‘Ji bo xwe, malbata xwe û mirovahiyê ji malê dernekevin’

Platforma Yekitiya Jinên Kurd têkildarî şewba vîrûsa koronayê bang li gelê Kurdistanê kir û wiha got: “Ger ku hûn ji xwe, ji malbatên xwe û ji mirovahiyê hez bikin, wê demê xwe biparezin. Ji mala xwe dernekevin.”

Navenda Nûçeyan |

Platforma Yekitiya Jinên Kurd têkildarî vîrûsa koronayê ku encamên wê li seranserî cîhanê her ku diçe girantir dibe, daxuyaniyeke nivîskî bi raya giştî re parve kir.

Daxuyaniya platformê wiha ye:

“Şewba koronayê li seranserî cîhanê berbelav bûye û ji ber vê yekê jî li temamiya cîhanê rewşeke awarte heye. Bi vê boneyê em jî bang li gelên Kurdistanê dikin û dibêjin ku; ger ku hûn ji xwe, ji malbata xwe û ji mirovahiyê hez bikin, wê demê xwe biparezin. Ji mala xwe dernekevin. Malbat û cîran dikarin alîkariya hev bikin, li hev xwedî derkevin û moral bidin hev. Heviya me ew e ku em ji van rojên nexweş bi hev re û bi tendurist derbas bikin û hevdû bihêztir hembêz bikin.

Weke jinên kurd em bang li hemû dînamîk û berpirsyarên dewletê dikin ku bila girtîgeh nebin goristana mirovahiyê û di navbera girtiyan de cihêkariyê nekin. Em ji bo girtiyan azadiyê dixwazin.

Her wiha em ji bo kesên bi şewba koronayê ketin şîfayê, ji kesên bi vê şewbê mirin re rehmetê û ji malbatên wan re jî sebrê dixwazin.”

Dikarî Biecibînî