‘Pêngava 15’ê Tebaxê rewşa serhildan û tolhildanê ye’

Fermandariya Biryargeha Navendî ya YJA Starê ji bo salvegera Pêngava 15'ê peyameke nivîskî weşand û diyar kir ku Pêngava 15’ê Tebaxê rewşa serhildan û tolhildanê ye

Navenda Nûçeyan |

Fermandariya Biryargeha Navendî ya YJA Starê ji bo salvegera Pêngava 15’ê Tebaxê di peyama niviskî weşand û di peyama nivîskî de diyar kir ku Pêngava 15’ê Tebaxê bûye pêkhatina raperîn û tolhildanê ya li asta herî jor.

Peyama 15’ê Tebaxê ya YJA Starê wiha ye:

”Em cejna vejînê ya 15’ê Tebaxê ya ku bi fermandariya heval Mahsûm Korkmaz (Egîd) di serî de li Rêber Apo li hemû hevrêyên şehîd bûne û têdikoşin pîroz dikin, li ber bîranîna wan bi rêzdarî bejna xwe ditewînin. Her wiha bi rûmeta mezin a têkoşînê ya berxwedana Heftanînê cejna gerîla 15’ê Tebaxê her wiha li hemû gelê xwe yê welatparêz pîroz dikin, em sond dixwin ku bibin xwedî serkeftinên mezintir.

Pêngava dîrokî ya 15’ê Tebaxê ji hêla gelê kurd ve bûye cejna berxwedanê û ragihandina têkoşîna xwebûnê. Di dîrokê de her carê maneyeke xwe ya cihê heye. Dîroka gelê kurd jî, bi rabûna tevgera PKK’ê bûye xwedî rêçeke lehengiyê ya kêmpeyda. Jixwe rabûna tevgera PKK’ê bi serê xwe rabûna lehengiyê ye. Di pêvajo piştre de ev rêz û rêçik, di çalakiyên ku milîtanên pêşeng bi çalakiyan hatiye domdarkirin. Ango ya ku temsîla vê gewherê kirin, ew kirin ser çalakiyê û heta bi îro anîne leheng in ku ew bi vê rastiyê re gihandine hev. Pêngava 15’ê Tebaxê ya Şanaziyê, bûye vegotina daxwaza jiyanê ya gelê me yê ku hebûna û nebûna wê jî bi xweşikî nedihate zanîn, biryardariya jiyana wê û têkoşîna bûneweriyê ya bi rengekî teqez. Bi vê maneyê li şûna bîrnebirinê bîrewerî, li şûna tirsê wêrekî, li şûna bêpergaliyê pergal, li şûna bêbaweriyê bawerî, li şûna bêbiryariyê berxwedanî, li şûna serîtewandinê serhildan serwer kiriye û bûye navê vejîna gelê me. 15’ê Tebaxê bi guleya ku di tarîtiya zilûmat a 12’yê Îlonê de bi mêtingeriyê de teqiyayî bûye destpêka berxwedana bêhempa a gelê me û li dijî gotinên qedandin û çewisandinê ya li ser têkoşîna me ya netewî ya rizgariyê ku hatiye ferzkirin bi dirûşma ‘an serkeftin an serkeftin!’ bûye bersiv.

Pêngava 15’ê Tebaxê ji bo gelê kurd xwedî çi maneyeke mezin be ji bo jinên kurd jî xwedî eynî maneyê ye. Ji rewşa ku li tarîtiyê hatî mehkûmkirin, kedxwarî lê dihate kirin, metakirin derketiye bûye artêşbûna mezin a jinan ku îro têkoşîna xwebûnê didin û her wiha hem ji bo xwe û hem ji bo hemû jinan bûye xweparastin.  Ev ji aliyekî ve bûye vejîn û bidestxistina giyan a jiyana ku bi bi hezaran salan ser wê hatî girtin a bi navenda jinê ya azad, wekhev, dadmend û bi eşqa heqîqetê têr û tije. Bêguman di vê çêbûna dîrokî de girîngiyeke mezin a Pêngava 15’ê Tebaxê heye. Têkoşîna jinê ya ku bi pêşengiya heval Sara pêş ketî, di Pêngava 15’ê Tebaxê de di şexê Besê Anûş, Heval Azîme, Heval Hava de domandiye ku jixwe di plansazî û haziriyên çalakiya Dihê ya 15’ê Tebaxê de rasterast hevalên jin cih girtine. Di vê çalakiyê de hin hevalên jin hebûn ku hem bi asta fermandarî û hem jî bi asta şervanî cih girtibûn.

Wê demê Heval Besê Anûş, Heval Azîme, Heval Hava û gelek hevrêyên me yên jin ji qada Botanê heta bi qada Başûr, Lolanê li çiyayên Kurdistanê têdikoşin. Di pêvajoyeke wiha de ku jin ev çend têne çewisandin, kedxurî li ser tê kirin ew jî li çiyayên Kurdistanê têdikoşin û li ber xwe didin. Heke îro em jin li meydanan dikarin dengê xwe bidin bihistin, heke em dikarin niha pêşengiyê li şoreşê bikin, em vê deyndarî wan hevrêyan in ku di wan şertên zor û zehmet de têkoşiyane û di vê rêkê de şehîd bûne. Artêşbûna jinê, ne tenê bi jinan re, bi mêran re jî gelek guherîn bi xwe re anîne. Pergala zilamserwer ne tenê bûye pergaleke ku êrîşê tîne ser jinan. Li gel jinan êrîş aniye ser nirxên civaka polîtîk, mêrên ku em dikarin weke ‘mêrê leheng’ bi nav bikin ku bi nirxên jinan xwe pêçayî.

Têkoşîna azadiyê ya ku li dora PKK’ê bi teşe bûyî bi maneyekê bi qasî helwesta jinê ya bi pêşengiya Zîlanan, bûye qada ku ev mêrtiya leheng jî ji nû ve jiyanî bibe. Navên vê yên herî berbiçav fermandarê efsanewî yê pêngava me ya vejînê hevrê Egîd bixwe ye. Hevrê Egîd yek ji wan hevrêyan e ku ji kûr ve dilsozê xeta jina azad a Rêbertî ye û hewl daye ku vê pratîze bike. Li gel desteya li hevalên jin ên di nav yekîneya xwe de, bi wan re li ser hîmê azadiyê têkiliyeke girîng a hevrêtiyê daniye. Ev nêzîkatiya ku bûye derbek li hişmendiya nêr a klasîk pêngaveke weke ya 15’ê Tebaxê ku serfirazî bi xwe re aniye pêk aniye.

Di şertên dema cuntaya leşkerî ya 12’yê Îlonê de, çi kesê ku behsa hebûna xwe, mafê mirovan dikire ji hêla dewleta tirk ve weke talokeyeke potansiyel dihate dîtin û ew davêtin zindan. Li zindanan ji bo wan isleh bikin her cure şerê taybet, polîtîk dihat kirin û rêbazên dermirovî dihatin ceribandin. Rejîma cuntayê ya ku hesêb dikir ku bi van rêbazan wê vîna şoreşgeran teslîm bigire dema ku rastî berxwedana 14’ê Tîrmehê hatî şaş bûbû bê ka wê çi bike. Alav û pêtiya ku heval Malzûm bi bedena xwe pêxistî,  dirûşma ‘Berxwedan Jiyan e’ bûye xetîre ku zindan ronî kirî û rênîşandêr. Her wiha dema ku Çaran bedena xwe dane ber êgir û bi qêrînê gotin ‘Av li êgir nekin, êgir geş bikin. Ê ku avê biavêje di îxanetê de ye’ gotine, ‘di nav çar dîwaran de hûn bi gavên herî giran jî bi ser me de werin hûn ê nikaribin vîna me teslîm bigirin’. Helwesta ku li wir hatî nîşandan li ser wê hîmê bûye ku hemû polîtîkayên qirkirinê pûç bike.

Dîsa li zindana Amedê hevrêyên Kemal Pîr, Mehmet Xeyrî Durmuş, Alî Çîçek û Akîf Yilmaz ku rojiya mirinê ya 14’ê Tîrmehê dane destpêkirin bi bedena xwe çalakiya herî xurt kirine û derbeke giran li dilê dijmin, derbeke mezin li dijmin dane. Dema ku gotin ’em bi qasî ku di ber de bimirin ji jiyanê hez dikin’ hezkirina xwe ya li jiyana azad anîne ser zimên û diyar kirine encex jiyan ku azad be wê bimane be û ji bo vê jî bêdudilî hewce bike ew dikarin ber bi mirinê ve jî biçin. Wê demê helwesta heval Sara ya ku temsîla jina kurd a wê demê dikir, di şexsê Esat Oktay de helwesta wê ya li dijî hişmendiya faşîst û zilamserwer serhildanek e. Heval Sara dema ku tifî rûyê Esat Oktay kirî û gotî tu caran hûn ê nikaribin me teslîm bigirin, şiyarbûna jina kurd, vejîna wê nîşan daye û nîşan daye ku tu caran li ber wan wê serê xwe netewîne. Pêngava 15’ê Tebaxê jî bûye pêkhatine serhildanê û tolhildanê ya bi asta herî bilind. Tevgera PKK’ê di vê gava xwe ya dîrokî de li dijî hişmendiya faşîst û hemû sazûmaniya wê bi giyanekî pêngavî ya tolhildêr xwe heyî kiriye.

Van rojan ku em pêvajoyeke dîrokî dijîn pergala faşîst û qirker bi giştî ij bo ku li Kurdistanê xwe heyî bike bi xwînxwarî êrîşê tîne. Lê weke ku di van hemû pêvajoyên dîrokî de gelên ku bi serhildanan derketî holê bi hişmendiya azadiyê li ber xwe didin bi yekitiyeke gewherî li gel nirxên demokratîk ên jiyanê ne û tu caran xwe nedana paş ku çalakiyên xwe nîşan nedin. Pêşengiya vê di serî de dayik û hemû jin dikin. Bi nifira dayikên kurd ‘Xwedê pergala we belav bike’ hêrsa li faşîzma T.C’ê tê ser ziman, îdîaya belavkirina pergala hişmendiya faşîst tê nîşandan. Her wiha li qadên Bakur û Qadên Parastinê yên Medyayê, di atmosfera şerê germ de, li dijî dewleta faşîst a TC’ê ku hêza NATO’yê û teknîk daye pey xwe, em milîtanên YJA-Starê bi şêwaza gerîlayên modern û hostatiya taktîk bi çalakiyên mezin derban lêdixin.  Di serî de li Heftanînê, Serhed, Botan, Dêrsim û hemû qadên gerîla guleyên ku têne teqandin dibine tolhildana jinan. Berxwedaniya fedayî ya bêmînak a gerîlayên jin ku bi pêşengiya Fermandar Esmer li Heftanînê tê rêvebirin, bûye rûyê hevçax ê pêngava 15’ê Tebaxê. Divê dewleta tirk a faşîst zanibe tolhildana hevrêyên me yên fedayî îro ji bo me sedema şer û serfiraziyê ye. Bi vê çarçoweyê her gerîlaya jin îro fedaî ye ku hazir e bibe Zîlan.

Em jî soz didin ku vê peywirê bi felseya jiyana azad ku Rêbertiya me afirandiye, bi giyanê şer ê ku hevrê Egîd û Zîlan ava kiriye bi cih bînin, bi vê bingehê azadiya Rêbertiya xwe pêk bînin.  Di sala 37’an a Pêngava 15’ê Tebaxê de, em wê îdîayê nîşan didin ku li ser şopa Sara, Çîçek, Têkoşîn, Esmer, Doga, Rûstem, Memyan, Zeryan, Amarayan bi têkoşînê bimeşin serfiraziyê mîsoger bikin û li Kurdistanê xweseriya demokratîk, li Rojhilata Navîn konfederalîzma demokratîk jiyanî bikin.”

Dikarî Biecibînî