Belgeya şer a AKP’ê hat weşandin

Navenda Nûçeyan

Di qenala TeN TV ya Misirê de belgeya şer a dewleta tirk a li dijî gelê kurd e hate weşandin. Li gorî belgeyê, dewleta tirk ji partiyên siyasî heta sivîlan, konsepteke bi temamî ya qirkirinê plan kiriye

Ji bernamevanên TeN TV Dr. Neşet Dîhîle belgeya stratejiya şer a dewleta tirk a li dijî kurdan weşand. Di belgeyê de tê ragihandin ku dewleta tirk dê hemû qanûn û norman binpê bike, bi hemû hêza xwe ya şer êrîşî kurdan bike, tevî operasyonên tunekirinê yên li dijî gerîla dê bajaran hilweşîne, li gel êrîşên dagirkirina Rojava dê li dijî başûrê Kurdistanê jî şerê taybet bimeşîne. Her wiha tê destnîkşankirin ku medyaya tirk jî dê yek ji hîmên bingehîn ên şer be.

Dewleta tirk di sala 1997’an de biryar da ku di berdêla ku PKK bikeve marja ‘terora dikare bê kontrolkirin’, di çarçoveya entegrasyona bi Yekitiya Ewropayê re mafên takekesî nas bike. Ocalan li gel bêdewletiya kurdan hewl da dewleta tirk bike hevparê demokratîkbûnê. Tevî ku ev hewldan hate îstîsmarkirin jî gelê kurd bi gavên bi kontrol ber bi armanca xwe ve bi pêş ve çû. Bi destpêkirina Şoreşa Rojava re xeyala ‘Alayên Tayyîbiye’ jî pêk nehat û Rojava li gorî daxwazên gelê kurd, ji xwe re rêyek destnîşan kir. Dewletê hewl da di şexsê HDP’ê de siyaseta legal ji kurdîtî û kurdistaniyê dûr bixîne, terbiye bike û veguherîne amûreke dewletê. Lê gelê kurd û feraseta aqilê hevpar ev jî têk bir.

Hewldanên Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan ên ji bo çareseriya demokratîk di sala 2013’an de ber bi çav bûn û pêvajoya diyalogê ya bi deklarasyona Newrozê re dest pê kir du salan dewam kir. Piştre derkete holê, dewleta tirk dema ku ev pêvajoya diyalogê didomand, di îlona sala 2014’an de bi plan û sîmûlasyoneke nû xwe ji şer re amade dikir. Di îlona 2014’an de ji aliyê Musteşariya Ewlekariyê û Sîstema Cemaweriyê ve ‘Plana Rûxandinê’ hate amadekirin. Musteşariyê plan pêşkêşî serokatiya fermandariya giştî kir. Daîreya plana stratejî ya fermandariya giştî, midûriyeta şaxê stratejî, hûrgiliyên planê amade kir. Plana ji 42-43 rûpelan pêk tê, bi sernavê ‘Veşarî ye’ pêşkêşî hikûmeta AKP’ê hate kirin. AKP’ê jî plan pejirand.

Li gorî planê;

* Tîmên taybet, leşkerên bi taybetî hatine perwerdekirin û hêzên artêşê dê dorê li bajaran bigirin û li tax û kolanan operasyonan bikin.

*Êrîş dê li Fermandariyên Cendirmeyan ên Bajaran bên birêvebirin. Dema ku pêwîstî pê çêbibe, dê balafirên şer jî werin bikaranîn.

*Qadên ku dor li wan hatine girtin dê cih û warê jiyanê bên hilweşandin û şert û mercên vegera welatiyan ji holê bên rakirin.

* Îmhayên girseyî, girtin û valakirin dê bên kirin.

* Televîzyonên Med Nûçe, Stêrk, Ronahî, Newroz, ÎMC û Ozgur Gun TV, her wiha rojnameya Ozgur Gundem û weşanên din dê werin bêdengkirin.

* Nexweşxane û navendên tenduristiyê dê ji rewşê re bên amadekirin.

* Ji bo mudaxele li birîndaran bê kirin dê amûrên hewayî li deverên ewle bên bicihkirin.

* Hevdîtin û axaftina walî, qeymeqam û leşkerên payebilind ên bi wekîlên HDP’yî re dê werin qedexekirin.

* Tank û wesayîtên zirxî dê li deverên guncav bên bicihkirin.

* Ketin û derketina li herêma operasyonê dê bi temamî were girtin.

* Karên şîrketên ceyran, gaz û avê wê li gorî fermanê bên kirin.

* Karên rêveberiyên xwecihî dê radestî walîtiyan werin kirin.

* Li gorî planê, tê texmînkirin ku 15 hezar mirov bimrin, 8 hezar mirov birîndar bibin, 5-7 hezar mirov bên girtin û 300 hezar mirov bên tehcîrkirin.

* Ji bo bicihanîna planê, dê leşkerên payebilind ên JÎTEM’ê û Ergenekonê yên berê li herêmê peywir girtine bên erkdarkirin.

* Personelên cemaweriyê yên sivîl dê ji herêmên behsa wan tê kirin werin vekişandin.

* Avahiyên cemaweriyê dê radestî hêzên operasyonê bên kirin.

* Operasyonên hewayî yên li dijî Qendîlê dê bênavber werin kirin.

* Rêxistin bi rengekî yekalî bêçalakîtiyê rabigihîne jî dê plan bi cih were anîn.

Civîna MGK’ê

Di civîna Desteya Ewlekariya Millî (MGK) ya di meha Cotmehê de ‘Plana Rûxandinê’ hate qebûlkirin. Piştî civînê ku zêdeyî 10 saet û 20 xulkan dewam kir, daxuyanî hat dayîn û wiha dihat gotin: “Pêvajoya çareseriyê ya ku di çarçoveya têkoşîna piralî ya li dijî terorê de tê meşandin hate nirxandin. Li dijî bûyerên provakatîf ên ji bo têkbirina rewşa aram û atmosfera erênî ya pêvajoyê biryardariya parastina ewlekarî û sîstema cemaweriyê hate destnîşankirin.” Mijarên din di encamnameya civînê de cih negirtin. Lê belê piştî civînê li gel dewamkirina pêvajoya diyalogê gav bi gav şer hate ragihandin. Ji ber ku biryara şer hatibû dayîn.

Siyaseta kurd naveroka civînê baş didît

Hevserokê HDP’ê Selahattîn Demîrtaş ku niha li Girtîgeha Edîrneyê dîlgirtî ye, di hevpeyvîna xwe ya bi rojnamevan Hayrî Demîr re bal dikişand ser civîna MGK’a di cotmeha sala 2014’an û di got ku biryar hatiye dayîn ku êdî pêvajoya çareseriyê bê qedandin û operasyoneke tasfiyeyê ya berfireh bê destpêkirin. Êdî dihate ragihandin ku AKP’ê demeke berî Dolmabahçeyê biryara şer dabû û li firsenda bicihanîna wê digeriya. Hevserokatiya Konseya Rêveber a KCK’ê jî bi daxuyaniyekê bal kişand ser destpêkirina şer û diyar kir ku şerê ji bo parastina desthilatdariya Tayyîp Erdogan û AKP’ê bi biryara civîna MGK’ê ya cotmeha 2014’an dest pê kiriye.

Qewimînên beriya MGK’ê

Dewleta tirk dixwest ku çek bi temamî bên danîn û di polîtîkaya Sûriye û Rojava de jî li gorî wê bê tevgerîn. Berxwedana Geziyê bihurî bû, operasyona destpêkê ya Koma Fethûllah Gulen hatibû beralîkirin. Diyalogê dewam dikir, hikûmetê hevdîtin bi hevserokê PYD’ê û HDP’yiyan re dikir, tevî HDP’yiyan Musteşarê MÎT’ê û tîma wî jî tev li hevdîtinên li Îmraliyê dibûn.

Dewlet jî li ber deklarasyona Ocalan ranedibû ku dê di pîrozbahiya Newrozê ya Amedê de bihata parvekirin. Ocalan di vê deklarasyonê de bal dikişand ser xalên hevpar ên gelan û diyar dikir ku çareseriya demokratîk û aştî pêkan e. Ocalan digot, “Dema me li ber xwe dida em netirsiyan, di dema pêkanîna aştiyê de jî em ê netirsin” û îşaret bi rêya ber bi demokrasiyeke radîkal ve dikir.

Piştî Newrozê di hilbijartinên xwecihî yên di 30’ê adara sala 2014’an de DBP’ê bi dengekî zêde 103 şaredarî bi dest xistin. Vê tabloya li rêveberiyên xwecihî dewlet aciz kir. Karê çêkirina qereqol û qeleqol hate zêdekirin. Di 5-7’ê hezîranê de li Licê di xwepêşandana protestokirina qeleqolan de du kes hatin qetilkirin.

Di 26’ê nîsanê de bi guhertina Qanûna MÎT’ê de hate kirin re, hevdîtinên MÎT’ê yên li Îmraliyê hatin parastin, di 10’ê tîrmehê de jî bi qanûna li ser “Bidawîkirina terorê û xurtkirina hevgirtina civakî” re hikûmeta ku diyalog dikir xwe ewle kir. Piştî ku Erdogan di 10’ê tebaxê di hilbijartina serokkomariyê de bi rêjeya ji sedî 52 di tûra yekemîn de bi ser ket, wezîrê karên derve yê demê Ahmet Davutoglu di 27-28’ê tebaxê de weke serokê giştî yê AKP’ê û serokwezîr erkdar kir. Di 3’yê îlonê de Musteşarê MÎT’ê Hakan Fîdan çû Girava Îmraliyê û bi Ocalan re rûnişt. HDP’yiyan jî hevdîtin kir û çûn Qendîlê û rewşa nû parve kir.

Davutoglu ku di 10’ê îlonê de bi HDP’yiyan re rûnişt, bi zimanekî cuda got ku divê PKK dawî li karên xwe hemûyan bîne. Piştî 5 rojan berê çeteyên DAIŞ’ê dan Kobanê. Di 2’yê cotmehê de destûrnameya ji bo şer li Rojava bê kirin li meclisê hate qebûlkirin. Tevî hemû hewldanan jî dewleta tirk bi destê kurdan negirt û bi gef û heqaretan li bendê ma ku Kobanê bikeve. Lê hêviyên wê pêk nehatin. Di 6-7-8’ê cotmehê de kurdên li Bakur ji bo destekê bidin Kobanê dest bi şermezarkirina dewleta tirk kirin.  Hêzên dewletê û rêxistinên wan ên paramîlîter bi dehan kes kuştin. Ji her alî ve ciwanan berê xwe dan Kobanê û şervanên YPG’ê li ber xwe dan.

Serokwezîr Davutoglu di 19’ê cotmehê de bi Heyeta Mirovên Aqilmend re civîn pêk anî û di heman rojê de Fîdan jî li Îmraliyê bi Ocalan re rûnişt. Gef û şantajê dewam kir. Piştî ku hate dîtin YPG li gel hemû zor û zehmetiyan li ber xwe dide, DYA’yê ku dixwest li dijî DAIŞ’ê dest bi şer bike, di 20’ê cotmehê de ji hewayê ve alîkarî da şervanên li Kobanê û bi vî rengî gava ku rêveçûna şer biguherîne hate avêtin. Di rewşeke wiha de civîna MGK’ê ya di 30’ê cotmehê de pêk hat û senaryoya ku îlonê li ser kar dihate kirin, biryar li ser hate dayin.

Di 28’ê sibata sal 2015’an de heyetên Îmraliyê û dewletê Mutabaqata Dolmabahçeyê ya ji 10 xalan ji raya giştî re aşkera kirin. Ev hewldan piştre ji aliyê Erdogan û hikûmetê ve hate înkarkirin û maseya çareseriyê hate qelibandin. Artêşa tirk di 24’ê tîrmeha sala 2015’an de êrîşeke berfireh a hewayî bir ser Herêmên Parastinê yên Medyayê de pêk anî. Bi dehan balafiran bi saetan bomberdiman kirin. Serokwezîrê wê demê Ahmet Davutoglu her carê got, “Min biryara wan operasyonan da” û bi vî rengî rê li ber pêvajoya nû vekir. KCK’ê jî piştî bombebaranê daxuyanî da û got, ” 24’ê tîrmeh dê bibe şaşitiya herî mezin a AKP û Erdogan.” Şerê ku wê rojê ji nû ve dest pê kir, di çarçoveya ‘Plana Rûxandinê’ ve dihate kirin ku dewleta tirk plan di îlona sala 2014’an de amade kir û di civîna MGK a cotmeha 2014’an de biryar li ser da.

Di qenala Misrê de belgeya şer hate weşandin

Pêşkêşvanê yek ji qenalên neteweyî yên Misrê TeN TV’yê Dr. Neşat Dîhîle di bernameya xwe ya dawî de belgeya ‘Veşarî’ ya bi sernavê ‘Tedbîrên lezgîn ên di operasyona herêmê de bên girtin û Erkên yekîneyên Leşkerî yên 84933840-3000-350-14’ aşkera kir ku ji aliyê Midûriyeta  Şaxê Stratejîk, Daîreya Plana Stratejî ya Fermandariya Giştî ve ji bo yekîneyên pêwendîdar ve hate amadekirin. Dr. Dîhîle dîmenên belgeyê weşand. Di belgeyê de tê ragihandin ku dewleta tirk dê hemû qanûn û norman binpê bike, bi hemû hêza xwe ya şer êrîşê bibe ser kurdan, tevî operasyonên tunekirinê yên li dijî gerîla dê bajaran hilweşîne, li gel êrîşên dagirkirina Rojava dê der barê Başûr de jî şerê taybet bimeşîne û tê destnîşankirin ku medyaya tirk jî dê yek ji hîmên bingehîn ên şer be.

Bi vê plana şer ku dî 24’ê tîrmeha 2014’an dest pê kir, 12 bajarên kurdan hatin hilweşandin û bi sedan kes hatin qetilkirin. Li gel operasyonên qirkirina siyasî, operasyonên tunekirinê yên leşkerî hatin meşandin. Destkeftiyên legal ên 40 salan ên kurdan hatin derbkirin, siyasetmedar dîl hatin girtin, şaredarî hatin desteserkirin. Qîma xwe bi şerê li Bakur re neanî û şer derbasî Rojava û başûrê Kurdistanê kir, bajar hatin dagirkirin, komkujî hatin kirin û hewl hate dayin ku ji kurdan xalî bikin. Pêkhateyên olperest û nijadperest ên dewletê ku dijminatiya li kurdan xala wan a hevpar û bingehîn a motîvasyonê ye, li dor reîstiya Erdogan bûn yek. Erdogan bi zordariya mutabaqata navxweyî ya dewletê re di 9’ê tîrmehê de serokatiya bi yektîp a tirk fermî kir. Pêvajoya nû ya şer a di 24’ê tîrmeha 2015’an de dest pê kir, tevî ku sê sal li pey xwe hişt, bi her rengî didome. Berxwedana kurdan û hêzên demokrasiyê jî mezin dibe.

Belgeya şer

Belgeya şer a ku di TeN TV’yê de hatiye weşandin wiha ye:

(…) Li dijî her şêwe karên rêxistina terorê ya cihêkar a dixwaze yekparebûna welatê me, yekitiya gelê me û aramiya me xera bike, têkoşîna bi her rengî tê meşandin dê bidome, di vê demê de bi destek û nêzikatiya berpirsyar a gelê me dê bi biryardarî dewam bike û çirava ku destekê dide rêxistina terorê bê ziwakirin. Pêwîst e ev xusûs bi rengekî cidî û berpirsyarî ji welatên dost û hevalbend re bên vegotin, bê kirin ku ew jî vê yekê li ber çavan bigirin; nehêlin endamên rêxistina terorê û alîgirên wê li welatên wan tevbigerin û ji bo tedbîrên çikandina çavkaniya madî ya terorê her rê û rêbaz werin bikaranîn.

(…) Ji niha û pê ve wê tu carî gefa navxweyî nebe. Avantajên ku bi rêxistinbûna li qada legal derketine holê, zirxê parastinê û mafên destûra bingehîn ên ji wan re jî tê naskirin, kiriye ku partiya destekê dide terorê ji yên li çiyê bêhtir xwedî avantaj be. Ev rêxistinbûna xayin a dixwaze yekitî û yekparebûna dewlet û gelê me têk bibe, derfetên dewletê li dijî dewleta me bi kar tîne û gefê li yekparebûna welatê me dixwe. Gelekî girîng e ku kadroyên partiya behsa wê tê kirin a dewama rêxistina terorê ye û şaredariyên di destê wan de ne qedeme bi qedeme werin tasfiyekirin û ev yek weke karekî sereke bê dîtin. Şaredariyên ku di bin sîwana wezareta karên hundir de ne,  divê ji qaşo partiya alîgirê rêxistina terorê bên wergirtin û radestî kontrola dewleta me bê kirin.

Yekîneyên leşkerî yên 84933840-3000-350-14

Pêwîst e berpirsyarên yekîneyên leşkerî rê nedin kadroyên partiya alîgirê terorê ya bi navê HDP’ê tê binavkirin, destûrê nedin qaşo wekîlên wê, rê nedin ku bikevin qadên operasyonê û personelên leşkerî di vê helwestê de bêteredût tevbigerin. Şaredariyên di destê vê partiya alîgirê terorê, alav û amûrên di destê xwe de hemû xistine bin fermana endamên rêxistina terorê, ji kolandina xendekan heta birina alîkariya lojîstîk her karî bi van amûran didin kirin.

Ji ber ku şaredarî di teserûfa wezareta karên hundir de ye û encamên bi rêya dadgeriyê dikarin zûtir netîceyê bidin, êdî zerûriyet e ku saziyên pêwendîdar vî karî zû bikin. Heta ku personelên me hemû yên li herêmê operasyonan dikin pişta rêxistina terorê û partiya alîgirê wê bişikînin, divê saziyên dewleta me hemû tu carî ji aqilê xwe dernexînin ku di nava seferberiyeke tam de ne. Pêwîst e were zanîn, bi boneya vê seferberiyê dê desteka lojîstîk a pêwîst, hemû amûr û astengiyên qanûnî di cih de zû bên rakirin û yekîneyên îdarî yên di nava operasyonê de ne ji bo bala wan ji ser karê wan neçe divê bi vê zanibin û bi rehetî tevbigerin.

Pêwîst e were zanîn, heta ku gefa navxweyî ya gefê li dewleta me dixwe ji holê were rakirin, ev kar û hewldan bê teredût dê bidome. Fermandarên yekîneyan dê erka bikaranîna çekê careke din ji personelên leşkerî hemûyan re ragihînin û hîn bikin. Di her serdegirtin, sabotaj, tacîz û êrîşê de teqez dê bi çekan bersiv were dayîn û ev yek jî ji personelan hemûyan re bê ragihandin û bê hînkirin. Ji bo di vê mijarê de teredût nebe, fermandarên yekîneyan berpirsyar in.

Erkên leşeran ên bikaranîna çekan:

1. Fermandarên yekîneyan dê erkên bikaranîna çekê ji personelên leşkerî hemûyan re careke din ragihînin û wan hîn bikin.

2. Dê ji personelan hemûyan re bê ragihandin ku di dema serdegirtin, sabotaj, tacîz û êrîşê de teqez bi çekê bersiv were dayîn û ev yek wê were hînkirin.

3. Divê personel hemû ji aqilê xwe dernexînin, ger ji derketina pêşberî dozger bitirsin û xwe ji bikaranîna çekan vegirin, dê encamên xwe gelekî giran be, ji ber vê yekê dibe ku şehîd bên dayîn, bi bikarneanîna çekê re wê paşeroja dewlet û milet bikeve metirsiyê, xayinên welat, terorîst û dijminên dewletê dê ji vê yekê hêzê bigirin.

4. Personel hemû dê bipejirînin ku li şûna bikevin hundirê darbestê, dê tercîh bikin ku derkevin pêşberî dozgeriyê.

5. Ferman dê ji personelan hemûyan re bê ragihandin û ji aqilê kesî dernekeve ku dewleta me di demeke zehmet de ye.

6. Di mijara bikaranîna çekan de divê kes li prosedurên qanûnî nefikire, neyê jibîrkirin ku dem dema seferberî û rewşa awarte ye û dê li dadgehên leşkerî guhertinên pêwîst werin kirin.

7. Ya heyî, serhildan e. Di mijara paşeroja dewleta me de divê teredût tune be û ger di vê mijarê de rewşeke neyînî biqewime dê fermandarên yekîneyan berpirsyar bin.

8. Divê were zanîn, ger bombebarana bi tank û wesayîtên zirxî hatine kirin li deverên derveyî hedefê ketibin jî wê ji vê yekê neberpirsyar bin. Nehatine ragihandin jî di vê dema zehmet a dewleta me de, êrîşeke di asta bilind de divê.

9. Ji bo personel şehîd nekevin çi pêwîst be divê bê teredût were kirin, avahî û herêmên gule jê tên divê bi hêza herî bilind a êrîşê bê bêbandorkirin.

10. Pêwîst e welê li avahiyan bê kirin ku nema kes karibe lê bi cih bibe, yên piştî operasyonê vegerin jî nikaribin lê bi cih bibin. Divê armanc wiha be.

11. Xaniyên malbatên ku zarokên wan di nava rêxistina terorê de ne, divê hîn bi baldarî bibin hedef.

12. Yekîneyên operasyonê divê rûyê xwe bigirin, di weşanên fermî yên dewletê de jî rûyê wan neyê dîtin.

13. Girîng e neyê jibîrkirin, di operasyonan de operasyonên psîkolojîk ji yên fîzîkî girîngtir in. Bi hesasiyetek divê operasyonên psîkolojîk bêteredût bi cih werin anîn.

Xisûsên din

1. Xisûsa birêvibirinê

Belgeya Stratejiya Ewlekariyê ji aliyê Desteya Wezîran ve hatiye pejirandin.

2. Bicihanîn û berpirsyarî

a. Ji bicihanîna Belgeya Stratejiya Ewlekariyê Wezareta Karên Hundir, Fermandariya Giştî ya Cendirmeyan û Fermandariya Hêzên Bejahî berpirsyar in.

b. Ji bo bicihanîna Belgeya Stratejiya Ewlekariyê, wezaretên din, saziyên ewlekariya navxweyî û saziyên din ên di belgeyê de wezîfe ji wan re hatiye dayîn, neçar in wezîfeyên xwe li cihên xwe yên wezîfeyê bi cih bînin.

c. Wezareta Karên Hundir û Wezareta Parastinê, bi destpêkirina bicihanîna belgeyê re dê esasên bicihanînê û wezîfeyên sazî û yekîneyên din ên ewlekariyê bişopînin û koordîne bikin.

d. Guhertin û sererastkirina belgeyê, li gorî encamên operasyonên amadekirin/nûkirina belgeyê dê ji aliyê Musteşariya Ewlekarî û Sîstema Cemaweriyê, Midûriyeta Şaxê Stratejî û Daîreya Plana Stratejî ya Fermandariya Giştî ve were kirin.

Belge;

a. Dê li gorî asta xwe ya veşarî bê parastin, dê tedbîr bê girtin ku nekeve destê kesên ne xwedî erk.

b. Di bikaranîna wê de dê prensîbên divê bên zanîn bi cih werin anîn.

c. Dema ku yên ji bicihanîna wê berpirsyar in werin guhertin; yên ku wezîfe dewr girtine dê di dema herî kin de karê tê kirin û bê kirin ji wan re bên ragihandin.

(…) Divê bi baldarî ev yek were kirin; herêma rojhilat û başûrê rojhilat ê welatê me ji rêxistina terorê bê beralîkirin, avahî û xanî wisa bên xerakirin ku mirov nikaribin lê vegerin, qad bên valakirin, wezîfedarên cemaweriyê herêmê zû bidin valakirin, zarokên li dibistanan demeke kin beriya bidawîbûna operasyonê li dibistanên mayinê, Lîseyên Anadolû û dibistanên taybet werin bicihkirin, destûra bingehîn li herêmê li gorî rewşa awarte bê bicihanîn, rêxistina terorê û alîgirên wê teqez bên beralîkirin, ji bo vê jî derfet hemû werin seferberkirin, Wezareta Karên Hundir û wezaretên pêwendîdar pêwîstiyên hêzên me yên ewlekariyê di cih de peyda bikin, ji bo birîndaran ambûlansên zirxî bên bikaranîn û şerê nava kolanan ji aliyê yekîneyên hatine destnîşankirin ve were meşandin. Ji bo ev hemû bi cih bên, hemû wezaret, yên li qada ewlekariya hundirîn stratejiyê diyar dikin, planan dikin, armancan datînin, nêrîn û planên rayedarên leşkerî di asta herî bilind de li ber çavan bigirin.

Ji bo saziyên me hemû, hin saziyên li qada ewlekariya hundir wezîfeyê dikin (MASAK, Parastina Gumrukê) di nava seferberiya tam de di çarçoveya bernameya hatiye destnîşankirin de xwe bi rêk û pêk bikin; di çarçoveya plansazî û pêşniyarên wezareta karên hundir, fermandariya giştî ya cendirmeyan û midûriyeta giştî ya emniyetê de ji bo pêkanîna rêveberiyeke ewlekariya hundir a hevgirtî û bi bandor, li gorî teqwîma dema kin, navîn û dirêj xwe ji nû ve bi rêxistin bikin. Di çarçoveya vê armancê de;

Divê Projeya Mernîsê (Sîstema Nifûsê ya Navendî) li herêmê bi cih were anîn, qanûna ragihandina nasnameyê bikeve meriyetê. Di vê mijarê de wezîfeyên mezin dikevin ser milê keyayan.

Li gundên navendî yên rêxistina emniyetê lê nîne, li navendên ku pêwîstî pê tê dîtin û li şaredariyan, qedeme bi qedeme rêxistinên emniyetê divê bên xurtkirin û bigihêjin wê astê ku yekîneyên operasyona taybet li wan deveran karibin bi cih bibin. Di vê pêvajoyê de ji bo hêzên operasyonê qels nebin û motîvasyona wan kêm nebe, divê bi lezgînî ji aliyê madî ve maeşekî têrker ji wan re bê dayîn û di vî warî de guhertin bê kirin. Gelekî girîng e ku li herêmê hêzên ewlekariyê yên xwecihî neyên bikaranîn.

Hêzên taybet û hêzên operasyonê yên ji navendên perwerdeyê hatine şandin divê ev valahî were dagirtin û bi taybetî personelên leşkerî yên ji herêmê ne, di operasyonê de neyên bikaranîn.

(…) Ji bo hêzên ewlekariyê yên li herêmê hîn bi bandor û berhemdar bin, sîstema tayînkirin, guhertina cih, terfîkirin û teqawîtiya ji neçarî di nava pîvanên objektîf de ne li gorî dem û sîstema liyaqatê, lê li gorî pêwîstiyê bê kirin. Hêzên operasyonê divê li hemû navçeyan bên bicihkirin, perwerde, feraseta wezîfeyê, rêbaz û amûrên wan di vê çarçoveyê de bên nirxandin.

(…) Rêveberên payebilind ên rêxistina terorê yên li bakurê Iraqê ji aliyê konsolosxaneya me ya li herêmê ve tên şopandin û YPG a ku ji vir ji aliyê rêxistina terorê ve tê sewqkirin û birêvebirin ji bo welatê me metirsiyeke mezin e. Konsolosxaneya me ya li Erbîlê, li pêşberî bûyerên gengaz divê rewşa girîng û lezgîn li ber çavan bigire, li dijî bandora rêxistina terorê ya li ser kurdên Sûriyeyê dest bi operasyona psîkolojîk bike, di nava gelê herêmê de bi şêweyê “Rejîma Esad diparêze, pê re li hev kiriye, mafên gelê kurd dike qurbanê ewlekariya rejîmê” operasyona psîkolojîk bike, ji bo baweriya bi rêxistinê bikişîne tim û tim bi hin şexsiyet, lîderên siyasî û rûspiyên diyarkirî yên kurd ên li Sûriyeyê re hevdîtinan bike, mîsyonan bide wan, wan bi rê ve bibe, wan bi hêzên herêmî re bigihîne hev, yekitî û tifaqê di navbera wan û hêzên herêmî de çêbike. Ev yek li berjewendiyên dewleta me tê. Ji bo li nava kurdên Sûriyeyê cih li rêxistina cihêkar bê tengkirin û bandora wê bê şikandin, ger karibe bê kirin were tasfiyekirin û ji aliyê siyasî ve bê pasîfkirin, divê bi her rengî desteka madî û manewî bê dayin; ji bo kurd bi neteweperestên ereb ên sinî yên li dijî rejîmê re têkoşîna çekdarî bikin, desteka madî û manewî ji reîsên eşîran û rûspiyên li herêmê re bên dayin.

(…) Dema ku operasyon ji medyayê re hate ragihandin, divê hay ji wê yekê hebe ku provokasyon û dezenformasyon bên astengkirin, agahî ji raya giştî re bê dayin û moralê hêzên me yên ewlekariyê neyê xerakirin. Ji bo başiya operasyonê girîng e agahî û dîmen ji aliyê AA ve bên belavkirin û rojname û ajans dema ne pêwîst be nûçegihanên xwe neşînin herêmê. Dema ku pêwîstî pê hebe jî bi destûra fermandarên operasyonê dikarin biçin herêmê, dîmenên pêwîst bigirin û van biweşînin. Pêwîste li herêmê bi taybetî nûçegihanên AA û TRT hebin, nûçeyên hatin çêkirin û dîmenên hatin kişandin bi saziyên din ên çapemeniyê re werin parvekirin, çapemeniya biyanî jî akredîtasyon û çavdêriyê karibin bên herêmê. Di aşkerakirina hejmara terorîstên hatin kuştin de divê çapemenî serbest bin, naxwe hejmarên rûtîn dê serê raya giştî tevlihev bike. Berpirsyariya personelên rêveber e ku pêşî li ragihandina mirina sivîlan bigirin û nûçe û dîmenên rê li ber têkçûna moralê hêzên me yên operasyonê veke, nehêlin bên weşandin. Navê ku li operasyonê were kirin û bikaranîna gotinên ku rêxistina terorê biçûk bixîne û moralê wê xera bike, divê ji rêveberên çapemeniyê re bê hiştin. Divê neyê jibîrkirin ku hîmê herî girîng ê operasyonê çapemenî ye.