Ji jinan banga ronîkirina bûyerê

Gulistan Doku ya li Dêrsimê winda bû, hê jî agahî jê nayê girtin. Ji Komîsyona Em ji bo Gulistanê Edeletê Dixwazin Ayşe Esmer û Hîvda Selen ya OGK’î bang kirin ku divê bûyer bê ronîkirin

Xwendekara Zanîngeha Munzurê Gulistan Doku (21) ku ji 5’ê çileyê ve hatiye windakirin, heta niha tu agahî jê nehatiye girtin. Xebat û lêpirsînin ji bo dîtina wê jî tê û tijî nayên kirin û her wiha derbarê gumanbar Zaînal Abarakol de jî tu lêkolîn nehatiye kirin.

Ji Komîsyona Em ji bo Gulistanê Edeletê Dixwazin Ayşe Esmer û ji Endama Koordînasyona Navenda Jinên Ciwan yên Azad (OGK) Hîvda Selen derbarê mijarê de axivîn û da zanîn ku ew dixwazin hîn bibin kî li pişt bûyerê heye.

Delîl tên reşkirin

Ayşe Esmer diyar kir ku polîtîkayên tunekirinê li ser gelê kurd tê meşandin û wiha got: “Rayedar bi israr li cihekî lêgerînê dikin. Em wek Komîsyona Ji bo Gulistan Doku Edelet, dibêjin ku divê li ser întîxarê nesekinin û li cihên din jî lêgerîn bikin. Emniyet û walîtî her tim li cihekî lêkolînê dikin. Em bi hinek xebatkar, ekîbên AFAD’ê re hatin cem hev. Dibêjin ku talîmat ji wan re tê û ew jî wisa dikin. Dibêjin ‘Heta bendav neyê valakirin em nikarin lêgerînê bikin. Av şîluye asta wê bilind e. Em tiştekî nabînin’. Dêrsim bajarekî biçûk e. Li her kolana wê kamera hene. Jineke 21 salî çawa wisa winda dibe. 136 roj e agahî jê nayê girtin. Ewlehiya lêpirsîn û lêkolînê tune ye. Lêpirsîn ji aliyê şaxa ku bavê gumanbar Zaînal lê dixebite ve tê meşandin. Delîl tên reşkirin. Kî li pişt vê bûyerê ye em dixwazin hîn bibin. Em dixwazin hîn bibin ku çi vedişêrin. Gelek tiştên tên veşartin hene. Dîmenên ku Zaînal têde hebûn tune kirin. Dîmenên 3-4 saetan didomin nayên dayîn. Em dîmenan dixwazin dibêjin kamera naxebitin. Kes ji wir derbas nabe.”

Esmer da zanîn ku wan ji destpêka bûyerê ve çalakî û bername pêk anîne û ev tişt diyar kir: “Bi pandemiyê re gelek xebatên me asteng bûn. Ger pêvajoyek normalbûnê ya baş pêk bê em ê dîsa xebatên xwe bikin. Em ê bi piştevaniya jinan Gulistan bibînin.”

Polîtîkayên windakirinê

Hîvda Selen jî da xuyakirin ku bûyera Şûle Çet û Gulistan Doku dişibînin hev û ev tişt anî ziman: “Li Dêrsimê windakirina Gulistan, bêguman ji polîtîkayên windakirinê ne serbixwe ne. Gulistan her wiha jinek kurd bû. Zîhniyeta serdest a mêr bi rêxistinkirî ketiye tevgerê. Em wek Jinên Ciwan ên Azad bi her awayî em ê aqûbeta Gulistan bipirsin. Hinek komên dewletê wê têkoşîna me nedin sekinandin. Em ê bibin dengê Gulistan û têkoşînê mezin bikin.” WAN

Dikarî Biecibînî