Rapora binpêkirinên li Îmraliyê hat parvekirin

Buroya Hiqûqê ya Asrinê rapora Girtîgeha Tîpa F ya Îmraliyê ya sala 2018’an bi raya giştî re parve kir. Di raporê de binpêkirinên li Îmraliyê hatin parvekirin û ev nirxandin hat kirin: “Ji ber ku CPT di vê pêvajoyê de bi erka xwe ranabe, bandoreke neyînî li ser pergala tecrîda li Îmraliyê çêbûye.”

Buroya  Hiqûqê ya Asrinê rapora Girtîgeha Tîpa F ya Îmraliyê ya 2018’an bi raya giştî re parve kir. Buroyê di raporê de diyar kir ku rêveberiya dijdemokratîk di sala 2018’an de hatiye  sazkirin û kûrkirin. Di raporê de hat gotin ku piştî hewldana darbeyê ya di navbera 15 û 20’ê tîrmeha sala 2016’an de rejîma Rewşa Awarte hatiye ragihandin û Biryarên di Hukmê Qanûnê de (BHQ) li ser civakê hatine ferzkirin.

Di raporê de tê gotin ku BHQ’an bandorekî neyînî li ser civakê çê kir û ev nirxandin tê kirin: “Vê yekê herî zêde bandor li pergala Îmraliyê ya ku 20 sal in didome kir. Tecrîd, bêhiqûqî û pêkanînên kêfî yên ku heta 15’ê tirmeha sala 2016’an berdewam dikir, bi ragihandina Rewşa Awarte re jî bi BHQ’an dom kir. Her çiqas Rewşa Awarte hatibe rakirin jî, BHQ’yên hatin derxistin kirin zagon û bi vê re jî Rewşa Awarte mayînde bû. Tecrîd jî bi navên cuda dom kir. Tecrîd li ser muwekîlên me yên li Girtîgeha Tîpa F ya Îmraliyê Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan û  Hamîlî Yildirim, Veysî Aktaş û Omer Hayrî Konar jî dom kir.”

Ji rewşa muwekîlên xwe bi guman in 

Buroyê da zanîn ku mafên muwekîlên wan ên weke hevdîtina bi parêzer û malbatê re, mafê wan ê telefon, name, faks û hemû amûrên ragihandinê jî hatiye binpêkirin. Rapor bi van daneyan didome: “Mafên wan bi awayekî rêk û pêk ango bi pergalî hatine binpêkirin. Ev ‘Tecrîda mutlaq e.’ Li Îmraliyê ‘qedexeya îşkenceyê’ bi awayekî kûr û bênavber hatiye binpêkirin. Em têkildarî rewşa muwekîlên xwe bi fikar in. Ev fikar her ku diçe jî kûrtir dibin. Ji 27’ê tîrmeha sala 2011’an heta 20’ê tîrmeha sala 2016’an, bi hinceta ‘keştî xerabe ye’ hevditina parêzeran dihat astengkirin. Lê piştî 20’ê tîrmeha sala 2016’an, 1’emîn Dadgeriya Înfazê ya Bûrsayê bi biryara di dîroka 21.07.2016’an a bi hejmara 2016/56’an, bi awayeke keyfî hevdîtin red kiriye. Bi vê biryarê mafê muwekîlê me yê ragihandina bi nivîskî, devkî ya bi derve re bi temamî hatiye qedexekirin. Dîsa bi tevahî ziyaret hatine qedexekirin. Heta dîroka 28.02.2018’an hemû hevdîtin bi vê hincetê hatin redkirin.”

Redkirina serlêdanan

Di raporê de tê gotin ku wan di meha ewil a sala 2018’an de serlêdan kiriye û ev agahî dan: “Lê ev serlêdan di 21’ê tîrmeha sala 2016’an de hate redkirin. Di 2’yê adara sala 2018’an de jî em hîn bûn ku 1’emîn Dadgeriya Înfazê ya Bûrsayê bi biryareke din a heman dîrokê ya bi hêjmara 2018/2’yan, serlêdan red kiriye. Di vê biryarê de hat diyar kirin ku bi guhertina KHK’ê ya bi hêjmar 5237’an a Sererastkirina Zagon Înfazê pêk hatiye. Hejmara 5275’an a xala 59/4-5-7-8’an û di BHQ’an hejmar 676’an de xala  6’emîn hatiye bicih kirin û ev xal li dijî zagon û hiqûqê ye. Di serlêdana 02.03.2018’an de beyî şertên xala 59’an pêk bê, biryara redkirinê daye. Li gorî vê zagonê ji bo biryar pêk bê, divê berî wê hevdîtina malbat û parêzeran pêk bê. Lê tiştekî wisa tune ye. Ji 27’ê tîrmeha 2011’an heta niha hevdîtina parêzeran pêk nehatiye.”

Hincetên sosret

Buroyê di berdewamê de jî ev agahî bi raya giştî re parve kirin: “1’emîn Dadgeriya Înfazê ya Bûrsayê bi biryara di 2’yê adara 2018’an a de der barê hevdîtina bi malbat û parêzeran re rê li ber hevdîtinê girt û ev yek jî binpêkirina qanûn û hiqûqê ye. Di 10’ê îlona 2018’an de jî malbatê xwest hevditinê bikin lê bi hinceta ‘Keştî xerabe ye’ hate redkirin. Serlêdana malbatê ya di 17’ê îlona 2018’an de jî bi hinceta biryara Lijneya Dîsiplînê ya Girtîgeha Îmraliyê ya di dîroka 14.09.2018’an a bi hejmara 201871-2-3-4  ku rastî 3  meh cezayê disiplînê hatiye, hate redkirin.”

Rapora buroyê wiha didome:

“Serdozgeriya Komarê ya Bûrsayê parast ku Lijneya Disiplînê ya Midûriyeta Saziya Înfaza Cezayê ya Girtîgeha Tîpa F ya Îmraliyê di 14’ê îlona sala 2018’an de cezayê disiplînê dane û heta 3 mehan nikarin hevdîtinan bikin. Bi vê yekê re jî serlêdana parêzerên malbatan red kirin. Li gorî serdozgeriyê diviya bû biryara cezayê disiplîne di 14’ê kanûnê de bi dawî bibûya. Lê tevî vê yekê dîsa daxwaza malbatan a hevdîtinê red kirin. Li ser îtîraza parêzerên jî hinceteke din hat nîşandan. Malbatan di 14, 21 û 28’ê kanunê de dîsa bi rêya parêzeran serlêdan kirin. Parêzeran di çarçoveya ‘Sînordarkirina der barê hikûmxwaran a girêdayî qanûna hejmar 5275’an a der barê Înfaza Tedbîrên Ewlehiyê’ de dîsa serî li 1’emîn Dadgeriya Înfazê ya Bursayê dan û îtîraz kirin. Lê dadgeriyê serlêdan red kir. Dadgeriyê diyar kir ku 3 meh cezaye disiplîne, bi biryara 1’emîn Dadgeha Cezayên Giran a Bûrsayê ya di 19’ê cotmehê de, hatiye erêkirin. Dadgeriyê, dîroka teqezkirinê û destpêka cezayê disiplînê cuda şîrove kir û parast ku hêj 3 meh cezayê disiplînê bi dawî nebûye.

Serdozgeriya Komarê ya Bûrsayê di serlêdanên parêzer û malbatan de bi hinceta di 14’ê îlona sala 2018’an de cezayê disiplîne li Ocalan hatiye birîn, red dikir. Piştî 14’ê kanûna sala 2018’an, parêzeran dîsa 3 caran serî li Serdozgeriya Komarê ya Bûrsayê dan. Lijneya Disiplînê ya Midûriyeta Saziya Înfaza Ceza ya Girtîgeha Tîpa F ya Îmraliyê di 14’ê îlona sala 2018’an de cezayê disiplînê da.

Di sala 2018’an de jî serlêdanên parêzeran 102  caran, serlêdanên malbatan û vasiyan jî 46 caran bi awayeki keyfî hatin redkirin. Ji xeynî birêz Ocalan, 3 girtiyên din jî piştî sewqî girtîgeha Îmraliyê hatin kirin, malbat û parêzeran bi tu awayî nekariye pê re hevdîtinê bikin. Heta niha aqûbeta 5 nameyan nayê zanîn. Di 11’ê îlona sala 2016’an de carekê bi Ocalan re hevditin hate kirin. Piştî wê hevdîtinê me ji birêz Ocalan û 3 muwekîlên xwe yên din tu agahiyên name, telgraf, faks û tu agahiyên din negirtin. Me bi rêya postayê jî nekarî xwe bigihînin muwekîlên xwe. Di 2018’an de me wekî parêzeran di 14.08.2018, 20.09.2018, 09.11.2018, 27.11.2018, 21.12.2018’an de name ji muwekîlên xwe re şand lê aqûbeta wan nameyan ne diyar e.

Ji roja pêvajoya tecrîdê heta niha em her tim bi Komîteya Pêşîlêgirtina Îşkenceyê ya Konseya Ewropayê (CPT) re hevdîtinan dikin û bi wan re agahiyan parve dikin. Me di nava 2018’an de raporên rewş û tespîtên hiqûqû û siyasî yên der barê birêz Ocalan û Girtîgeha Îmraliyê ji CPT’ê re şandin. Li gorî vê, me raporên ku geşedanên di navbera 1’ê çile û 25 hezîrana sala 2018’an, di navbera 25’ê hezîran û 10’ê cotmeha sala 2018’an û di navbera 12’ê cotmeh û 31’ê kanûna sala 2018’an pêk tê, ji CPT’yê re şandin.

CPT, herî dawî di 28-29’ê nîsana sala 2016’an de Îmralî ziyaret kir. Di ser vê ziyaretê de 2 sal derbas bûn. Lê CPT geşedanên siyasî û hiqûqî yên li Tirkiye pêş ketin li ber çavan negirt. Ji ber ku CPT di vê pêvajoyê de erka xwe pêk nayîne, bandorek neyînî liser pergala tecrîdê ya li Îmraliyê çê dibe. Vê bêberpirsyariya CPT’yê rê li ber tecrîdê jî vekiriye.

Muwekilê me ku li Îmraliyê girtî ye ji 27’ê Tîrmeha 2011’an heta niha parêzer heta 11’ê Îlona 2016’an ku bi malbatê re hevdîtin kir tu agahî ji Birêz Ocalan negirtin. Bi biryara dadgehê astengiya hevditinan tecrîd bêtir girantir kiriye. Ji ber ve yekê piştî di sala 2018’an de zagonên ku der barê pergala Tecrîda Îmraliyê de ketin meriyetê fikarên me zêdetir kiriye.

 Encam

* Di vê pêvajoya ku hiqûqa navxweyî xitimiye de DMME bi helwesta xwe tecrîdê girantir dike.

 * CPT di 28-29’ê nîsana 2016’an de li Îmraliyê ziyaret pêk anî û 2 sal şûnde ev rapor aşkere kiriye.

* Komîteya Wezîran a Konseya Ewropayê, li gel ku Tirkiye bi salan e biryara DMME’yê pêk nayîne û li gorî biryaran tevnagere jî, rewşê tespît nake. Ev jî di binpêkirina biryarên DMME’yê de bêhtir cesaretê dide Tirkiyeyê.

* Rexistin û saziyên hiqûqê li gorî xalen jorîn me got rol û mîsyona xwe pêk neanîn. Li dijî rewşa Îmraliyê bêdeng man. Ev bû sedem ku pergala tecrîda Îmraliyê bêtir kûr bibe.

* Li gel vê rewşa ku li Îmraliyê pêkanînên dijdemokratîk û bê hiqûqî berdewam dikin û pergala tecrîda li Îmraliyê ku kûr dibe, di heman demê de têkoşîna hiqûqî û demokratîk jî tê meşandin.

Em wekî Buroya Hiqûqê ya Asrînê ku li dijî pergala tecrîda Îmraliyê têkoşîna demokratîk û hiqûqi didin, bang li saziyên hiqêqê û demokratîk ên neteweyî û navneteweyî dikin ku bi hestiyar tevbigerin.” STENBOL