Meclisa Jinan a HDP’ê derbarê Işik de lêpirsîn da destpêkirin

Meclisa Jinan a HDP’ê derbarê parlamenterê HDP’ê yê Mûşê Mensûr Işik ê ku tundiyê li hevjîna xwe kir daxuyaniyek nivîskî weşand. Meclisa Jinan a HDP’ê diyar kir ku wan duh derbarê tundiya ku Mensûr Işik li hevjîna xwe Ebrû Işik kiriye daxuyaniyek dane û lêkolînê dane destpêkirin.

Meclisa Jinan da zanîn ku di encama lêkolîna wan de Desteya Dîsîplînê ya Navendî ewil beyanên Ebrû Işik esas girtiye û derbarê Mensûr Işik de bi daxwaza îhracê ya teqez lêpirsîn dane destpêkirin û diyar kir ku hemû erkên Mensûr Işik hatine rawestandin û dê parastina Mensûr Işik jî bigirin û pêvajoyê bişopînin. ENQERE

Dikarî Biecibînî