aram

YJCR: Em jî dibêjin na

Yekitiya Jinên Ciwan ên Rojhilatê Kurdistanê (YJCR) aşkera kir ku ew jî beşdarî hemleya ‘Em Dibêjin Na’ dibin ku ji aliye Komelên Jinên Ciwan ve hatiye destpêkirin

Navenda Nûçeyan |

Kordînasyona Yekitiya Jinên Cwan ên Rojhilatê Kurdistanê (YJCR) bi daxuyaniyeke nivîskî ragihand ku ew jî tev li pêngava ‘Em dibêjin Na’ dibin ku ji aliye Komelên Jinên Ciwan ve hatiye destpêkirin.

Daxuyaniya ku di malpera Civaka Demokratîk û Azad a Rojhilatê Kurdistanê (KODAR) de hatiye weşandin wiha ye:

“Em jî wekî Yekitiya Jinên Ciwan ên Rojhilatê Kurdistanê (YJCR) beşdarî vê hemleyê dibin û ‘Em jî dibêjin na’. Di vê cîhana em têde dijîn de gelek tişt hene ku ew wek jinên ciwan em jê re bibêjin na. Di roja îroyîn de armanca sereke ya êrîşkaran jin in. Di şerê tên meşandin de jin, taybet jî jinên ciwan di bin hedef û qurbanî. Dagirkerî, faşîzîm rê li ber qirkirina jinan vedike. Ne tenê li Kurdistanê, li tevahî cîhanê jin bi mirin, kuştin, tacîz û tecawizê re rû bi rû dimînin. Êrîşên li ser jinan pêk tên jî encamên zîhniyeta zilamsalar in. Armanc ew e ku dewletên zilamsalar ên desthilatdar û dagirker sîstemên xwe berdewam û mayînde bikin. Bûyerên li Îranê yên wekî kuştin, zewicandina di temenê biçûk de, tecawizkirina jinan, newekhevî û bêedaletiya pir vekirî û zelal vê yekê nîşan didin. Ruxmî ku kuştin, tacîz û tecawiz bi destê zilaman têne kirin jî, dewlet van tawanan ji nedîtîve tê. Ger jin li hemberî wan kiryarên hovanê serî hilde jî, jin wekî sûcdar tê ditin û cezakirin.

Em pir vekirî û zelal dibînin ku sîstema desthilatdar û dagirker ya Îranê tenê ji bo parastina berjewendî û desthilatdariya zilam heye. Li gorî rejima Îranê jî jin tenê ji bo xizmetkirin û tatmînkirina zilam pêwîst e. Desthilatiya rejîma Îranê bi polîtîkayên xwe yên çewsîner dixwaze jinan bi her awayî tune bike. Ji ber vê yekê jî serî li her cure rêbazan dide da ku desthilatiya xwe serwer bike. Jinên ku tenê dixwazin debara jiyana xwe bi awayekî pêk bînin, neçarê besici, laşfiroşî û birçîbûnê dikin. Bi hezaran jinên ku zanko qedandine îro li Îran û rojhilatê Kurdistanê bêkar in. Gel di asta birçibûnê de ye. Zarok ji bo nanê rojê peyda bikin li ser sergoyan dibin xwarinên kuçikan. Rejîma heyî ji bo berjewendiyên xwe, jin û ciwanan bikar tîne û li ser cesedên însanan ji xwe re qesran çêdikin. Ji bo ku qesrên xwe yên hezar odeyê hîn zêdetir mêzin bikin, bêyî ku çavên xwe bigirin gendelî, dizî, talan û qirkirinan dikin.

Kesên ku li hemberî van pêkanînan di nava civakê de lêgerînan dikin û serî dakirin jî, digirin, îşkence û sêdare dikin. Rejîma Îranê bi awayek aşkera vê yekê ji gelên Îran û rojhilatê Kurdistanê re dibeje; ‘Ger tu neyê ser rêya min, tene yek rê li pêşiya we heye, ew jî mirin e.’ Rêjîm gel aniye astekî wisa ku nikaribe serê xwe rake. Li milekî zext li ser civakê, li milê din jî li ser jinan zextan çêdike. Ji jinan re dibêjin ‘ji mirinan mirinek biecîbîne’. Jin li Îranê her deqe li ser sindoqa hilbijartina mirinê disekine. Mafê ku dewleta desthilatdar ji bo jin diyar kiriye mirin û xwe kuştin e. Ger jinek serê xwe rake û li hember dagirkeriya dewleta Îranê têbikoşe, daxwaza mafê xwe yê însanî bike, çi fars, çi kurd, çi azer û belûc be bêyî ku ferq û cewaziyek bixe nava wan, şûrê xwe yê bixwîn derbixîne û ji bo serî tewandinê bi kar tîne.

Ji ber van û gelek sedemên din em jî wekî YJCR’ê dibêjin ‘Na ji bo tundîtijiyê, na ji bo girtin û îşkence, na bo birçîhîştin û feqîrî, na bo zayendparêzî, na bo mezhebparêzî, na bo yekrengî, na bo sêdare, na bo kuştin û qirikirinan, belê bo jiyanek azad, wekhev û demokratîk.’

Em li hember sîstema qirkirin û tunekirina jinê bêçare namînin, wekî ku Rêberê Gelan Rêber Apo ji me re diyar kiriye gelek alternatîfên bêsînor ku ji bo jin careke din jiyanê bi dest bixe hene. Tercîh û hilbijartina me ne mirin e, jiyan e. Sîstema desthilatdar ji bo felsefeya Rêber Apo ku felsefeya jiyan û azadiyê lewaz bike tecrîdek giran dide meşandin. Heta ku tecrîd bidome, wê sîstemên desthilatdar dagirkeriya xwe bidomînin, jin û ciwanan jî ji bo xwe bikin qurban. Divê her jinek ku dixweze azad bijî, ji tecrîdê re bêje na. Ji ber ku fikir û felsefeya jiyana azad li Îmraliyê hatiye tecrîdkirin. Jinên rûyê wan li azadiyê ye, pêwîst e li gor fikir û ramanên Rêber Apo xwe rêxistin bikin, têbikoşin. Li ser vî esasî bangawaziya me ji bo hemû jinan ew e ku ji bo bidawîanîna dagirkerî, faşîzm, tecrîd û qikirinê bi ruhê ciwantî serî hildin û rêya jiyana azad û bi rûmet hilbijêrin. Em dibêjin dem dema jiyana azad û gerîlayetiyê ye.”

Dikarî Biecibînî