Dê gel bibe lehî û biherike Bakirkoyê

Hevserokê HDP’a Stenbolê Cengîz Çîçek ji bo mîtînga dê li Bakirkoyê bê lidarxistin bang li herkesî kir ku bibin lehî û biherikin qada mitîngê

Dê HDP’a Stenbolê di 3’yê sibatê de saet di 13.00’an de li Qada Azadiyê ya Bakirkoyê, ji bo balê bikişîne ser çalakiyên greva birçîbûnê yên li dijî tecrîda li Îmraliyê, mîtîngekê li dar bixe. Dê hevserokên HDP’ê Pervîn Buldan û Sezaî Temellî û hevberdevkên HDK’ê Gulistan Kiliç Koçyîgît û Sedat Şenoglu û gelek nûnerên partiyên siyasî û rêxistinên civaka sivîl jî tev li mîtîngê bibin. Her wiha dê Hevseroka Kongreya Civaka Demokratîk (KCD) û Parlementera HDP’ê ya Colemêrgê Leyla Guven jî ku ji bo dawî li tecrîdkirina Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan bê 87 roj in di greva birçîbûnê de ye, bi rêya înternetê bi awayekî zindî beşdarî mîtîngê bibe.

Hevserokê HDP’a Stenbolê Cengîz Çîçek, destnîşan kir ku ev mîtîngeke dîrokî û girîng e û wiha got: “Ev di heman demê de ji bo me tê wateya rêxistinbûna civakê ya li dijî polîtîkayên tecrîda li Îmraliyê.”

‘Ev heqîqetek e’

Çîçek bilêv kir ku mîtîng ji bo stenboliyan tê wateya “civîneke mezin a li dijî faşîzmê” û wiha got: “Sernavê sereke yê yekitiya hêzê ya li dijî faşîzmê, ferzkirina feraseta qirkirinê ya li kurdan e. Tu nêzîkatiyeke ku li dijî vê feraseta qirkirinê tev negere, ne demokrat e ne jî şoreşger e. Loma pêwendiya birêz Ocalan û vê mîtîngê bi vî awayî tê danîn. Em pêwendiya vê mîtîngê, bi vî awayî bi çalakiya Leyla Guven û zêdetirî 280 hevrêyên me yên  girtî re datînin. Ew kes ji bo dawî li tecrîdkirina birêz Ocalan bê bedena xwe dane ber mirinê di şexsê Ocalan de doza azadiya hemû nasnameyên bindest dikin.”

Çîçek destnîşan kir ku ew li dijî desthilata AKP-MHP’ê ku dixwaze vê pêwendiyê ji holê rabike ketine ser rêya lêgerîna ji bo heqîqetê û got: “Birêz Ocalan û siyaseta demokratîk a kurd rastiya vî welatî ye û di navenda vê polîtîkayekê de ye. Windakirina li wir tê wateya windakirina li hemû erdnîgariyan. Ew tecrîda li Îmraliyê dest pê kir, niha li çiyayên Dêrsimê, li gundên Dêrsimê jî tê sepandin. Ev heqîqetek e. Aqilê dewletê bi vî awayî dixebite. Ev teknîkeke rêveberiyê ye. Em jî mecbûr in li dijî vê teknîkê, teknîka têkoşîneke demokratîk biafirînin. Loma em hemû derdorên berxwedêr ên Stenbolê vedixwînin mîtîngê. A rast ev ne mîtîngeke HDP’ê ye. Me hemû xebatên xwe bi vî rengî kirin. Kedkarê agir berda bedena xwe û tecrîdkirina birêz Ocalan girêdayî hev in.”

Dê peyama 31’ê adarê bidin

Çîçek di berdewamî ev tişt gotin: “Em ê ji niha ve ji bo 31’ê adarê vê peyamê bidin; wê koalîsyona AKP-MHP’ê li Stenbolê winda bike. Divê em bêjin gelê Stenbolê li hemberî vê feraseta tekparêz têdikoşe. Divê em bêjin em careke din dîrokê dinivîsînin. Tim û tim bindestan dîrok nivîsandiye. Divê em bêjin em ê careke din dîrokê binivîsînin. Em wê rojê wekî starta nivîsandina dîrokê dinirxînin. Piştî vê hevdîtina mezin ew e ku em di 31’ê adarê de li Stenbolê faşîzma AKP-MHP’ê birûxînin.”

Çîçek destnîşan kir ku divê li dora Leyla Guven û girtiyên di greva birçîbûnê de “benda hevrêtiyê” bê çêkirin û wiha got: “Em mecbûr in li dijî bêçaretiya li me tê ferzkirin qîrîna serhildanê, qîrîna demokratîkbûnë di 3’yê sibatê de bigihînin lûtkeyê. Li vî bajarî milyon û 200 hezar dengên me hene, îcar em mecbûr in di 3’yê sibatê de bi sedhezaran bên cem hevdu. Ger wê rojê em bi sedhezaran bêm cem hevdu û em li dora Leyla Guven û hevrêyên wê çepera hevrêtiyê çêbikin û em hevrêtiya wan heq bikin, em baş dizanin dê faşîzma paşverû nikaribe guhnedêriyê bike. Me dît, roja şemiyekê bi hevdîtineke korsan hevdîtinek pêk anîn. Hevdîtineke korsan bû. Em di ser vê hevdîtina korsan re dikarin vî tiştî bibêjin; dê berxwedêr careke din bikin ku serdest hesabên xwe bikin. Qibleya me tenê berxwedan e. Wê rojê divê her yek ji me bibe Leyla. Divê wê rojê her yek ji me bibe hevrêyên me yên em niha navên wan nizanin û zêdetirî 40 roj in di greva birçîbûnê de ne. Divê wê rojê her yek ji me bibêje em tecrîda li îmraliyê, bêhiqûqîtiya li Îmraliyê qebûl nakin. Wê rojê ger em bibin em, dê têkoşîn bi ser bikeve.”

Dê biherikin Bakirkoyê

Çîçek di dawiya axaftina xwe de jî wiha got: “Dê ew roj Qada Azadiyê ya Bakirkoyê bibe gola avê û dê 39 navçeyên li dora wê jî bibin çem. Ew çem mecbûr e biherike wê golê, ew gol mecbûr e mezin bibe, ew gol mecbûr e di ser re biherike. Em ê peyamekê bidin xwediyên van polîtîkayan. Heta ev behra ji gelan hebe, dê tu polîtîkayên we bi kêr neyên. Wê rojê dê Stenbol mizgîniya windakirina vê rejîma faşîst bide. Divê wê rojê gelê me girse bi girse berê xwe bide qada mîtîngê. Ez Newrozê bi bîr dixim. Digotin vîna gelê kurd şikiyaye. Wexta gelê kurd ber bi qada Newrozê ve diherikî, du polîsan ji hev re digotin ‘keko dîsa jî tên.’ Em ê wê gotinê careke din bi wan bidin gotin. Belê, em ê dîsa bên.” STENBOL