aram

Li dijî kuştina jinan hewldana konferanseke navneteweyî

Rêveber û endamên kampanyaya ‘Bes e ji kuştina jinan re’ serdana Meclisa Parêzgeha Silêmaniyê û rêxistina CDO’yê kirin û daxwaznameyek radest meclisê kirin. Endamên kampanyayê diyar kirin ku ew ji bo ku konferansek navnetewî were lidarxistin, kar dikin

Li Silêmaniyê di 20’ê îlonê de bi tevlibûna nûnerên 42 rêkxistinên sivîl û 108 çalakvananan kampanyaya ‘Bes e ji kuştina jinan re’ hatibû destpêkirin. Desteya rêveberiya kampanyayê di 27’ê îlonê de serdana Rêxistina Geşepêdana Medeniyetê (CDO) kiribûn û projeyek pêşkêşî rêxistinê kiribûn. Di projeyê de tê xwestin ku konferansek navnetewî ya bi navnîşana ‘Bes e ji kuştina jinan re’ lidarxistin. Rêxistina CDO’yê jî piştgiriya xwe ji bo lidarxistina konferansê anîn ziman.

Endam û rêveberên kampanyayê diyar kirin ku armanca konferansê ew e ku yasayek taybet pêşkêşî parlamentoya Herêma Kurdistanê were kirin û ew yasa jî li ser cezakirina kujerên jinan be û dan zanîn ku ger ev yek pêk were, dê êdî tu kes nikaribe jinan bikujin û tundiyê li hemberî jinan bikar bînin.

Bi heman armancên endamên kampanyayê serdana Meclisa Silêmaniyê jî kirin û daxwaznameyek radestî meclisê kirin. Endaman ji meclisê xwestin ku lijneyek ji endamên Meclisa Silêmanî, dadgeha Silêmanî, kampanyayê, têkoşîna dijî tundûtujiya dijî jinan, endamên kar û barê komeleyatî pêk bê. Endaman dan zanîn ku divê ev lijne jî derbarê kujerên jinan de lêkolîn û çavdêriyê bikin.

Tê payîn desteya rêveberiya kampanyayê serdana serokatiya dadgeha Silêmanî, Desteya Mafê Mirovan, Parlamentoya Herêma Kurdistan, Qeymeqam û Polîsên Çemçemalê jî bikin. Serdan bi armanca çavdêrî û lêkolînakirina doza qetilkirina her du xwişkên li Çemçemal wê pêk bê. SILÊMANÎ

Dikarî Biecibînî