HDP li meclisê dest bi nobeta aştiyê dike

Hevseroka HDP’ê Pervîn Buldan, di komcivîna partiya xwe ya li meclisê de li ser tecrîda Îmraliyê û çalakiya Leyla Guven axivî. Buldan soz da Leyla Guven ku dê wê bidin jiyîn û îro heta sibê dê bi tevlêbûna hemû parlamenteran li Meclisê nobeta aştiyê bigirin

Hevseroka Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) Pervîn Buldan, di kom civîna partiya xwe ya li meclisa Tirkiyeyê ya îro de tenê li ser çalakiya Hevseroka KCD’ê Leyla Guven axivî. Buldan diyar kir ku ew soz didin Leyla Guven ku dê wê bidin jiyîn û tecrîdê bişikînin.

Buldan di axaftina xwe de ev tişt anî ziman: “Em bi rojeva Leyla Guven civiyane. Ji Tirkiyeyê heta Ewropayê dengê wê û berxwedana wê sînor derbas kirine. Ji bo em bibin dengê wê em li vir kom bûne. Îro berxwedana wê di roja 90’enîn de berdewam dike. Sebahat Tuncel û Selma Irmak ji bo piştgiriyê bidin çalakiya wê 21 rojin di greva birçîbûnê de ne. Li zindanan 315 girtî di grevê de ne. Li Ewropayê, li zindanan çalakî belav dibe.  Tecrîda Îmralîyê 20 sal in didome. Welat 20 sal in di bin tercîdê de ye. Kengî tecrîd rabû ken, aştî, ronahî û aramî pêş ket. Kengî tecrîd dest pê kir, şer, binpêkirin, hêsir û girî bi pêş ketin. Ji ber vê yekê tecrîd tarî û şer e. Ji  bo tecrîd bi dawî bibe, Leyla Guven 90 roj in hêvî û baweriyê bi pêş dixe. Hêz û wêrekiyê bi pêş dixe. Teqez û teqez em ê tecrîdê bişkînin. Em bawer dikin teqez dê tecrîd bişkê û roj ji nûve hilê. 90 roj in hêvî û wêrekî di şexsê Leyla ji nûve jîn dibe. Li wir roja ji bo aştiyê hilê heye. Em di rêya ku bi vê rohahiyê ronî bibe de dimeşin. Em soz didin Leylayê ku ew ronahiya di çavê te de de venemire. Ew ronahî qet û qet wê venemire.”

‘Em ê tecrîdê bişikînin û te bidin jiyîn’

Bi berdewamî Buldan wiha got: “Em careke din bang li hemû kesên xwedî wijdan dikin ku ji bo Leyla û hemû hevalên di grevê de bidin jiyîn em bibin dengê Leylayê. Jiyana Leyla jiyana welat, aştî û demokrasiyê ye. Sibê bêyî dereng bimîne em hemû bi hev re lê xwedî derkevin.  Em bang li hikûmetê dikin hêviya gelan a aştiyê venemirînin. Hêj rê nêzîk e vegerin. Zû dawî li tecrîdê bînin. Em îro dê heta sibê li meclisê bi tevlibûna hemû parlamenteran nobeta aştiyê bigirin.  Brêz Leyla Guven, emê tecrîdê bişikînin, tecrîdê bişkînin aştiyê bidin jiyîn. Teqez em ê decrîdê bişikînin û te bidin jiyîn.” ENQERE