Li Rojhilat pêngava ‘Êdî Bes e’ hate ragihandin

Navenda Nûçeyan

Înîsiyatîfa Gel a Rojhilatê Kurdistanê bi dirûşma ‘Li her cihê ku zilm lê hebe, li wir berxwedan û têkoşîn jî heye’ pêngava ‘Êdî Bes e’ ragihand û bang li gelê rojhilatê Kurdistanê kir ku ji bo jiyanek azad  dakevin qadan û berxwedanê mezin bikin

Înîsiyatîfa Gel a Rojhilatê Kurdistanê  bi dirûşma ‘Li her cihê ku zilm lê hebe, li wir berxwedan û têkoşîn jî heye’ li ser malpera xwe ya fermî ya bi navê ‘Dîgr Bis Ast’ pêngava ‘ Êdî Bes e’ ragihand.

Înîsiyatîfa Gel a Rojhilatê Kurdistanê bang li gelê rojhilatê Kurdistanê kir ku li dijî zilm, zordariyê û ji bo jiyanek azad dakevin qadan.

Daxuyaniya Înîsiyatîfa Gel a Rojhilatê Kurdistanê wiha ye: “Sedsala 20’an ji bo gelê kurd sedsalek dijwar bû. Ji bo gelê kurd sedsalek komkujî, helandin û tunekirinê bû. Gelê me bi têkoşîna xwe ya qehremanî dikare li her çar parçeyên Kurdistanê,  ji bo niştiman û azadiya xwe canê xwe feda bike. Ev têkoşîn û qehremantî bi pêşengiya Rêber Apo hatiye destpêkirin.

Em zarok û xwendekarên kesên ku bi can û fedariya xwe em fêrî berxwedanê kirine ku ka çawa jiyanê azad bikin. Her wiha nîşan dan ku ‘Yekane rêya azadiyê berxwedan e û berxwedan jiyan e’

Em jî weke pêşiyên xwe jiyana koletî, bêberamber, bêserbilindî, bêazadiyê qebûl nakin û bang li tevahî gelê qehreman ê rojhilatê Kurdistanê dikin, weke her sê parçeyên din ên Kurdistanê dest ji bo jiyaneke azad dest bi berxwedan û têkoşînê bikin. Her wiha bi awayekî girseyî em biherikin qadan û kolanên rojhilatê Kurdistanê bikin cihê berxwedanê.”