‘Xêzkirina bedewiya jinê bi xwe re xweşikbûnê dide jiyana min’

Şêwekar Rawan Xelîl ji bajarê Qamişlo yê rojavayê Kurdistanê ye. Xelîl ji zarokatiya xwe ve karê şêwekariyê dike û dibêje ku ew ji vî karî gelek hez dike. Xelîl got: “Ji rûkeniya dayika xwe min ji rûyê jinê hez kir. Xêzkirina rûyê jinê, derxistina heybeta wê, êşa wê, xweşikbûn û bedewiya wê hemû rengên jiyanê ne û bi xwe re xweşikbûnê didin jiyana min.”

Jina ciwan a bi navê Rawan Xelîl ku ji Qamişloyê ye, ji zarokatiya xwe ve wêneyan xêz dike û şêwekar e. Gelemparî mijara Xelîl jin û demsala biharê ye. Têkildarî xebatên xwe Xelîl ji Jinnewsê bi Roj Hozan re axivî.

Rawan Xelîl ji ewil qala şêwekariya xwe kir û wiha got: “Ez ji zarokatiya xwe ve wêneyan xêz dikim. Dibe ku weke pêşeyek be lê ya girîng pêşxistina vî karî ye. Xêzên me di dema dibistanê de gelek bala mamosteyan dikişand. Her gav ez beşdarî pêşengeha dibistanê dibûm û xêzên min dihatin hezkirin. Min li Zanîngeha Helebê beşa zimanê ingilizî xwend û li wir beşdarî 2 pêşengahan bûm û bi ser ketim. Di sala 2014’an de êdî min berê pîşeya xwe da xweşikbûneke cuda û di tabloyan de min jin digirt dest. Min xwest taybetmendiyên jinê di tabloyên xwe de pêşkêş bikim û di nav de jî bijîm.”

‘Ji rûkeniya dayika xwe min ji rûyê jinê hez kir’

Bi domdarî jî Xelîl anî ziman ku hin kes ji bo şêwekariyê diçin cem kesên pispor û wiha domand: “Lê belê min xwest ez xwediya hestên xwe bim. Rast e gelek caran şaş dibûm lê ez ji şaşîtiyên xwe fêr dibûm. Ev tablo ji hêla gel ve hatin hezkirin. Di nava tabloyên min de rûyê jinê pir balkêş e. Di nav de jî girêdana bi xweza û biharê re heye. Ji rûkeniya dayika xwe min ji rûyê jinê hez kir. Xêzkirina rûyê jinê, derxistina heybeta wê, êşa wê, xweşikbûn û bedewiya wê hemû rengên jiyanê ne û bi xwe re xweşikbûnê didin jiyana min.”

Tabloya xwe şîrove kir

Herî dawî jî Rawan Xelîl ev tişt anî ziman: “Di tabloyeke min de min hin jin di nava reşiyê de û li hêla din jî jineke ku serê wê bi kulîlkan mezin dibe heye. Jinên di reşiyê de nîşaneya orf û edetên ku jiyana jinê reş kirine û li hêla din jî jina xwedî hêz a ku jiyanê zindî dike heye. Li rojavayê Kurdistanê min derfet dît ku beşdarî pêşengehên şêwekariyê bibim. Beşdarî 5 pêşengehan bûm ûmin xelat digirtin. Bi xebara xwe keyfxweş im. Hêvîdar im hemû jin xwedî li pîşeyên xwe derkevin.”  QAMIŞLO