HDP’iyan li meclisê dest bi nobetê kirin

Li Meclisa Tirkiyeyê parlamenterên HDP’ê ji bo balê bikişînin ser çalakiya Leyla Guven a li dijî tecrîdkirina Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan dest bi çalakiyê kirin

Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) ji bo desteka li Hevseroka KCD’ê Leyla Guven, ku ji bo tecrîda li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan rabe ev 90 roj in di greva birçîbûnê de ye li Desteya Giştî ya Meclisê dest bi çalakiya ‘Nobeta Aştiyê’ ya rojekê kir.

Hevserokên HDP’ê Perîn Buldan û Sezaî Temellî û gelek parlamenterên HDP’ê bi wêneyên Leyla Guven li kursiyên meclisê dest bi çalakiyê kirin.

Serokwekîla Koma HDP’ê Fatma Kurtulan li Desteya Giştî axivî. Kurtulan bi bîr xist ku Guven ev 90 roj in di greva birçîbûnê de ye, endama meclisê ye û wiha got: ”Leyla ya ku ev 90 roj in di greva birçîbûnê de ye, bêyî ku cihêkarî were kirin ji bo ku hiqûq û yasa ji bo her kesî were bicihanîn, ji bo ku tecrîda li Imraliyê rabe ango ji bo ku ev welat destûra xwe bi cih bîne hewl dide.”

Kurtalan her wiha çalakiya greva birçîbûnê ya Hevseroka DBP’ê Sebahat Tuncel û wekîla berê ya HDP’ê Selma Irmak jî bi bîr xist û got ku ne tenê ev, her wiha li 60 girtîgehî, 48 jê jin 295 girtî di greva birçîbûnê de ye û wiha domand: ”Dema ku siyaseta pirsgirêkan çareser neke, mirov dema ku bêgav man, bedena xwe didin ber mirinê. Leyla Guven û kesên din ên ku ketine greva birçîbûnê ji bo ku hiqûqa berdest were bicihanîn di greva birçîbûnê de ne. Di bin banê meclisê de divê em çareseriyekê bibînin. Beriya ku kesek bimire meclis demildest divê bi berpirsyariya xwe rabe. Encex wiha em dikarin rê li ber mirinê bigirin. Em dibêjin, em bi berpirsyarî tevbigerin. Em careke dî daxwaz dikin, ji bo ku Leyla bijî meclis divê bi berpirsyarî tevbigere.” ENQERE