Bûldan: Operasyonên ji dijî jinan darbe û neyartî ye

Hevseroka HDP’ê Pervîn Bûldan bertek nîşanî binçavkirina aktîvîsên TJA û rojnamegeran da û wiha got: “Ev operasyonên li dijî jinan û siyaseta demokratîk, dij hiqûqî, siyasî ne û darbe û neyartî ye.”

Hevseroka HDP’ê Pervîn Bûldan di civîna koma partiya xwe meclisê de axivî. Bûldan ewil pêşketinên di rojevê de nirxandin û yek ji rêberên kurdan Sekreterê Giştî yê Partiya Demokratîk a Kurdistanê yê Îranê Dr. Abdûrrahman Qasimlo û parlamenterê HDP’ê yê berê û siyasetmedarê kurd Dengîr Mîr Mehmet Firat bi boneya salvegera mirina wan, bi bîr anîn.

Bûldan dûre bal kişand ser serdegirtinên malan ên di saetên serê sibê de û wiha bertek nîşan da: “Ev operasyonên li dijî jinan û siyaseta demokratîk, dij hiqûqîne, siyasîne, zordestiye, darbeye û neyartiye. Em bi tundî van operasyonan şermezar dikin. Em armanca van operasyonan baş dizanin. Ji bo ku têkoşîna wekhevî û azadiya jinan rawestînin vê yekê dikin. Ji bo astengkirina rêxistinbûyîna jinan, vê dikin. Dixwazin bariyeran danîn pêşiya siyaseta demokratîk. Ji bo gel bitirsînin û teslîm bigirin van operasyonan li dar dixin.”

‘Dê bi ser nekevin’

Bûldan diyar kir ku desthilatdarî ji têkoşîna demokratîk a jinan ditirse û wiha got: “Ew çi bikin bila bikin, dê nekarin bi ser bikevin. Wê bi tu awayî encamê negirin. Dê nekarin jin û gelê me ji têkoşîna wê qût bikin. Em li hemberî polîtîkayên neyartiya jinan serî netewand û em ê tu carî netewînin. Jin wê dîsa di hemû qadên jiyanê de li ber xwe bidin û têkoşîna xwe dewam bikin. Em ji vê derê bang dikin; Hevalên me yên jin û rêveberên partiya me yên dibin çavan de tavilê berdin û dawî li vê bêhiqûqiya xwe bînin. Her roj pirsgirêk û krîzên gel pê re rû bi rû tên her roja diçe kurtir dibin. Di rojeva gel de, bêkarî, xizantî û debarê hene. Mirov li kolanan daxwaza kar û nan dikin. Daxwaza jiyanek mirovî dikin û rêveberyeke adilane dixwaze.”

Di axaftina xwe de Bûldan bal kişand ser daxwazên gel ên edaletê û wiha domand: “Welatî kar û nan dixwazin. Lê ev Ayasofya nîşan didin. Mirov daxwaza edaletê dikin, lê ev behsa fethê dikin. Êdî rewş wisa bûye Ayasofyeya dîrokî jî kirin amûrê siyaseta xwe. Ev kar veguherandin, şovê. Ayasofya ji bo îbadetê vekirin! Gelo wê kengî ji bo gel deriye edalat, hiqûq  û refahê vekin? Gelo wê kengî deriye nan ji bo welatiyên dibêjin ‘em birçînê’ vekin?”

Binçavkirina hevşaredarên Giyadînê

Bûldan di dewama axaftina xwe de binçavkirina hevşaredara Giyadînê Betul Yaşar a bi îşkenceyê nirxand û ev tişt anî ziman: “Bi rengekî nehiqûqî qeyûm tayînî şaredariya me kirin. Ev zordarî ye. AKP deverên ku di hilbijartinê de nekarî bi dest bixe bi dizîtiya siyasî bi dest dixe. Li herêmê Destûra Bingehîn û qanûn bi temamî ji holê hatine rakirin. Li wê derê hiqûqeke taybet tê meşandin. Ev hemû dijminê HDP’ê ne, dijminê kurdan, jinan, ciwanan, gel û xwezayê ne.”

Bûldan bi bîr xist ku nêzî 50 şaredariyên wan hatine desteserkirin û destnîşan kir ku wê hesabê vê yekê di nava hiqûq û demokrasiyê de ji desthilatdariyê bipirsin.

Qonaxa duyemîn a bernameya têkoşînê

Hevseroka HDP’ê Pervîn Bûldan diyar kir ku wan qonaxa duyemîn a bernameya xwe ya têkoşîna demokratîk hefteya derbasbûyî li meclisê bi daxuyaniyekê aşkera kirin û wiha bi dawî kir: “Daxwaza demokrasiyê ku di qonaxa destpêkê de mezin bû, di qonaxa duyemîn de em ê bi daxwazên xwe yên aştî, edalet, ked, wekhevî û paşerojê mezin bikin. Bi ciwanan re em ê bicivin, guh bidin ciwanan û di vê rêya ku me bi ciwantî destpêkirin em ê bi ciwanan bi ser bikevin. Em ê ji ciwanan hîn bibin û têkoşînê mezin bikin. Em ê li febrîqeyan, li nava zeviyan bin. Em ê bi karker, kedkaran û karkerên çandiniyê yên demsalî re bin. Li welatê xwe em ê jiyaneke wekhev bi hev re biafirînin.” ENQERE

Dikarî Biecibînî