Li Parlamentoya Danîmarkayê konferansa Ocalan pêk hat

Li Parlamentoya Danîmarkayê li ser tecrîdkirina Ocalan konferansek hat lidarxistin. Di konferansê de daxwaza azadiya Ocalan hat kirin, piştgirî ji grevên birçîbûnê re hat dayîn û hat xwestin, PKK ji lîsteya ‘rêxistinê terorê’ bê derxistin

Li Parlamentoya Danîmarkayê li ser tecrîdkirina Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan konferansek hat lidarxistin. Piraniya wan danîmarkî nêzî 100 kes tevli konfearnsê bûn. Parlamenterên ji partiyên desthilatdarê û muxalefetê cihê xwe di konferansê de girtin. Di konferansê de mijarên; azadiya Ocalan, piştgiriya ji bo grevên birçîbûnê û derxistina PKK’ê ji nava lîsteya ‘rêxistinên terorê’ hatin nirxandin. Konferans ji aliyê Global Senîors, Forûma Kurd û Komîteya Helsînkî ya Danîmarkayê ve hate organîzekirin û Vîllo Sîgûrdsson moderatoriya wê kir.

Serokê Delegasyona Meclisa Parlamenteran a Konseya Ewropayê ya Danîmarkayê Mîchael Aastrûp Jensen di konferansê de axivî û wiha got: “Dostên me; kurdan em li dijî DAIŞ’ê bi tenê nehiştin. Ji bo parastina kurdan hêvîdar im em ê çareseriyekê bibînin. Divê em wan bi tenê nehêlin, ji ber ku me bi wan re li heman aliyî cih girt.”

Ji Global Senîorsê Per Bo jî ev tişt anî ziman: “Biryara Trûmp a vekişandina leşkerên amerîkî em hemû matmayî hiştin. Amerîkî, rayedarên Pentagonê, gelek pispor û rayedarên hikûmeta Amerîkayê bi xwe li dijî Trûmp derketin. Wezîrê Parastinê yê Danîmarkayê li dijî vê derket û diyar kir ku DAIŞ hêj li Sûriyeyê neqediyaye û divê bi kurdan re şerê li dijî DAIŞ’ê bidome.”

‘Erdogan dûrî mafên mirovan e’

Ji Komîteya Danîmarka Helsînkî Carl Erîk Foverskov diyar kir ku Tirkiye li Sûriyeyê, li derveyî welat, li Tirkiyeyê mafên mirovan binpê dike û ji bo kurdan binpê bike çi jê tê dike. Foverskov ji bo vê yekê jî mînaka Efrînê û Sûrê nîşan da û wiha got: “Ocalan mîna Mandela lîderekî welê ye ku dikare şer biqedîne. Ocalan ne tenê bandorê li kurdên li Tirkiyeyê dike, her wiha li kurdên li welatên din jî dike. Vekişîna Amerîkayê bi rengekî bê wext ji Rojava dibe ku rê li ber şer veke. Tirkiyeya Erdogan gelekî dûrî demokrasî û mafên mirovan e.”

‘Divê Ocalan ji nû ve bikeve dewrê’

Nivîskar û wergêrê alman, ji avakerên Komîteya Azadî ji Ocalan re Reîmar Heîder jî bi bîr xist ku Ocalan bi salan agirbest ragihand lê belê dewleta tirk Ewropa ji bo îzolasyonê îkna kir û ev tişt got: “Tecrîdkirina Ocalan banga li şer e. Li aliyê din, zextê li lîderên kurd, li Selahattîn Demîrtaş dikin. Piştî ku pêvajoya çareseriyê têk çû, şer ji her demê girantir bû. Ji ber vê yekê bi pêşengiya Leyla Guven grevên birçîbûnê tên kirin. Ji bo qedandina şer divê Ocalan ji nû ve bikeve dewrê. Rayedarên CPT gelekî xemsar in. Divê Ocalan karibe malbata xwe bibîne, bi telefonê biaxive, nameyan binivîsîne û werbigire. Xemsariya Ewropayê em hemû matmayî hişt. Amnesty Înternatîonal tu carî ji bo Ocalan kampanya siyasî nekir. Halbûkî ew mehkûmekî siyasî ye. Ji kerema xwe em xwedî li grevên birçîbûnê derkevin û ji bo rakirina tecrîdkirina Ocalan destekê bidin kampanyayan.”

‘Divê pêşî li Erdogan bê girtin’

Ji Partiya Alternatîf parlametner Ulla Sanbæk jî wiha got: “Destekê didim têkoşîna kurdan. Ez fêhm nakim bê Tirkiyeyiyên li Ewropayê çawa dikarin deng bidin Erdogan. Divê pêşî li jinûve hilbijartina Erdogan bê girtin.”

Endamê Komîsyona Pêşîgirtina li Îşkenceyê Tûe Magnûsen ev tişt anî ziman: “Divê di encamnameya konferansê de navê Ocalan derbas bibe. Pêwîste girtiyên siyasî hemû û Ocalan bên berdan. Di heman demê de divê navê PKK’ê ji lîsteya ‘rêxistinên terorê’ bê derxistin.”

Serokê Delegasyona Meclisa Parlamenterên Konseya Ewropayê ya Danîmarkayê Mîchael Aastrûp Jensen ev tişt bi lêv kir: “Ji bo başkirina rewşa kurdên li Tirkiyeyê û li Bakurê Sûriyeyê Ewropa dikare gelek tiştan bike. Rewşa li Tirkiyeyê nebaş e. Yekitiya Ewropa dikare gelek tiştan bike. Tirkiye gav bi gav ji Ewropayê dûr dikeve. Piştî DYA’yê xwe vekişand çi dikare bê kirin, bi rastî nizanim. Nayê zanîn bê Trûmp çi bike. Ya ku em dikarin bikin ew e ku zextê li Erdogan bikin.”

Ji Partiya Gel a Sosyalîst parlamenter Holger K. Nîelsen jî ev tişt anî ziman: “Şerê li dijî DAIŞ’ê me qezenç nekir, kurdan qezenç kir. Amerîkiyan tenê ji hewayê destek da. Kurd ne tenê şervanên baş in, di heman demê de mutefîkên ku mirov dikarin bi wan piştrast bin.” Nîelsen diyar kir ku Erdogan dixwaze li dijî kurdan şer bike, ne li dijî DAIŞ’ê û wiha got: “Kurd ji aliyê mutefîkên xwe yên rojavayî ve bi tenê hatin hiştin. Divê em hewl bidin, ji bo kurd ji vê rewşa zehmet derkevin. Pêwîst e pêvajoyeke hevdîtinên polîtîk dest pê bike û kurd bibin beşek ji wê.”

‘Divê zext li Tirkiyeyê bê kirin’

Nîelsen bal kişand ser rewşa nebaş a aboriya Tirkiyeyê û wiha got: “Tirkiye ji aliyê aboriyê ve dikare bê tengavkirin û tawîzên polîtîk jê bê wergirtin. Di heman demê de popularîteya Erdogan li Tirkiyeyê kêm dibe. Muxalefet dikare hîn bêhtir bê xurtkirin.”

Nîelsen destnîşan kir ku divê kurd di nava rewşeke otonom an jî federasyonê de karibin bijîn û wiha got: “Peymana Sevrê nebaşiya herî mezin e ku di dîrokê de li kurdan hatiye kirin. Pêwîst e kurd jî bibin yek û bi hev re tevbigerin. Bi dîtina min divê PKK ji lîsteya ‘terorê’ were derxistin.”

Jensen jî ev tişt got: “Ne girîng e ku PKK di lîsteya ‘terorê’ de be yan nebe. Mafê gelê kurd e ku çarenûsa xwe bi xwe diyar bike.”

Encamname:

Di encamnameya konferansê de wiha hate gotin: “Ji ber rewşa girtiyên siyasî yên li Tirkiyeyê em gelekî bi fikar in. Em balê dikişînin ser greva birçîbûnê ya bi pêşengiya Leyla Guven pêk tê. Ji dewleta tirk dixwazin ku hevşaredar û parlamenterên girtî hemû bên berdan. Cihê wan ne girtîgeh e. Em dixwazin bang li siyasetmedarên danîmarkî bikin; di têkiliyên xwe yên bi dewleta tirk re rewşa girtiyên siyasî bişopînin û di van mijaran de daxwazê ji dewleta tirk bikin.” KOPENHAGEN