‘Ne hedê kesê ye ku peymanê nîqaş bike’

Ji Tora Parastina Jinan Gîzem Coşkûn bertek nîşanî MYK’a AKP’ê ya ku tê de betalkirina Peymana Stenbolê bê nîqaşkirin da û got ku ne hedê kesê ye ku Peymana Stenbolê nîqaş bike

Bertekên jinan ên li dijî paşvekişandina Tirkiyeyê ji Peymana Stenbolê dewam dikin. Di civîna MYK’ya AKP’ê de, wê nîqaş derbarê betalkirina Peymana Stenbolê de kirin. Ji Tora Parastina Jinan Gîzem Coşkûn bertek nîşanî vê yekê da û wiha got: “Ji roja ku paşvekişandina ji Peymana Stenbolê ket rojevê û vir ve, jin li qadan û li ser medya civakî têkoşîna xwe bi rêve dibin. Bertekên jinan mezin in. Wê jin vê yekê qebûl nekin.”

Coşkûn da zanîn ku jinên dest ji Peymana Stenbolê bernadin rastî tundiya polîsan hatin û hatine binçavkirin û ev tişt anî ziman: “ Lê ligel vê jî hêza xwe winda nekirin. Em ê tu carî dest ji Peymana Stenbolê bernedin û me ev li tevahiya cîhanê jî îlan kirine. Peymana Stenbolê ji bo jinan jiyanî ye. Em ê Peymana Stenbolê nexin nîqaşê û ne hedê kesekê ye ku peymanê nîqaş bike. Peymana Stenbolê, têkoşîna mafê jiyana me jinan e. Em ê her tim bêjin peymanê bixin meriyetê. Em ê destûrê nedin ku yek madeya wî bê rakirin.” ÎZMÎR

Dikarî Biecibînî