DMME’yê çavê xwe li sûcê mirovahiyê girt!

Navenda Nûçeyan

Dadgeha Mafên Mirovan a Ewropayê (DMME) têkildarîvhovîtiya giran a li jêrzemînên Cizîrê ku sûcên giran ên şer lê hatibûn kirin, serlêdana ji bo Orhan Tûnç qebûl nekir

Dadgeha Mafên Mirovan a Ewropayê (DDMME) biryara xwe ya têkildarî qetilkirina 137 kesên di salên 2015-2016’an de di jêrzemînên navçeya Cizîr a Şirnexê de hatine qetilkirin, da. Di serlêdanê de ku parêzer Ramazan Demîr nûnertî dikir, biryara ‘nikare were qebûlkirin’ hate standin.

Serlêdana navborî beriya niha ji hêla Mehmet Tûnç ve ji bo birayê wî Orhan Tûnç hatibû kirin. Piştî ku Mehmet Tûnç û Orhan Tûnç di sibata sala 2016’an de hatin qetilkirin, serlêdan hatibû nûkirin.

Bi serlêdanên bavê Tûnç, Ahmet Tûnç û serlêdanên Guler Yerbasan û Zeynep Tûnç daxwaza dozê hate domandin. Li Cizîrê dema ku qedexeya derketina derve ya 79 rojan dom dikir ku di 14’ê kanûna sala 2015’an de hatibû ragihandin, 7’ê sibata 2016’an 137 kesên ku di sê jêrzemînan de asê mabûn hatibûn qetilkirin. Komîseriya Bilind a Mafê Mirovan a Neteweyên Yekbûyî (NY) jî li ser hovîtiya li vir pênaseya ‘rewşeke mîna qiyametê’ kiribû. Gelek rêxistinên mafê mirovan jî destnîşan kiribûn ku êrîşên li dijî sivîlan, sûcê şer e.

Heta niha 36 doz hatine binpêkirin

Meclisa Parlamenter a Konseya Ewropayê bir biryarekê diyar kiribû ku qedexeya derketina derve bandor li 1,6 milyon kesî kiriye û 355 hezar kes jî koçber bûne. Di biryara DMME’yê de hat destnîşankirin ku der barê binpêkirinên di dema qedexeya derketina derve de heta niha  36 doz hatine vekirin.

Xalên ku hatin binpêkirin

Di serlêdana ji bo Orhan Tunç de serlêdaran xala 2’yemîn a Peymana Mafên Mirovan a Ewropayê ku derxist pêş û diyar kirin ku mafê jiyanê nehatiye parastin û têkildarî mirina wî jî tu lêpirsînên serbixwe nehatine kirin. Serlêdaran destnîşan kir ku ji ber ku lêpirsîneke karîger nehatiye kirin, xala 13’an jî hatiye binpêkirin. Her wiha serlêdaran da zanîn ku ji ber sedema îşkence û kirinên dermirovî xala 3’yan, ji ber jiyana taybet  xala 8’an û her wiha xalên têkildarî parastina yekparetiya fizîkî û serlêdanên şexsî hatine binpêkirin. Di serlêdanê de her wiha hate gotin qedexeya derketina derve jî binpêkirina xalên peymanê ne.

Dadgehê di biryara xwe de got  ku hê rêyên hiqûqa hundirîn neqediyane û rêya serlêdana şexsî ya Dadgeha Destûrê vekiriye. Dadgehê di encamê de bi yek dengî biryar da ku serlêdan neyê qebûlkirin.

Dikarî Biecibînî