Li dijî girtin, destdirêjî û qirkirinê vîdeo hat amadekirin

Di çarçoveya kampanyaya ‘Têkoşîna jinê li her derê ye’ de jinan vîdeoyek amade kirin û têde bal kişandin ser rewşa siyasetmedarên girtî, tundiya mêr û destdirêjiya li zarokan

Meclisa Jinan a Partiya Demokratîk a Gelan (HDP), di çarçovyea kampanyaya ‘Têkoşîna jinê li her derê ye’ de vîdoyeke parve kir û di vîdeoyê de bal kişand ser operasyonên qirkirina siyasî, tundiya mêr û destdirêjiya li zarokan. Endamên meclisê bi vîdeoya parvekirinê bal kişandin ser hinceta girtina hevseroka berê ya HDP’ê Fîgen Yuksekdag, hevseroka DBP’ê ya berê Sebahat Tuncel û hevşaredara berê ya Şaredariya Bajarê Mezin a Amedê Gultan Kişanak û bertek nîşanî girtina wan dan.

Her wiha di vîdeoyê de hat xwestin ku divê li dijî qirkirinê pergala darazê bê bikaranîn. Vîdeo li ser hesabê fermî yê Meclisa Jinan a HDP’ê ya Wanê hat parvekirin. WAN

Dikarî Biecibînî