Gumanbarên cînayeta Elçî hatin tespîtkirin

Di rapora ku ji bo ronîkirina cînayeta Serokê Baroya Amedê Tahîr Elçî ji hêla Beşa Mîmariya Edlî ya Forensîc Archîtecture ya Zanîngeha Londrayê ve hatiye amadekirin de 3 polîs weke gumanbar hatin destnîşankirin. Di raporê de hat diyarkirin ku ne pêkan e ku endamên PKK’ê Tahîr Elçî kuştibin

Ji bo tespîtkirina cînayeta Serokê Baroyê ya Amedê Tahîr Elçî, Beşa Mîmariya Edlî ya Forensîc Archîtecture ya Zanîngeha Londrayê raporek amade kir. Di raporê de delîlên dîtbarî, deng û belgeselê hatin analîzkirin û li gorî rasteqîniya rêzeqewimîna bûyerê, di çarçoveya cihê ku bûyer lê qewimiye jî modela wê ya sê alî ya dijîtal hate amadekirin û lêkolîn di vê çarçoveyê de hate raporkirin. Di raporê de têkildarî cînayeta Elçî 3 polîs weke gumanbar hatin destnîşankirin û ev polîs jî bi tîpên A, C, D hatin binavkirin.

Baroya Amedê di çarçoveya daxwaza Forensic Architecturê de daneyên dîtbarî bihîzbarî bi kar anî û ji bo ku bûyer ronî û zelal bibe, xwest ku di raporê de ev  tespît bên kirin: “Tespîta dema kuştina Elçî bê kirin. Divê kesên gule berdane bên tespîtkirin. Divê ji bilî Kolana Yenîkapiyê ku Elçî lê hatibû kuştin, bê tespîtkirin bê ka bi çekên lûledirêj ên derveyî kolanê êrîş hatiye kirin an na. Endamên PKK’ê yên ku di kêliya kuştina Elçî de di kolanê de direvin gelo dikare weke gumanbar bên dîtin an na, divê ev yek bê nirxandin. Ger ku hewce bike, divê yê ku guman li ser heye bê tespîtkirin. Karmendên polîs ên li Kolana Yenîkapiyê di kuştina Elçî de gumanbar in an na,  heta pêwîst be kîjan ji wan sifata gumanbariyê li sere bê tespîtkirin. Em dixwazin ku di kêliya kuştina Elçî de bê ka mudaxaleyekî tibbî ya têrker hatiye kirin an na  bê tespîtkirin.”

Çavkaniyên ji bo lêkolînê

Forensic Architecture di lêkolîna xwe de, Mutalaaya Pispor a ku Pisporê Tipa Edlî Dr. Umît Bîçer pêşkeşî Serokatiya Baroya Amedê kirî,  Rapora Pisporan a der barê şopandin û lêkolîna li ser cihê bûyerê, raporên lêkolîna balîstîk ku ji dosyeya lêpirsînê hatiye girtin,  Girteka Otopsî û Muyeneya Mirî ya Serdozgeriya Komarê ya Amedê û xêzkirinên avahisaziyê yên plan û eniyan ên ku ji hêla Odeya Avahîsazên Amedê ve di sibata sala 2014’an de ji bo Kolana Yenîkapiyê amade kirin, weke çavkanî hatine nîşandan.

Di rapora Forensic Architecture de rêbazên ku di lêkolînê de hatine bikaranîn jî wiha hatine diyarkirin: “Ji ber ku kêliya kuştina Elçî di dîmenên li ber dest de nehatiye qeydkirin, em neçar man ku em dikê di hêla cih û dem de careke din bisêwirînin û hemû aktoran jî di nava vê sêwirandinê de bi cih bikin. Her wiha hewceyî bi tespîtkirina kêliya ku Elçî hatiye kuştin û bê ka kîjan gule yên ku qeyda dengê wan heyî lê dîmenê wan heyî  dikare bibe derba mirinê, hatiye dîtin.  Ji bo Forensic Architecture vê lêkolînê pêk bîne hin analîzê multimedya û teknîka modelên mekanî hatiye bikaranîn.”

Vîdeoyên der barê bûyerê de

Di raporê de hat gotin dîmenên li cihê bûyerê hatine kişandin bi awayekî hemwext anîne ba hev û ji bo ku di aliyên cur bi cur de li bûyerê bê temaşekirin, 4 dosyeyên vîdeo yên bihîzbarî û dîtbarî bên tespîtkirin û bi rêya van dîmenan bikin wek hev anîne halê hemwext. Di raporê de hat destnîşankirin ku ji bilî kadraja 4 kamerayên di kêliya Elçî hat kuştin de delîl û şahidên din ên çapraz bên referanskirin û ji nû ve bên zindîkirin. Di raporê de wiha hat gotin: “Me di serî de pêkhatina kuştina Elçî ku di demek kin de pêk hatiye diyar kir. Ji bo vê yekê jî dema Elçî dijî kêliya wî dawî ku tê dîtin û kêliya ewil a bedena wî ya li erdê çavdêr kir.”

Di raporê de ji bo hejmara gulebaranê di mijara analîzê de ev tişt hatin gotin: “Me di van dîmenên anî ba hev û qeydên deng ên anîn ba hev dît ku ji aliyê kîjan kesên li cihê bûyerê hatiye kirin tespît kir. Ji bo em vê yekê tespît û îşaret bikin pêkan hat dîtin.”

Modela dijîtal a sêalî ya bûyerê

Di raporê de hat destnîşankirin ku daneyên bûyerê yên mekanî hatine bikaranîn û modela sêalî ya dîjatal pêk hatiye û wiha hat gotin: “Me xêzkirin û kişandina vîdeoyê ya li Kolana Yenîkapiyê ya dîrokî bikar aniye û modela sêalî ya dîjîtal a cihê bûyerê bikar anî. Me di modela dîjtal de xwe spart planên mîmarî û xêzkirina cepheyê rapora Odeya Avahîsazên Amedê. Me xêzkirina kodên Kolana Yenîkapiyê bi kar anî. Bi saya modela sêalî me nesne û bedenên têkiliya wan bi dem û mekan re heye analiz kir û pîvandina wê pêk anî. Me di dîmenan de kesên gule berdidin û rêgeha guleyan çavdêr kir. Mirov dibîne ku gulebarana kesan û modela sêalî dîsa kesên çek di destê wan de berê çeka xwe dane ser aliyê Elçî lê ye. Ji bo tespîta pozîzyona Elçî, endamên PKK’ê, polîs û rojnameger lê dimînin teknîkek ku navê ‘kalîvrasyona kamera’ lê tê kirin bi kar anî. Bi saya vê teknîkê mesafeya hêlîna kamerayekê yên wek dîstorsiyonuya varil, navenda optîk ku taybetmendiya optîka hundirîn hesap kir û li gel vê hesapkirinê jî tespîta pozîsyona kamerayê ya li gorî unsurê diyar ên li mekan û meyldariya wek parametreyên derve pêkan e. Ji ber vê yekê kirariya vê kalibrasyonê temîn kiriye ku em nesneyên li cihê bûyerê, pozîsyona van kesan, meyldarî û pîvana wan tespît bikin.”

Di rapora ku liv û tevgera endamên PKK’ê û polîsan tê analîzkirin de ev nirxandin tê kirin: “Ji bo tespîtkirina îhtîmala ku 2 endamên PKK’ê guleyên ku dikare bibe sedema mirinê berdabin an na, ji kameraya 1’emîn heta ya 4’an hemû dîmen bi baldarî hatin analîzkirin. Her kêliyekê dîmen hate lêkolînkirin û tevger, hewl û cihê her du endamên PKK’ê hatin şopandin. Her wiha me îhtîmala ku ji 5 polîsên yek jê yên ku me bi dîmenan li cihê bûyerê tespîtkirin bê ka guleya bûye sedema kuştinê berdaye yan na jî, lêkolîn kir. Me xetên îhtîmalî yên êrîşê yên polîsan nirxand û li hêla rasterast a ku Tahir Elçî dibîne nihêrî.”

Gule yek bi yek hatine analîzkirin

Her wiha di raporê de hat diyarkirin ku dengê guleyên di bûyerê de hatine teqandin jî yek bi yek hatine analîzkirin û rapor wiha didome: “Analîza hemû dengên ku li ber kêliya mijara lêkolîna me dikeve, hatiye kirin. Li gorî vê, ji van dengan kîjan jê ji derveyî dengên di çekên di dîmenan de xuya dikin cudatir e, hatiye nirxandin. Ji bo vê jî me profîlên dengên çekan ên spektrograman ên ku her dengekî di vîdeoyan de bi grafîkekê dîtbar dike, lêkolîn kir. Me profîla dengên çekan dan berhev û lêkolîna bê ka kîjan ji van dengan bi çekên lûledirêj ên ku pişt Kolana Yenîkapiyê hatiye berdan, kir.”

Her tişt kod kirin

Di lêkolînê de tê gotin ku aktorên bûyerê bi reng û navan hatine kodkirin û wiha tê gotin: “Tahîr Elçî di raporê de bi rengê sor û bi koda TE, endamên çapemeniyê bi rengê gewr, 2 endamên PKK’ê bi rengê zer û polîs jî bi rengê şîn û bi tîpên A, B, C, D û E hatine kodkirin.”

Di raporê de tê destnîşankirin ku kêliyên ku di 9 saniyeyên ji bo bûyerê hatine destgirtin de bi giştî 40 gule hatine berdan. Tê diyarkirin ku ev berdana guleyan bi rastkêşekê hatiye neqşkirin, ji bo berdana her guleyekê hejmarek hatiye dayîn û kêliya ku ji bo lêkolînê hatiye esasgirtin jî hatiye kodkirin. Di heman demê de tê gotin ku çeka ku gule berdaye û hedefa wê yan jî hêla wê hatiye tespîtkirin.

Guleyên endamên PKK’ê lêkolîn kirin

Piştî analîzan, di encama raporê de ji bo endamên PKK’ê ev tespît tê kirin: “Ji bo ku em bizanin bê ka yek ji endamên PKK’ê bûye sedema kuştina Elçî yan na, di serî de me guleyên ku di dîmenan de tespît bûye ku ji hêla polîsan ve hatine berdan, jê derxistin. Bi vê yekê re di vê asta analîzê de me bala xwe da ser guleyên ku nehat zanîn bê ka ji hêla kê ve hatine  berdan. Ji ber ku ne pêkan e ev yek ji hêla endamekî PKK’ê ve hatibe kirin. Ji bo dibêtiya guleyên ji hêla kesên nediyar ve hatine avêtin aydê K1 û K2 bin û her wiha dibêtiya ku ev gule bibin sedema kuştina Elçî, me lêkolîn kir. Di encama lêkolînên li jor ên di kêliyên li ber lêkolîna me de dikeve de, me tespît kir ku ne pêkan e endamên PKK’ê Elçî kuştibin.”

Xetên êrîşê yên polîsan

Ji bo analîza li ser polîsan jî di raporê de wiha tê gotin: “Me îhtîmala ku Elçî bi guleyên polîsan hatibe kuştin jî lêkolîn kir. Di serî de me bala xwe da ser guleyên ku di dema bûyerê de ji hêla polîsan ve hatine avêtin. Her guleyekê ku bi debanceya polîsan hatine avêtin, me lêkolîn kir. Di nava van de jî me guleyên ku dema hatine avêtin berê wan ne li hêla Elçî ne, jê derxistin. Me bi bikaranîna modela xwe dîmenê ya sêalî re tespît kir ku di dema qewimîna bûyerê de, xeteke êrîşê ya raste rast di navbera polîsên bi navên A, C û D yên gule berdan û Elçî de heye. Di navbera polîs B û Elçî de xeteke raste rast nîne. Ji bo her 5 polîsan, ji ser milên polîsên memûr heta quncikê herî dûr ê herêma ku di kêliya Elçî hatiye kuştin de, me şeklê wê yê sêalî çêkir. Bi saya van şeklan, me xeta êrîşê ya her polîsekî bê ka ji hêla kes an jî tiştên li derdorê ve çiqas hatiye astengkirin, şopand. Me encamên vê testê di rastkêşa li jêr de qeyd kiriye. Li gorî analîza me, di kêliya ku dema polîs A, C û D guleyan berdidin de, di navbera wan û Tahîr Elçî de (astengiyên di asta cuda de hene) xeteke rasterast heye. Ji ber vê jî, îhatîmal e ku ji van her sê polîsan yekî Elçî kuştibe. Bi guleyên bi hejmara 24, 26, 28 û 29 re polîs C, tekane memûre ku di navbera wî û Tahîr Elçî de rasterast xeta êrîşê heye.”

‘Ne pêkan e ku endamên PKK’ê Elçî kuştibin’

Di raporê de tê gotin ku guleyeke ku ji dûr ve li Elçî hatibe reşandin nehatiye tespîtkirin û rapor wiha bi dawî dibe: “Tahîr Elçî di roja 28’ê mijdara sala 2015’an saet derdora 10:55’an de, di kêliyeke bi qasî 7 saniye û 12 kareyan de bi guleyekê hatiye kuştin. Xuya ye ku her du endamên PKK’ê jî guleyên ku bibe sedema mirina Elçî, neberdane. Profîlên dengên hemû guleyên di dema kêliya li ber lêkolînê dikeve, dişibin hev. Di vê kêliyê de, delîleke ku şênber a dengê guleyên lûledirêj ku dibe ji dûr ve hatibe berdan, nehat bidestxistin. Di navbera Tahîr Elçî û sê polîsan (A,C û D) de xeta êrîşê ya rasterast heye û xuya dibe ku gelek caran gule berdane. Ji nav van polîsan C, tekane memûr e ku di xeta bê asteng û vekirî ya di navbera wan û Elçî de gule berdane. Nehatiye teqezkirin bê ka kîjan polîsên li cihê bûyerê ji kuştina Elçî berpirsyar e lê polîsên ku îhtîmaleke mezine bûne sedemê kuştinê, hatine tespîtkirin. Destnîşankirina armanca derba mirinê, nakeve ber lêkolîna me.” AMED

Dikarî Biecibînî