HDP’ê navên namzetên 30 şaredariyan aşkera kirin

Berdevkê HDP’ê Saruhan Oluç namzetên şaredariyên ku heta  niha nehatine aşkerakirin, ragihandin. Di heman demê de Oluç da zanîn ku dê li Tirkiyeyê li gorî taktîka ku bi desthilatdariyê bide windakirin, tevbigerin

Berdevkê Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) Saruhan Oluç, li navenda giştî ya HDP’ê geşedanên dawî yên li Tirkiye û bakurê Kurdistanê nirxand. Di heman demê de Oluç namzetên hin bajar û navçeyên ku heta niha nehatibûn aşkerakirin jî ragihandin.

Di civînê de Oluç di serî de bal kişand ser çalakiya greva birçîbûnê ya bêdem û bêdorveger a ku hevseroka Kongreya Civaka Demokratîk (KCD) û parlamentera HDP’ê ya Colemêrgê Leyla Guven ji bo rakirina tecrîda girankirî ya li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan daye destpêkirin. Oluç bi bîr xist ku Guven 91 roj in di greva birçîbûnê de ye û wiha domand: “Rewşa Guven û girtiyên li zindanan di grevê de ne, ketiye asteke krîtîk. Ji bo ku balê bikişînin ser çalakiyê, me li meclisê dest bi Nobeta Aştiyê kir.”

‘Mafê Ocalan tê binpêkirin’

Oluç di berdewamê de jî daxuyand ku çalakiyên greva birçîbûnê ji bo rakirina tecrîda li ser Ocalan hatine destpêkirin û wiha domand: “Ji nîsana sala 2015’an heta niha 46 meh derbas bûn. Ango hezar û 400 roj derbas bûn. Di vê pêvajoyê de tenê 2 caran hevdîtinên ku 15 deqeyan hatine kirin. Ev yek hem di hêla mirovahiyê de û hem jî di hêla hiqûqî de nayê qebûlkirin. Divê mafê birêz Ocalan ê mirovî û hiqûqî neyê binpêkirin. Em careke din bang li desthilatdarî û wezareta dadê dikin ku gavan bavêjin.”

Taktîka HDP’ê ya li Tirkiyeyê

Piştre jî Oluç bal kişand ser stratejiya HDP’ê ya hilbijartinê û ev agahî dan: “Em nîqaşên li ser medyayê jinêz ve dişopînin. Her kesên ku dikevin ekranên televîzyonan, li ser HDP’ê nîqaşan dikin. Lê di nava wan nîqaşan de tu HDP’î nînin. Ango muxatabên nîqaşên li wir nînin. Em ê hemû şaredariyên ku qeyûm lê hatine tayînkirin, paşve vegerînin. Em dixwazin li rojavayê Tirkiyeyê jî bi desthilatdariyê bidin windakirin. Di vê çarçoveyê de jî hin gavên taktîkî hatine avêtin. Em ê li bajarên rojavayê Tirkiyeyê, li Yekitiya Hêzan beşdarî hilbijartinê bibin. Em ê di hilbijartinê de bi hêzên demokratîk re mil bidin milê hev.”

Bal kişand ser gotinên serçete Peker

Her wiha Oluç têkildarî daxuyaniya serçete Sedat Peker ku digot; ‘Bila her kes rahêlin çekan’ û ev nirxandin kir: “Gelo Sedat Peker desthilat e yan AKP? Divê partiyên siyasî bersiva van gotinan bidin. Balkêşe ku ev gef her tim beriya hilbijartinê tên kirin.” Oluç der barê namzetên Semsûr û Dîlokê jî ev tişt anî ziman: “Em ê di rojên pêş de namzetên Stenbol û Îzmîrê aşkera bikin. Li Dîlokê em ê piştgiriyê bidin namzetê DSP’ê Celal Dogan. Li Semsûrê em ê destekê bidin Ahmet Faruk Unsal.”

Navên kesên hatin hilbijartin

Herî dawî jî Oluç navên namzetên hatine aşkerakirin parve kir. Li gorî Oluç navên namzetan wiha ne:

AGIRÎ:

Navçeya Navendî: Yelîz Karaaslan û Abdurrahman Dogar

ÇEWLÎK

Navçeya Navendî: Hatîce Kavran û Hişyar Ozsoy

AMED

Çinar: Necla Tamrîş û Bedrî Kaya

ERZIROM

Xinûs: Nûrcan Felekoglu û Mehmet Bayraktar

ÎDIR

Halfelî: Merve Madak û Hasan Safa

MÊRSÎN

Akdenîz: Emîne Şilan Yuksekkaya û Alaattîn Erdogan

MÛŞ

Gurgum: Ulku Karaaslan û Mahmût Yalçin

SÊRT

Navenda Sêrtê: Bêrîvan Helen Işik û Resûl Kaçar

RIHA

Weranşar: Roza Yazmaci û Hidir Oktay

Serêkaniyê: Narîn Gezgor û Mehmet Alî Kahraman

Hawag: Rabîa Aslan û Mahmut Çakmak

DÊRSIM

Navenda Dêrsimê: Nûrşat Yeşîl û Hidir Demîr

Xozat: Îlknûr Dogan û Nesîmî Ataş

Pertek: Mustafa Taşkale

Mazgîrt: Alî Ekber Saratli

Akpazar: Songul Dogan û Orhan Çelebî

Nazimiye: Rahîme Kizilkan û Ozkan Arslan

Ovacik: Serpîl Argin û Sînan Zenk

Pulîmûriya: Gurol Yilmaz

Çemîşgezek: Suleyman Karadag

BALIKESÎR

Navenda Balikesirê: Alî Kenanoglu

KONYA

Şaredariya Bajarê Mezin a Konyayê: Hangul Işık û Giyasettîn Almaz

Cîhanbeylî: Serap Kaya û Mehmet Yalçin

Meram: Arîf Baş

Karatay: Abdurrahman Aslan

Ereglî: Siddik Atici

Selçuk: Ramazan Ot

YALOVA

Navenda Yalovayê: Semra Gonenç

MÛGLA

Navenda Mûglayê: Dîlek Dobrucali û Mehmet Polat

DENÎZLÎ

Navenda Denîzliyê: Şerîfe Yildirim û Mûsa Aydin ENQERE

Dikarî Biecibînî