aram

Li Mêrsînê kampanyaya ‘Em xwe diparêzin’ hat destpêkirin

Aktîvîstên TJA’yê li Mêrsînê kampanyaya ‘Em xwe diparêzin’ da destpêkirin û diyar kirin ku ew ê li dijî her cûreyên êrîşan xwe biparêzin

Tevgera Jinên Azad (TJA) li Mêrsînê kampanyaya ‘Em xwe diparêzin’ da destpêkirin. Kampanya li Rêxistina HDP’ê ya Navçeya Yenîşehîrê hat destpêkirin. Hevseroka Bajêr a HDP’ê Gulbahar Şofer û gelek aktîvîstên TJA’yê tev li daxuyaniyê bûn.

Aktîvîsta TJA’yê Nûr Aytemûr diyar kir ku êrîşên li ser jinan didomin û ev tişt anî ziman: “Li dijî êrîşên di sedsala dawîn de, me bi xweparastinê xwe parast. Li hemberî vê berxwedanê gelek hikûmet derbas bûn û hilweşiyan. Gelek êrîş li ser jinan û gelê kurd hatin kirin. Em netirsiyan û em bêtir daketin qadan. Bi kampanyaya ‘Em çanda destdirêjiyê derbas bikin, civaka demokratîk ava bikin’ li dijî destdirêjiyê derketin. Lê êdî destdirêjî wekî çandekê li ser ax, av, xweza û ziman belav dibe. Li dijî van êrîşan me xwe bi rêxistin kir û em gihiştin asta berxwedana xweparastinê. Em jiyanê ava dikin, tecrubeyên me xweparastina me ye, hevserokatî xeta me ya mor e. Em li dijî feraseta mêrserwer, dewlet û rejîma AKP û MHP’ê stûyê xwe xwar nakin. Li dijî her cûre êrîşan em xwe biparêzin.”  MÊRSÎN

Dikarî Biecibînî