Li Colermêrg û Mêrdînê starta hilbijartinê

Namzedên Hevşaredariyê yên HDP’ê li Colemêrg û Mêrdînê starta xebatên hilbijartinê dan û çûn serdana gel

Rêxistina Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) ê ya Colemêrgê, li avahiya  partiyê bi civîna çepmeniyê starta xebatên hilbijartinê da. Hevserokên HDP û DBP’ê yên bajêr, namzedên Hevşaredarên Colemêrgê Seher Kadîroglu Ataş û Cîhan Kahraman beşdarî civînê bûn.

Ateş di civînê de axivî û wiha got: “Me îro dikandar ziyaret kirin û dest bi xebatên hilbijartina herêmî ya 31’ê adarê kir. Em ê li bajêr bikevin hemû koçeyan û li deriyê hemû malan bidin. Em ê biçin serdana hemû dikandar, rêxistinên civaka sivîl, saziyên jinan û mal bi mal bigirin û pirsgirêkên wan guhdar bikin. Colemêrg Ya Me Ye. Em ê nedin kesek din.”  Namzetên hevşaredaran û rêveberên bajêr piştî daxuyaniyê çûn serdana esnafan.

Li Mêrdînê jî namzetên Hevşaredarên Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) ê ya Mêrdînê, li Qada Azadiyê ya navçeya Qoserê starta hilbijartinê dan. Namzeta Hevşaredara Bajarê Mezin a Mêrdînê Fîgen Altindag jî di nav de hevşaredarên navçeyan li avahiya HDP’ê ya navçeyê ji aliyê girseyê ve bi lêxistina  çepik û erbaneyan hatin pêşwazîkirin. Namzedên HDP’î piştre heta Qada Azaediyê bi girseyê re meşiyan. COLEMÊRG/ MÊRDÎN