KJAR’ê encamnameya 3’yemîn kongreya xwe aşkera kir

KJAR’ê di navbera 2-4’ê nîsanê de bi dirûşma ‘Bi rêxistinbûna jinên Rojhilat, em ê neteweya demokratîk ava bikin’ 3’yemîn kongreya xwe li dar xist. KJAR’ê encamnameya kongreya xwe bi daxuyaniyekê ragihand

Navenda Nûçeyan |

Komalgeha Jinên Azad ên Rojhilatê Kurdistanê (KJAR) 3. Kongreya xwe di navbera du û çarê nîsanê ya sala 2020’an de bi tevlêbûna delegeyên ji hemû qadan li çiyayên Kurdistanê pêk anî.  Kongre bi giştî sê rojan dewam kir û bi dirûşma ‘Bi rêxistinbûna jinên Rojhilat, em ê neteweya demokratîk ava bikin’ bi encam bû. Di kongreyêde rewşa siyasî, rêxistinî bi berfirehî hate nirxandin û ji bo dema nû bi plansaziyek berfirêh û biryarên nû hatin dayin. Her wiha di kongreyê de Desteya Rêveberiya KJAR’ê ya ku ji 15 kesan pêk tê hate hilbijartin.

KJAR’ê encamnameya kongreya xwe ya 3’yemîn aşkera kir. Encamnameya kongreya 3’yemîn a KJAR’ê wiha ye:

“Kongreya KJAR’ê ku di 2’yê nîsana 2020’an de bi kombûna tevahî nûnerên pêkhateyên KJAR’ê dest pê kir û di çarê nîsanê di roja rojbûna Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan de kar û xebatên xwe bi serkeftî temam kir. Kongreya me bi coş, kelecan û berpirsyariyeke mezin dest pê kir û bi rojeveke berfireh nîqaşên girîng meşandin. Kongreya me di pêvajoyeke wisa de pêk hat ku him li qada navneteweyî de hem jî li herêmê tekoşîneke mezin tê meşandin û guhertin bi awayeke lez pêk tê. Kongreya me bi van biryarên ku di vê pêvajoya girîng de girtî di şexsê jina kurd de xeta pêşketinê ya tevahiya jinên herêmê diyar kir.

Tezên Rêber Apo bûne rênîşandayînek

Kongreya me a sêyemîn beriya her tiştî ji têzên Rêber Apo ên ku ji sedsala nû re bûye rênîşandayînek, perspektîfên ku hatibû komkirin û pêşkêşkirin nirxand. Hat pênasekirin ku paraznameyên Rêber Apo di tevahî dîrokê de asta herî bilind, kûr, berfireh û bi pergalî ye ku mirovatî xwe gihandiyê. Ev manîfestoya ku wek manîfestoya modernîteya demokratîk hatiye binavkirin û felsefeya wê ya jiyanê, xeta wê ya birdozî û siyasî, rûmet û exlaqa wê li tevahî tevgera me, jinan û bi gelê me dane fêmkirin û gehandina raya giştî ya sosyalîst û demokratîk wek erkeke bingehîn destnîşan kiriye.

Şerê Sêyemîn ê Cîhanê û guhertinên nû

Kongreya me bûyerên siyasî û tekoşîna li Rojhilata Navîn, di bingeha xeta modernîteya demokratîk de bi pir alî nirxandiye. Hat gotin ku bi destpêkirina Şerê Cîhanê yê Sêyemîn re qada Rojhilata Navîn hevsengiyên siyasî hatinê diyarkirin û hêzên hegemon bi vî şerî vê qadê li gorî berjewendiyên xwe jinûve dîzayn dikin û ev yek jî ne tenê li ser herêmê dê bandoreke mezin li tevhiya cîhanê bike. Kongreya me diyar kir ku bi hilweşandina pergalê re êdî dema guhertin û veguhertinê destpê bûye û bi şewba koronayê jî ev gihiştiyê asta navneteweyî. Hêzên hegemon bi Şerê Cîhanê yê Sêyemîn re her roj dibin sedema bi hezaran mirinan û koçberiyê, lê belê ev hêz qîma xwe bi wê jî nîne. Weke encama kapîtalîzmê,  şewba korona jî li gorî berjewendiyên xwe dişixulîne. Şewbê ji bo ku împaratoriya  tirsê hîn zêdetir pêş bixîne vegerandiye êrîşeke biyolojîk û qirkirin kûrtir kiriye. Bi şer re tirs zêdetir mezin kiriye û bi vî rengî xwestiye ku mirovan bi tevda girêdayî desthilatdarî û dewletan bikin. Li beramberî tevahî pêkanînên pergalê bêdeng bike û dixwaze civakeke wisa ava bike ku tenê bikeve taya canê xwe. Di kongreya me de hate tespîtkirin ku hêza pergala kapîtalîst modernitêyê têrê nake ku pirsgirekên civakî yên di roja me ya îro de ne çareser bike. Ev jî nîşan dide ku pergal êdî ber bi belavbûyînê ve diçe û werdigere xeta modernîteya demokratîk. Ev rewş çiqasî berdewam bike bila berdewam bike kîjan rêbazê bi kar tînin bila bikar bînin di encama têkoşîna ku hatî kirin de wê pergaleke navneteweyî ku aştî û demokrasiya hemdem esas digire pêk were. Di vê bingehê de ji bo ku di vê pêvajoyê de xwinrijandin û texrîbatên heyî dakeve asta herî kêm, kongreya me pêwîst dît ku destpêkê jin û ciwan piştre jî tevahî gel û hêzên demokratîk bikevin tevgerê û xwe hîn zêdetir rêxistin bikin û têbikoşin.

Êrîşên li dijî jinan û rejîma Îranê

Di kongreya me de, têkoşîna li dijî dagirkeriyê ya li Rojhilata Navîn bi berfirehî hate nirxandin. Her wiha li Îranê li dijî xwestekên gelan ên demokratîk bi taybetî jî yên jinan bi kûrkirina şovenîzma rejîma dagirker êrîşên çêbûnî hatin nirxandin û polîtîkayên rejîma Tirkiyeyê yên li ser gelên kurd êdî qetlîam jî derbas kiriye û vegeriyayê qirkirinê. Kongreya me, sedemên dîrokî û rojane yên ku rê li ber vê rewşê vekirî bi kûrahî lêpirsîn kiriye û diyar kiriye ku nêzîkatiya rast û çareserker pêwîste çawa bibe. Li gorî vê tespîtê diyar kiriye ku nêzîkatiya olperest, zayendperest, zanistperest û milliyetgirî li şûna çareseriyê bêçarêserî û şîdetê diafirîne. Lewra kongreya me ya sêyemîn diyar kiriye ku li gor serdema şaristaniya demokratîk tenê dikarin bingeha şoreşa zihnî û ronakbirî de di xeta yekitî û guhertina demokratîk de pirsgirekan çareser bikin.

Di vê bingehê de kongreya me tevahî hêzên navneteweyî û heremî vexwendiye ku hîn zêdetir  baldar, çareserker, demokratîk, wekhev û li gorî mafê mirovan nêzîkatî nîşan bidin.

Xebatên jinûve avakirinê

Kongreya me di esasî de di kongreya 2. de faaliyetên pratîkî ku hatin meşandin û di vê bingehê de asta xebatên xwe yên ji nû ve avakirinê nirxandiye. Li ser esasa rapora ku koordinasyonê pêşkêşkirî faaliyetên sê salan bi awayeke berfirehî nîqaş kiriye. Di bingehê de xebatên avakirinê, di sala 2014’an de bi avakirina pergala KJAR’ê ve hatibû destpêkirin.  Kongreya me li ser vê esasê piştî kongreya duyemîn  xebatên avakirinê guhertin û pêşketinên ku çêbûnî, zor û zehmetiyên ku rû dan û kêmasiyên ku derketin bi berfirehî nirxande. Di vê bingehê de perspektîfa, ‘jiyana azad û neteweya demokratîk’  ji hêla birdozî û teorî ve hatiye fêmkirin, êdî pêvajoya dema pêşiya me jî pêvajoya pêkhatinêye û ji bo viya jî pêwîste kadroyên avakirinê ji hêla fikir, zikir û çalakî ve xwe biafirîne û di rêxistinbûyînê de gaveke mezin biavêje. Li ser esasa ev tespîta ku hatî kirin şîara;  ‘Bi Rêxistinkirina jinên Rojhilat em ê neteweya demokratîk ava bikin’ wek dirûşm destnîşan kiriye.

Kongreya me ji bo jinên ku dildarên azadiyê ne, tê wateya bi azadî û berxwedanê ji nû ve hevpeyman û ji nû ve destpêkirinê. Tevgera me tenê tevgera rizgariya jinan nîne, di heman demê de tevgera rizgariya hemû civakê ye. Ji bo ku em civakê bi nirxên azadî, wekhevî, ekolojîk, demokrasî, etîk-estetîk ve ji nû ve ava bikin em xebat dimeşînin. Di vê wateyê de tevgera jinên azad ên kurd KJAR,  têkoşîna avakirina jiyana azad bi awayeke bê eman bi biryardarî, îdia û ji xwebawer dê pêşengtiya jin û milîtaniya wê bike, ev îdiaya xwe di kongreyê de dubare kiriye.

Jina ku dixwaze azad bibe wê jiyana azad biafirîne

Kongreyê baweriya xwe aniye ziman ku di pêşengtiya jinên ku têkoşîna azadiyê dimeşînin de mirovatî wê ji qalip, dogma, koletiya jiyana kapîtalîst modernitêyê rizgar bibe. Her wiha kongreyê soza xwe nû kiriye ku jina ku dixwaze azad bibe wê jiyana azad biafirîne. Di vê bingehê de ji tevahî gel û jinên li Îranê bi feraseta, ‘xwebirêxistin bike, bibe yek, têbikoşe û azad bibe’ ji nû ve bang kiriye ku yekitiya jinan ava bikin.”

Kongreya me ji hêla polîtîk û pratîk ve di her qadê de ji bo ku kar bimeşîne biryarên berfireh girtin.  Kongreya me bi nêzîkatiya ku KJAR’ê ji kêmasî, nebesî û xeletiyan xelas bike û aliyên wê yên bi hêz û xweş pêş bîxîne û mezin bike ve tevgeriyaye. Di dawiya kongreyê de desteya rêveberiyê hatiye hilbijartin û bi vî awayî ji bo ku sistema xwe bigihijînê paşerojê bi biryar tevgeriyaye û bi vî awayî jî sonda xwe dûbare kiriye.”

Dikarî Biecibînî