Li Belçîkayê li dijî tecrîdê meş dest pê kir

Ji bo rakirina tecrîda girankirî ya li ser Ocalan, bi tevlêbûna gelek kurdistanî û dostên wan li bajarê Antwerpenê yê Belçîkayê ji bo 3 rojan meşek hate destpêkirin.

Bi armanca rakirina tecrîda girankirî ya li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan, li bajarê Antwerpen ê Belçîkayê meşa dirêj a ji bo 3 rojan dest pê kir. Kurdistanî û dostên wan ên tev li meşê bûn silav dan çalakgerên greva birçîbûnê.

Meşê ji ber Navenda Civaka Demokratîk a Kurd dest pê kir. Meşvan dê îro heta bajarê Mechelenê bimeşin. Meş dê roja yekşemê li meydana Schûmanê ya Brukselê biqede. ANTWERPEN