PDK hewl dide bi pereyan gel li dijî PKK’ê bide axaftin!

 PDK ku nikare xwe li hêrs û nerazîbûna gelê Şêladizê ya li dijî dagirkeriya dewleta tirk rabigire, tê gotin ku niha jî hewl dide bi dayîna pereyan hin kesan li dijî PKK’ê bide axaftin

Li gorî agahiyên ji çavkaniyên herêmê hatin girtin, piştî raperîna Şêladizê ya li dijî hebûna leşkerên tirk a li başûrê Kurdistanê, rayedarên PDK’ê jî ketine nav liv û tevgerê. Hat ragihandin ku piştî bicihkirina hejmarek zêde ya pêşmergeyan, niha jî PDK hewl dide gelê herêmê li dijî PKK’ê bide axaftin.

Çavkaniyan diyar kir ku rayedarên PDK’ê li herêma Şeladizê yek bi yek diçin nav malbatên ku zarokên wan di nav Tevgera Azadiyê ya Kurdistanê de şehîd bûne û bi wan re diaxive. Çavkaniyan got ku rayedarên PDK’ê teklîfa pereyan ji bo malbatan kiriye û ji wan xwestiye ku li dijî PKK’ê ji bo televîzyonan biaxivin. Her wiha ji wan re gotiye, dê malbatan wekî malbatên şehîdên xwe nîşan bide. Li aliyê din hate diyarkirin ku televîzyonên nêzî PDK’ê jî pêşmergeyên PDK’ê wekî kesên ji nav gel didin axaftin û li dijî tevgera azadiyê diaxivin.

Serokwezîrê Herêma Federal a Başûrê Kurdistana Nêçirvan Barzanî hema piştî raperîna gelê Şêladizê ya li dijî dagirkeriya tirk, daxuyaniyek da çapemeniyê û li şûna kuştina sivîlan bi destê dewleta tirk şermezar bike, PKK û gelê Şêladizê sûcdar kiribû. Barzanî îdîa kiribû ku “Hebûna PKK’ê” bûye sedema êrîşê û gotibû ku; “Divê em sedemên ku rê li ber vê bomberdûmanê vekirine ji holê rakin.” Barzanî her wiha gefa cezakirinê li gel xwaribû û gotibû; “Ji bo lêkolînkirina rewşê wê ya pêwîst bê kirin. Ji bo bûyerên bi vî rengî careke din neqewimin, em ê bi rengekî cidî li ser bisekinin.”

Piştî van gefên Barzanî, li Duhok, Behdînan, Şêladiz û Dêralokê 80 rojnamevan, çalakger û siyasetmedar ji aliyê asayîşa PDK’ê ve hatin destgîrkirin. DUHOK