Li dijî hikûmeta Başûr nerazîbûnên tund

Çarenûsa bi dehan çalakgerên li Duhokê hatin binçavkirin nediyar e. Li dijî van binçavkirin û girtinan nerazîbûnên tund bi pêş ketin

Di 23’yê çileya 2019’an de balafirên şer ên Tirkiyeyê herêma Dêralûk a girêdayî navçeya Amêdiyê ya Parêzgeha Duhokê bombebaran kirin. Di encama bombebaranê de 4 welatî şehîd bûbûn û 2 jî winda bûbûn.

Piştî bombebaranê gelê herêma Dêralûkê 25’ê çileyê xwepêşandan lidar xist û êrîş bi tundî şermezar kir. Di 26’ê çileyê de jî gelê bajarokê Şêladizê bi ser baregeha artêşa tirk a Sîrê ya girêdayî Şêladizê de girt û şewitand. Li vir jî leşkerên tirk gule barandin û 2 welatî şehît kirin û 6 kes jî birîndar bûn. Li Duhokê jî di 28’ê çileyê de gelek kesan xwest li dijî komkujî û dagirkeriya dewleta tirk çalakiyê li dar bixe. Lê hêzên asayîşa Duhokê ew asteng kir û çend kes hatin binçavkirin. Bi giştî ji ber xwepêşandanên li dijî dagirkeriyê li Duhokê zêdeyî 50 kesan hatin binçavkirin. He wiha li Şêladizê, Dêrelûk û Sîrê jî rojnameger jî di nav de bi dehan kes hatine binçavkirin.

Heta niha tu daneyên fermî nînin ku ka çend kesên hatine binçavkirin hatine berdan lê heta niha tenê ji kesên hatine binçavkirin 12 kes hatine berdan, çarenûsa nêzî 40 kesî nediyar e û li girtîgehan in.

Rojnameger Şêrwan Şîrwanî, rojnameger Dilovan Zêbarî, çalakger Takur Zerdeştî, Rêkan Reşîd, Bedel Berwarî û Hevserokê Tevgera Azadî ya Civaka Kurdistanê (Tevgera Azadî) yê herêma Behdînan Mela Emîn Oremarî nehatine berdan.

Navenda Metro ya ji bo parastina mafê rojnamegeran daxwaz kir ku demildest rojnamegerên ku hatine binçavkirin werin berdan. Herwiha Berdevka Tevgera Azadî ya Civaka Kurdistanê (Tevgera Azadî) Tara Hisên wiha got: “Divê YNK û PDK spasiya xwepêşanderan bike, ne binçav bike. Ji ber ku erka wan xelke pêk anîn.”

Berpirsê Navenda Metro Diyar Hacî Mihemed têkildarî binçavkirina rojnamegeran ev agahî da Rojnews’ê; “Mixabin timî di dema xwepêşandanan de rojnameger dibin qurbanî. Weke berî çend rojên borî li Behdînanê xwepêşandan li dijî dagirkeriya artêşa tirk pêk hat. Di xwepêşandanê de çend rojnameger hatin binçavkirin.”

Diyar Hacî Mihemed bang li hikûmeta Herêma Kurdistanê kir ku demildest rojnamegeran berde û wiha got: “Xwepêşandaneke giştî bû. Rojnameger jî li gorî qanûnê mafê wî heye çalakiyên giştî bişopîne. Li gorî qanûna Herêma Federal a Kurdistanê jî divê rojnameger ji bo şopandina nûçeyê neyê binçavkirin.”

‘Êdî gel dagirkeriyê qebûl nake’

Berdevka Tevgera Azadî Tara Hisên der barê girtina endamê Tevgera Azadî Mela Emîn Oremarî de de wiha axivî: “Çi endamê me, çi jî çalakger yan jî rojnameger sedema binçavkirina li dijî dagirkeriya dewleta tirk û rijandina xwîna welatiyên Behdînan bû. Ji ber ku êdî xelk vê yekê qebûl nake. Li benda desthilatê narawest in. Xelk bi xwe dibe xwedî helwest. Erka desthilatê bû li dijî dagirkeriyê rawest e. Lê bêdengiya wan wiha kir ku vê erkê pêk bîne. Lewma divê PDK û YNK li şûna binçavkirinê spasiya gel bike.”

Mamoste jî hat binçavkirin

Li aliyê din Asayîşa PDK’ê li ser daxwaza rayedarên tirk li herêma Behdînanê hemû welatiyên ku li dijî dagirkeriya tirk derketine dike bin çavan. Duh êvarê jî li bajarokê Hêtûtê ya ser bi Şêladizê asayîşa PDK’ê mamosteyekî dibistanê yê bi navê Seyîd Erkan Mihemed Tahir ku dema diçû dibistanê ders bide binçav kir.

Divê werin berdan

Federaasyona Zindaniyên siyasî ya Kurdistanê û Rêxistina Nehiştina Îşkence û Darvekirinê (Orte) aşkera kirin ku raperîna xelkê Şêladizê ya li dijî dagirkeriya dewleta tirk mafekî xwezayî û rewa ye. Daxwaz ji hikûmeta Herêma Kurdistanê kirin ku dawî li siyaseta bêdengkirina dengên azad bîne û kesên hatine binçavkirin werin berdan.

Federaasyona Zindaniyên Siyasî ya Kurdistanê û Rêxistina Nehiştina Êşkence û Darvekirinê (Orte) têkildarî raperîna xelkê Şêladizê û helwesta hikûmeta Herêma Kurdistanê ya li hemberî raperînê daxuyaniyek nivîskî dan. Orteyê aşkera kir ku raperîna xelkê Şêladizê ya di 26’ê çile de li dijî dagirkeriya dewleta tirk mafekî xwezayî û rewaye û daxwaz ji hikûmeta Herêma Kurdistanê kirin ku dawî li siyaseta bêdengkirina dengên azad bîne.

‘Divê çalakvan werin berdan’

Federaasyona Zîndaniyên Siyasî ya Kurdistanê û Rêxistina Nehiştina Êşkence û Darvekirinê (Orte) di daxuyaniya xwe bal hişandine li ser helwesta hikûmeta Herêma Kurdistanê ya hemberî xwepêşander û binçavkirina rojnamger û çalakgeran û wiha tê destnîşan kirin: “Em vê helwestê şermezar dikin. Em daxwaz dikin ku siyaseta bêdengkirina dengê azad û astengkirina azadiya rojnamegerî li başûrê Kurdistanê bi dawî were. Her wiha tevahiya çalakgeran werin berdan. Divê navend û baregehên dewleta tirk a dagirker li ser xaka başûrê Kurdistanê nemîne. Hikûmeta Başûrê Kurdistanê û ya Iraqê di asta navneteweyî de mijara dagirkeriya Tirkiyeyê ya li Iraqê yekalî bikin. Dewleta tirk berpirsê şehîdkirina welatiyên başûrê Kurdistanê bibînin.”

Vê rastiyê bizanibin

Di dawiya daxuyaniyê de wiha tê gotin: “Desthilata Herêma Federal a Başûrê Kurdistanê, bi hemû partiyên beşdarî hikûmetê bûne, bi taybetî PDK û YNK divê vê rastiyê bizanin ku girtina çalakvanên siyasî, sivîl, girtina ofîsên partiyan, rojname û qenalan û astengkirna xwepêşandana dilê dagirkerên Kurdistanê bi taybetî Îran û Tirkiyeyê razî nakin. Ev du rejîmên dagirker nemana gelê kurd dixwazin. Lewma dest ji vê siyasetê berdin. Ji ber ku nikarin vê siyaseta şaş a ji bo desthilat û berîkan berdewam bikin.” SILÊMANÎ