Li Perûyê di nava 3,5 mehan de 900 jin winda bûn

Li Perûyê ji ber sedema pandemiya koronayê di nava 3,5 mehên dema tedbîran de ji sedî 70 temenê wan zarok nêzî 900 jin winda bûne

Navenda Nûçeyan |

Li Perûyê beriya tedbîrên nava di mal de rojê bi giştî 5 jin winda dibû, lê di dema 3 meh û nîv a pandemiyê de ev hejmar derket 8’an.

Berpirsa Mafê Jinan Buroya Parastina Gel a yek ji saziyên civakî ku bi çavdêrîkirina rêzdariya ji bo mafê mirovan erkdar e, Elîana Revoller ji AFP’ê re axivî û wiha got: “Ji 16’ê adarê heta 30’ê hezîranê li Perûyê 915 jin winda bûne.”

Parêzvanê gel Walter Gûtîerrez ê ji radyoya RPP’ê re axivî û diyar kir ku divê ew bizanibin çi bi serê jinên ku hatine windabûn, hatiye û destnîşan kir ku ji sedî 70’ê jê zarokên biçûk ên keç in.

Dikarî Biecibînî