Li Kamaraya Lordan dê konferansa ‘Ocalan’ were lidarxistin

 Li Kamaraya Lordan a Îngilistanê wê konferansek were lidarxistin û li ser rola Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan were axaftin

Kamaraya Lordan ku baskê bilind ê Parlamentoya Qraltiya Yekbûyî ye, dê malovaniyê li konferansekê bike û di konferansê de dê ramanên Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan werin guftûgokirin. Konferans di salvegera 20’an a Komploya Navdewletî de bi navê, ”Çareseriya Qeyrana Rojhilata Navîn: Ramanên Abdullah Ocalan” were kirin. Konferans ji hêla sendîkayan ve tê birêveberin ku ‘Kampanyaya Ji Ocalan re Azadî” organîze dikin û bi milyonan endamên van sendîkayan hene.

Di daxuyaniya ku komîteya amadekar daye de, hat gotin ku qeyrana Rojhilata Navîn, pirsa kurd û di çareseriya van pirsan de ramanên Ocalan û rola wî, ji hêla akademîsyenên ku serwerî mijarê ne, dê were guftûgokirin.

Di konferansê de dê konfederalîzma demokratîk, qeyrana netewdewletî ya Tirkiye, Îran, Iraq û Sûriyeyê, dijberiya dewletaTirkiye ya li kurdan a li Tirkiye û Sûriyeyê û pergala îşkenceyê ya Îmraliyê were axaftin.

Di konferansê de dê siyasetvan, akademîsyen, parlamenter û hiqûqnasên ji welatên cuda biaxivin.

Konferans ku dê bi malovaniya endamê Kamaraya Lordan û akademîsyen Lord Maûrîce Glasman were kirin, di 15’ê sibatê roja înê, saet di 09.00’an de dê dest pê bike û êvarê saet di 17.00’an de biqede. LONDON