Çeteya nû ya AKP-MHP û PDK’ê: Alayên Tayyîbiye

Hikûmeta AKP-MHP’ê bi pêşengiya Erdogan û PDK’ê niha jî dixwaze li dijî rojavayê Kurdistanê bi Alayên Tayyîbiye ku navê ‘Eniya Yekitiya Neteweyî/Herêmî ya Sûriyeyê’ lê hatiye kirin, êrîşî kurdan bike. Endamên vê koma çete jî alîgirên PDK’ê, serçeteyên OSO’yê û fermandarên artêşa tirk in

Dewleta tirk a bi rêveberiya AKP-MHP’ê ji bo tasfiyekirina şoreşa Rojava ya bi pêşengiya Tevgera Azadiyê ya Kurd, bi rêxistinên çete yên weke DAIŞ û El Nusrayê re hevkarî kir û bi avakirina koalîsyona çeteyan re jî êrîşên dagirkeriyê pêk anîn. Hikûmeta AKP-MHP’ê ya ku di vê planê de bi ser neket, niha jî li ser planeke alternatîf dixebite. Li gorî nûçeya nûçegihanê ANF’ê Andok Amed, bi tevlêbûna gelek bermahiyên çeteyan, hevkarên ‘bi eslê xwe kurd’ ên ji Rojava lê girêdayî PDK’ê û hin kesên ku îxanet li PKK’ê kirin û xwe li PDK’ê girtin re dixwaze Alayên Tayyîbiye yên bi navê ‘Eniya Yekitiya Neteweyî/Herêmî ya Sûriyeyê’ ava bike.

Li gorî agahiyan, pêşamadekariyên eniyê bi fînansmaniya Qatarê di dawiya sala 2016’an de dest pê kirin û di destpêka sala 2018’an de jî temam bûn. Bername, rêzikname, şemaya organîzasyona navxweyî û fermandarên eniyên leşkerî jî hatin zelalkirin.

Armanca eniyê

Armanca sereke ya eniyê jî êrîşa li dijî rêveberiya xweser, HSD û gelên rêxistinkirî yên bakurê Sûriyeyê ye. Di nav vê eniyê de ji pêkhateyên ENKS’ê ku li Tirkiyeyê û Hewlêrê têne ‘ezimandin’ Partiya Azadî, Rêveberên Yekitiyê (Îbrahîm Biro, Fuad Elîko, Siyamend Haco, Evdilhekîm Beşar û zilamên wan) û kesê bi navê Rustem ê li Rojava dimîne, Ebidezîz  Temo, Ebidzeraq Temo û 500 kesên ku şandine Tirkiyeyê, malbata  Hîlo ya ku li başûrê Serêkaniyê, ji şêxên êla Idwana û şexsê li Rojava.

Serokê wan şûngirê Necdet Ozel e

Hat zanîn ku 500 kesên ku navê wan ji hêla Rustem, Ebidezîz  Temo û Ebidrezaq Temo ve hatine amadekirin û şandin Tirkiyeyê, li kampên girtî, ji hêla pispor û efserên tirk ve hatine perwerdekirin. Li gorî nivîsên di navbeyna kesên di rêveberiya eniyê de hatine nivîsîn, tê fêhmkirin berpirsê giştî yê eniyê şûngirê Necdet Ozel (Serekerkanê tirk ê berê), endamê MÎT’ê Orhan Sunay e. Sunay jî 63 kesên ‘efser’ ji bo operasyonê amade kirine.

Di nav eniyê de 4 efser jî hene ku ji artêşa Sûriyeyê veqetiyane û bi navê ‘OSO’yê di nav çeteyan de cih girtine. Navên rêveberên eniyê wiha ne:

*Fermandarê Eniyê Emîd Ridwan Elelî: Ji eşîra El Neîm a Xumsê ye û erebê sunî ye.

*Berpirsê Îstîxbarî Emîd Nesîr Mistefa: Ji Hamayê ye.

*Fermandarê Hêza Bejahiyê Emîd Eşref Elî Elebîdellah: Ji Idlibê ye.

*Bepirsê Karê Îdarî Emîd Heysem Cemîl Elîfêsî: Ji Hamayê ye.

Reveberên koma çete

Rêveberên eniyê jî ji efserên çeteyan ên di kadroyên ‘Birayên Misilman’ pêk tê. Ev kes ji artêşa Sûriyeyê veqetiyabûn û qedemeya rêveberiyê jî produksiyona AKP-MHP-PDK’ê ye: “Osman Ocalan, Nîzamettîn  Taş, Mahmût Muhammed Şakir, Kerîm, Fewaz Mahmûd, Silêman, Hisên Xelîl Derwêş, Egîd Mûnir Hîtahît (Ebû Basim), Nesîr Mûstefa, Etellah Hac Neca (Ji eşîra Idwanayê ye), Beşar (Ji Qamişlo ye û bazirganê zêra ye) û Ebu Kabî (Komeleya Dêra Elmiliya)”

Eniyên ku ji bo êrîşê destnîşan kirin

Ev demek e ku serokê giştî yê AKP’ê Recep Tayyîp Erdogan gefa êrîşkirina rojhilatê Firatê dikir. Ji bo pêşîlêgirtina helwestên navneteweyî jî gotinên weke ‘em birayên mezin ên kurdan e’, ‘Kurd û YPG ji hev cuda ne’ û hwd. bikaranîn. Lê xuyaye ku ev amadekarî ji bo êrîşên ‘Alayên Tayyîbiye’ yê ne. Li gorî plansaziyê dê êrîş ji di eniyan bê kirin. Ev jî wiha ye:

Eniya Minbicê: Dê Zahir Elsakit û Ebîdcebar Elîgêdî fermandariyê wê bikin.

Eniya Kobanê û Girê Spî: Dê Mahmûd (Wezîrê Berevaiyê yê OSO’yê) û Emîd Ebîdbasit Elmuhemed dê fermandariyê wê bikin.

Serçete Abidcebar Elîgêdî kî ye?

Abidcebar Elîgêdî di sala 2013’an de endamê Konseya Leşkerî bû û di dema Selîm Idrîs de berpirsê Helebê bû. Bûbû fermandarê koma çete ya Lîwa Tewhîd yê Helebê ku ku bi dijminatiya li dijî kurdan tê naskirin. Yek jê ji 60 serçeteyên ‘OSO’ yê yên ku di gulana sala 2013’an de tev li civîna li Dîlokê ya ku MÎT’ê pêk anî û plansaziya komkujiyên kurdan kirin e. Di civînê de qirkirina kurdan bi vîdeoyekî hatibû ragihandin. Piştî vê biryarê jî Elîgêdî di tîrmeha sala 2013’an de komkujiyên Tel Eran û Tel Hasilê pêk anîn.

Osman Ocalan û Nîzamettîn Taş ên ku navên wan jî di Alayên Tayyibiyê de hatine nivîsîn, tevî amadekariyên dagirkeriyê û di TV’yên PDK’ê de reşkirina Tevgera Azadiyê, hewl didin ku êrîşên dagirkeriyê yên dewleta tirk rewa nîşan bidin.

Danezana koma çete

Danezana ku di 13’ê hezîrana sala 2018’an de li ser navê Eniya Yekitiya Neteweyî ya Sûriyeyê hatiye weşandin wiha ye: “Êdî dema rizgarkirina kurdan a ji zilma terorîstên YPG û PYD’ê hatiye. Êdî dê nekarin gefan li dostên me, Komara Tirkiyeyê bixwin.” Di heman danezanê de heqaret li şervanên HSD û YPG’ê yên şehîd tê kirin û wiha didome: “Tevî ku dê nekarin li dijî hêza Komara Tirkiyeyê bi xurtî şer bikin jî, rêveberên PYD’ê û YPG’ê ya terorîst berê wan didin mirinê û hewl didin pênaseya ‘şehîd’ li wan bikin. Lê ev pêkhateya ku piştî operasyonê dê bê ser kar, dê siyaseteke bê tundî bimeşîne û mafê hemû gelan bide ber xwe.” AMED