DMME bûye hevkarê sûcê mirovahiyê

Parlamenterê HDP’ê yê berê Faysal Sariyildiz û hevserokê giştî yê ÎHD’ê Ozturk Turkdogan bertek nîşanî biryara DMME’yê ya der barê Cizîrê de dan. Axaftvanan got ku DMME ji hiqûqê dûrketiye û bi biryara xwe re jî bûye parçeyek ji sûcên mirovî yên dewleta tirk

Parêzerên doza navçeya Cizîr a Şirnexê ji bo binpêkirina mafên mirovan ên di serdema qedexeya derketina derve ya di sala 2015-2016’an de ku bi sedan sivîl ji hêla dewleta tirk ve bi hovane hatibûn qetilkirin, serî li Dadgaha Mafên Mirovan a Ewropayê (DMME) dabûn. Yek ji van serlêdanan jî li ser navê Orhan Tunç ku di 14’ê kanûna sala 2015’an de li navçeya Cizîr a Şirnexê tevî 137 kesan di jêrzemînan de habitû qetilkirin bû. Lê DMME’yê bi hinceta ku ‘hiqûqa navxweyî neqediyaye’, serlêdan red kir. Tekildarî mijarê parlamenterê Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) ê Şirnexê yê berê Faysal Sariyildiz û hevserokê giştî yê Komeleya Mafên Mirovan (ÎHD) Ozturk Turkdogan bi MA’yê ra axivîn.

Yek ji şahidên hovîtiya li Cizîrê Faysal Sariyildiz bû. Sariyildiz da zanîn ku DMME tenê berjewendiyên dewleta Ewropayê diparêze û wiha domand: “Li dijî vê biryarê pir bi hêrs im. Em bi nêzikatiyeke ku tenê Tirkiyeyê diparêze re rû bi rû ne. Di dema hovîtiya li Cizîrê de me DMME nas kir. Gelek nirxandin kirin lê biryar nedan. Lê biryar nedan û xuya bû ku ev nirxandin ji bo naskirina rewşa li Cizîrê bû. Em bi dadgeheke ku parastina dewletê, weke parastina xwe dibîne re rû bi rû ne.”

Nêzikatî cesaretê dide dewleta tirk

Sariyildiz got ku êdî tu wateya biryara DMME’yê nîne û wiha derbirî: “Li gorî me DMME êdî tenê saziyeke ku berjewendiyan diparêze. Bûyerên li Cizîrê nabîne û ew jî di vê ferqê de ne. Heta ku ev nêzikatî hebe dê hiqûqa navxweyî tu caran bi encam nebe. Ji bo malbatên qurbaniyan êdî tu nirx û wateya DMME’yê nîne. DMME bûye hevkarê sûcên şer ên Tirkiyeyê. Qewimînên li Cizîrê di dîrokê de hatin nivîsin. Di bîra gel de bi cih bûn. Ev biryar dê nekare heqîqetê biguherîne. Ev nêzîkatî cesaretê dide rêveberiya kujer a Tirkiyeyê. Piştî vê biryarê dê sûcên şer ên mezintir bên kirin. Lê em ê li dijî vê pergala berjewendîparêz li ber xwe bidin.”

Biryara xwe jinedîtî ve hat

Têkildarî mijarê Ozturk Turkdogan jî anî ziman ku di serdema qedexeya derketina derve de di serî de serokê Baroya Amedê yê berê  Tahir Elçî serî li DMME’yê da û wiha domand: “Ji dozê birin DMME’yê re gelemperî yên di jêrzemînan de û li Sûrê hatin kuştin hebûn. DMME’yê biryara tedbîrê ya ku berê dabû jî jinedîtî ve hat. Ji biryara bi israr a DMME’yê gumanên me hene. Em li bendê nebûn ku DMME ewqas ji hiqûqê dûr bikeve. Ew jî dizanin ku dema mijar dibe polîtîkayên ewlehiyê yên millîbûna Tirkiyeyê, Tirkiye hiqûqa navxweyî nas nake. Êdî DMME ji bo me ji wesfa dadgeha mafên mirovan derketiye. Veguheriye dadgehek siyasî.”

DMME 3 salan mijûl kirine

Turkdogan got ku ew dê rewşa ku DMME ketiyê teşhîr bikin. Turkdogan her wiha bertek nîşanî dirêjkirina dozê da û wiha bi dawî kir: “Gelo dadgehek ji ber ku dê bi hezaran dosya biçin ma dikare ji edaletê dûr bikeve? Ma dikare pîvana serdestiya hiqûqê bide aliyekî? Mafekî wê ya wiha nîne. Ev yek li hêlekê, gelo çawa bû ku piştî 3 salan ev biryar hate dayîn. Em heta niha mijûl kirine. Heke ku hûn biryara nayê qebûlkirinê bidin, wê demê wexta ku di sala 2016’an de serlêdan hatin kirin dikariya biryar bida. DMME’yê 3 salan em mijûl kirine. Bi heman awayî, Dadgeha Destûra Bingehîn jî bi nebersivandina serlêdanên me re, vaye 3 sal in me mijûl dike. Biryara DMME’yê cihê şermê ye û em xemgîn kirin. Divê DMME di nav xwe de lêpirsînê bide destpêkirin. Ji ber ku li Tirkiyeyê gelek xebatên bihêz ên lobiyê hene. Xuyaye ku DMME di bin bandora xebatên lobiyê de maye.” ŞIRNEX- ENQERE