanin rengê aştiyê ye û jin aştîxwaza herî li pêş e. Helbet ev maske rastiya jinan e û her yek çîrokek ji çîrokên jinan e. Gava em li civakê dinêrin jî ev rastî rastiyên ku jin jiyan e. Li pişt her maskeyekî çîroka jinekî heye. Min 40 sal emr kiriye ez jî vê yekê dijîm û perçeyek çîroka min e jî. Derdê jinê, hestên wê, êşên wê û evînê jinên çi ne çawa ne û di nav fikrekî çawa de ye? Em jin tev vê dizanin û hîs dikin.”

‘Dayikên Laçik Spî’

Di berdewamê de Beyan Behramî têkildarî rûpoşên ku aliyekî wê bi xetê reş û aliyê din bi xetê zer hatî xêzkirin wekî berxwedêrên girtîhan bi nav dike û wihadibêje: “Berxwdana girtîgehan armanceke xwe heye û ku ew jî aliyê wê yê azadiyê ye. Herî zêde min xwest aliyê jinên berxwedêr û aliyê dayikên Laçik Spî derxînim pêş.”

Beyam Behramî kî ye?

Behramî  (41) ji rojhilatê Kurdistanê ji bajarê Sînê ye û dayika 2 zarokan e. Behramî pêşî li Zanîngeha Tehranê beşa Sêwirandin û Modelîstiyê dixwîne û heta demekî sêwirandina cilên şanoyê li Îranê dike. Pişt re jî ji bo zanîngehê derbasî Silêmaniyeyê dibe. Li Silêmanî beşa turîzmê li Zanîngeha Silêmaniyê dixwîne û mezun dibe. Piştî ku zanîngehê xelas dike ew hevjînê xwe êdî li Başûr dijîn û li wir dixebitin. Dema ku DAIŞ êrîşî Hewlerê dike û rewşa aborî tevlihev dibe Beyam Behramî û hevjînê wê Mehdî Ehmed Puriyan berê xwe didin bakurê Kurdistanê. Demeke kurt li Stenbolê dijîn û pişt re jî tên li Amedê dijîn. Ev 2 sal û nîv e ku li Amedê ne. AMED

Dikarî Biecibînî