aram

TJA’yê atolyeya ‘parastina cewherî’ li dar xist

TJA’yê di çarçoveya kampanyaya ‘Em xwe diparêzin’ de li Mêrsînê atolyeya ‘parastina cewherî’ li dar xist

Tevgera Jinên Azad (TJA) xebatên xwe yên kampanyaya ‘Em xwe diparêzin’ a di 15’ê Îlonê de, li dijî tecrîda li Îmraliyê, qirkirina siyasî, tacîz, tecawîz û zextên li ser zimanê zikmakî û baweriyan, dest pê kiribû dewam dike. TJA’yê di çarçoveya kampanyayê de, li avahiya Rêxistina Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) ya Mêrsînê atolyeya ‘parastina cewherî’ ji bo jinan li dar xist.

Jinan di atolyayê de bal kişandin ser zêdebûna tundiya li dijî jinan û qetilkirinên jinan û behsa girîngiya parastina cewherî kirin. MÊRSÎN

Dikarî Biecibînî