Hejmara nû ya Jineolojiyê derket

Hejmara 17’emîn a kovara Jineolojiyê derket. Lê kovar ji ber vîrusa koronayê dê hemû rûpelên xwe li ser malpera xwe ya fermî bide weşandin

Hejmara 17’emîn a kovara Jineolojiyê ku sê mehan carek dertê, derket. Di hejmara 17’emîn a kovarê ya meha Nîsan, Gulan û Hezîranê de dosyaya ‘Sedsala 21: Sedsala Jinê ye’ hat dayîn. Hat ragihandin ku ji ber şewba vîrûsa koronayê dê hemû rûpelên kovarê di înternetê de bên weşandin.

Kovar dê li ser navnîşan jineolojidergisi.com bê parvekirin û hemû kes dikarin li ser vê navnîşanê xwe bigihînin naveroka kovarê.

Her wiha dê mijara dosyaya hejmara bê jî li ser “Nîqaşên Malbatî” be. STENBOL

Dikarî Biecibînî