Guven bi ruhê zindana Amedê gel silav kir

 Hevseroka KCD’ê Leyla Guven ku 88 roj in li dijî tecrîdkirina Ocalan di grevê de ye, bi rêya weşana zindî beşdarî mîtîngê bû û wiha got: “Ez we bi ruhê zindana Amedê silav dikim.”

Berxwedana hevseroka KCD’ê Leyla Guven a greva birçîbûnê ya bêdem û bêdorveger ku bi armanca tecrîdkirina Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan bi dawî bibe dest pê kiriye, di roja 88’an de berdewam dike. Guven bi rêya weşana zindî ya Skyp’ê ji Amedê beşdarî mîtînga Stenbolê bû û beşdarên mîtingê silav kirin. Guven ji ber pirsgirêkên xwe yên tenduristiyê pir kin axivî tenê beşdarên mîtîngê silav kir û wiha got: “Ez we hemûyan bi ruhê berxwedana zindana Amedê silav dikim.  Xwedê kirî hûn hene. Bijî biratiya gelan. ”

Ji vê rêyê veger tune ye

Piştre hevberdevkê Kongreya Demokratîk a Gelan (HDK) Sedat Şenoglu, derket ser dikê û gel silav kir. Şenoglu bal kişand ser gotina Pîr Sultan Abdal a “Yên vedigerin bila vegerin, em venagerin ji rêya xwe” û berxwedana Leyla Guven û girtiyên zindanan silav kirin. Şenoglu anî zimn ku rêya Guven û girtiyên din rêya ku vegera wê tune ye û wiha got: “Bedena xwe ji bo pêşxistina aştî, demokrasiyê danîn holê. Bê berjewendiyên şexsî ketin rê. Ji vê rêwîtiyê bi rûmetir rêwîtî tune ye. Yên ew qas rêya azadiyê vedikin hene? Na. Ev rê teqez û teqez dê bigihêje armanca xwe. Sebahat Tunce, Selma Irmak, Nasir Yagiz dibêjin ‘Gelên herêmê bi hezaran salan bi hev re jiyan dîsa bi hev re bijîn. Daxwaza wan a sereke rakirina tecrîdkirina birêz Ocalan heye. Ev rêyek dirêj e lê rêya ku vegera wê tune ye. Divê em hemû bi berxwedana xwe vê rêyê vekin. Bi piştevanî û berxwedanê tecrîdê em bişkînin. Ez bawer dikim ku em ê bi ser bikevin. Mifteya aştî, demokrasî û azadiyê li Îmraliyê ye.” Piştî axaftinan mîtîng bi stranên hunermendan berdewam dike. STENBOL