KCD: Têkoşîna şehîdên Cizîrê çavkaniya têkoşîna me ye

 

 KCD’ê bi daxuyaniyekê şehîdên jêrzemînên Cizîrê bi bîr anî û ev tişt ragihand: “Têkoşîn û berxwedana wan a lehengî dê bibe çavkaniya dilsozî û biryardariya me ya têkoşînê.”

Kongreya Civaka Demokratîk (KCD), bi boneya salvegera Komkujiya Cizîrê daxuyaniyeke nivîskî weşand. KCD’ê di daxuyaniya xwe de kesên di komkujiyê de jiyana xwe ji dest dane bi bîr anî. Di daxuyaniyê de KCD’ê ev tişt ragihand: “Tifaqa nijadperest a AKP-MHP’ê ku li ser dijminatiya li kurdan ava bûye, ji her hêlê ve bi awayekî dijwarî êrîşî gelê kurd dike û ev êrîş dewam dikin. 2 sal berê daxwaza gelê kurd a xwerêveberiyê ku daxwaza herî rewa û demokratîk e, bû hedefa êrîşên giran. Piştî berxwedana li Sûr, Cizîr, Nisêbîn, Şirnex, Hezex û hwd., gelek bajar û navçeyên kurdan hatin hilweşandin, wêrankirin û zarok û jin jî di nav de bi sedan kes hatin kuştin. Bi van komkujiyan re xwestin daxwazên gelê kurd ên demokratîk û neteweyî û bi vê re têkoşîna gelê kurd têk bibin. Li jêrzemînên Cizîrê nêzî sêsed kurdên sivîl bi awayekî hovane bi topbarana tangan hatin şewitandin.”

Di daxuyaniyê de her wiha ev tişt hatin aşkerakirin: “Îro 3’yemîn salvegera komkujiya Cizîrê ye. Di 3’yemîn salvegera komkujiyê de em di şexsê Mehmet Tunç, Asya Yuksel de berxwedêrên xwerêveberiyê hemûyan bi rêzdarî bi bîr tînin. Em diyar dikin ku têkoşîn û berxwedana wan a lehengî dê bibe çavkaniya dilsozî û biryardariya me ya têkoşînê.” AMED