Lîstikên qirêj ên PDK’ê û MÎT’a tirkan

Piştî ku gelê Şêladizê serî hildabûn û baregeha tirkan şewitandibûn, PDK ji bo ku xwe li ber dilê AKP’ê şîrîn bike tevî MÎT’a tirkan li herêmê li hemberî PKK’ê hewl dide meşekê li dar bixe

Hefteyek borî gelê Şêladizê li hemberî baregeha leşkerî ya dewleta tirk serî hildabû û wesayîtên leşkerî jî din nav de gelek alavên leşkerî şewitandibû. Piştî vê serhildanê PDK’ê ji bo dilê dewleta tirk xweş bike, li ser navê gel lêborîna xwe ji dewleta tirk xwest. Hin rayedarên PDK’ê ji bo ku xwe li ber dilê tirkan xweş bikin, hin daxuyaniyên sosret dan. Piştî van daxuyaniyan dora bajar û navçeyên Şêladizê û Amêdiyê hatin girtin. Ji bo girtina çalakgeran operasyonek hatibû destpêkirin û heta niha 130 kes hatine destgîrkirin.

Piştî ku endamên YNK û Goranê hatin girtin, ev partiyan têkilî bi PDK’ê re danîn û endamên wan  hatin berdan. PDK’ê endamên Tevgera Azadî berneda û gef li eşîran xwar. PDK’ê bi darê zorê xwest ev kesên ku hatine destgîrkirin li dijî Tevgera Azadiyê ya Kurdan bide axaftin û ev tişt li ser medyaya civakî belav kir û wekî AKP’ê xwest meseleyê berevajî bike.

PDK tevî MÎT’ê li qirêjiyê digere

PDK û MÎT’a tirkan li herêmê hewl didin li dijî Tevgera Azadiyê ya Kurdan lîstikeke qirêj pêk bîne. Li gorî agahiyên ku hatine bidestxistin, PDK û MÎT’ê li herêmê bi sedan kes destgîr kir û bi darê zorê xwest wan bide axaftin. Piştî ku vê tevgera wan bi ser neket, niha jî gefan li eşîrên li Şêladizê, Amediyê û Dêrelokê dixwe. Tê diyarkirin ku eşîrên ku gef li wan hatiye xwarin, zext li ser wan tê kirin ku tevli meşa li dijî gerîlayên Kurdistanê bibin û yên ku tevli vê meşê nebin dê bi darê zorê ji malên xwe werin girtin.

Li Eşîra Rêkanî gef tê xwarin

Tê diyarkirin ku PDK û MÎT ji bo meşa li dijî gerîlayên PKK’ê herî zêde gefan li eşîra Rêkanî dixwe. 4 endamên eşîra Rêkanî di êrîşa dewleta dagirker a di 23’ê çileyê  de ya li herêma Reşwa a Dêrelokê hatibû qetilkirin. Piştre gelê Şêladizê li dijî baregeha dewleta tirk serî hildabû.

Sedemên dîrokî hene ku PDK û MÎT gefan li eşîra Rêkanî dixwin. Di navbera eşîra Rêkanî û malbata Barzaniyan de ji salên 1960’î de nakokî hene. Di sala 1961’ê de Mistefa Barzanî li hemberî Abdulkerîm Kasim pişta Abdulselam Arif digire. Piştî vê nakokiyê PDK gundên Rêkaniyan dike hedef.

Ji Dêrelok, Bamernê û Şêladizê heta Ûrmiye û Şemzînanê 300 gundên eşîra Rêkanî ji aliyê PDK’ê ve tên valakirin. Beşeke eşîrê çû Bexda, Mûsil û Basrayê, beşeke eşîrê jî çû Rojhilat û Bakur. Şerê di navbera PDK û eşîra Rêkaniyê heta salên 2003’yan domiya. Di sala 2003’yan de piştî ku DYA mudaxeleyî Iraqê kir, Mesût Barzanî li Hewlêrê mal da kesên ku mixalifên wî ne. Yek ji van jî pismamê wî Ethem Barzanî ye û yê din jî serokê eşîra Rêkanî Mihemed Axayê Kelhê ye.

Herçiqas tê xuyakirin malbata Barzanî û eşîra Rêkaniyan li hev hatibin jî piştî serhildana Şêladizê PDK vê eşîrê dike hedef û ev jî dide xuyakirin ku nakokî hê neqediyane. DUHOK