aram

Konseya Ewropayê piştgirî da Peymana Stenbolê

Komîteya Têkoşîna Cûdakarî û Wekheviyê ya Meclisa Parlamenteran a Konseya Ewropayê piştgirî da Peymana Stenbolê

Komîteya Têkoşîna Cûdakarî û Wekheviyê ya Meclisa Parlamenteran a Konseya Ewropayê (PACE) (Committee on Equality and Non-Discrimination), têkildarî Peymana Stenbolê ku Tirkiye ji niqaşê re vekir daxuyaniyek nivîskî da û piştgirî da Peymana Stenbolê. Komiteyê piştî konferansa bi vîdeo ya 11’ê Îlona 2020’an daxuyanî da û diyar kir ku Peymana Stenbolê ji bo hemû jinên cîhanê ji tundiyê biparêze peymana herî berfireh e.

Komiteyê bang li hemû dewletên endam, hemû parlamenterler, civakên sivîl, rêxistinên neteweyî û herêmî kir û xwest di 25’ê Mijdarê Roja Têkoşîna Navneteweyî ya Li Dijî Tundila li Ser Jinan li gorî Peymana Stenbolê tev bigerin û li gorî peymana Stenbolê gavan bavêjin.

Berdevka Demî ya Platforma Jinan a Îskenderûnê ku Pêkhateya Platforma Jinan a Ji Bo Wekheviyê ye parêzer Mehtap Sert jî piştgirî da daxuyaniya Komîteya Konseya Ewropayê û bang li hemû rêxistinên sivîl û partiyên siyasî yên li meclîsê kir û xwest piştgiriyê bidin peymanê.

Berdevka Platformê Sertê jî xwest hemû xalên Peymana Stenbolê di 25’ê Mijdarê de têxin meriyetê û ji bo vê yekê gavên şênber  bavêjin. EDENE

Dikarî Biecibînî