Li Mêrsînê bi hezaran xwest ku tecrîd bi dawî bibe

Tevî barana zêde jî bi hezaran welatiyên Mêrsînê bi armanca şermezarkirina tecrîda li ser Ocalan herikîn qada mîtîngê. Mîtînga ku bi dirûşma ‘Edalet, azadî û demokrasî’ dest pê kir bi coşeke mezin didome. Di peyamên mîtîngê de hat xwestin ku tecrîd bi dawî bibe

Ji bo şermezarkirina tecrîda girankirî ya li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan û piştgiriya bi çalakiyên greva birçîbûnê re, Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) a Mêrsînê bi dirûşma ‘Edalet, azadî û demokrasî’ li Mêrsînê mîtîng li dar xist. Tevî ku baraneke zêde dibariya jî bi hezaran welatî herikîn qada mîtîngê ya li ber Stadyuma Tevfîk Sirri Gûr a Yenîşehirê. Beriya ku mîtîng dest pê bike, welatiyan li ber stranên gelerî govend gerand.

Her wiha qada mîtîngê bi alên HDP’ê hatibû xemilandin. Polîsan jî heta ketina qada mîtîngê li sê deveran nuqteyên kontrolê danîbûn. Di heman demê de li ser dika mîtîngê jî pankarta bi nivîsa ‘Demokrasî, azadî û edalet’ a bi kurdî û tirkî daliqandibû. Herikînê ber bi qada mîtîngê ve didome. Di ekrana ku li ser dikê hatiye danîn xebatên HDP’ê hatin nîşandan. Hat zanîn ku polîsan nehişt ku wêneyên hevserokê HDP’ê yê berê Selahattîn Demîrtaş li ser dikê bên daliqandin. Her wiha girseya ku ji Osmaniyayê ber bi Mêrsînê ketin rê, ji hêla polîsan ve hatin astengkirin. Polîsan bi hinceta ‘belgeyên otobûsê kêm in’, wesayît ji trafîkê men kir. Li ser vê yekê jî welatî bi derfetên xwe, xwe gihandin qada mîtîng e.

Kesên beşdarî mîtîngê bûn

Di mîtîngê de hevserokê Kongreya Civaka Demokratîk (KCD) û parlamenterê HDP’ê yê Agiriyê Berdan Ozturk, hevserokê HDP’ê Sezaî Temellî, hevberdevka Kongreya Demokratîk a Gelan (HDK) Gulistan Koçyîgît, parlamenterên HDP’ê, gelek endamên partî û rêxistinên civaka sivîl jî amade bûn. Mîtîng piştî deqeyek rêzgirtinê dest pê kir. Di mîtîngê de di serî de hevserokên HDP’ê yên Mêrsînê Zelal Onen û Mustafa Işık bal kişand ser çalakiya greva birçîbûnê ya hevseroka KCD’ê û parlamentera HDP’ê ya Colemêrgê Leyla Guven.

Ji encamên nebaş AKP berpirsyar e

Axaftvanan got ku çalakiya Guven di roja 94’emîn de didome û da zanîn ku daxwaza Guven zelal e. Hevserokan xwest ku tecrîd bi dawî bibe û ger ku di rewşa tenduristiyê ya Guven de encamekî nebaş derbikeve, berpirsyar AKP ye. Berdan Ozturk jî da zanîn ku mîna berê, niha jî gelê Çukurovayê têkoşîna xwe ya li dijî faşîzmê didomîne. Ozturk got ku tecrîda li Îmraliyê li dijî vîna gelê kurde û wiha domand: “Ev tecrîd, di esasê xwe de tecrîdkirina aştî û vîna gelê kurd e.”

‘Tecrîd sûcê mirovahiyê ye’

Ozturk diyar kir ku Leyla Guven û hevalên wan ên girtî berxwedaneke dîrokî dan destpêkirin û wiha pê de çû: “Ji vê serdema tarî re bûne ronî. Em jî dê bi vê ronahiyê re li  her deverekê dengê xwe bilind bikin. Tecrîd sûcekî mirovahiyê ye. Ocalan îradeya milyonan e û tecrîd jî li ser bi milyonan insanan e. Desthilata faşîst a AKP’ê vê dike. Yên ku di polîtîkaya hundir û derve de têk çûn, êrîşî kurdan dikin. Tecrîd jî yek ji van êrîşan e. Divê li dijî van faşîstan em li her devereke têbikoşin. Em ê bibêjin ‘êdî bese êdî bes e’.”

‘Berxwedana Guven dê rejîma faşîst têk bibe’

Piştre jî Gulistan Kiliç Koçyîgît axivî û ev tişt destnîşan kir: “Silav ji kesên di şexsê Leylayê de îro li Mêrsînê berxwedanê mezin dikin re. Guven ne ji bo xwe, ji bo hemû gel û pêkhateyên li welat rêya têkoşînê vekiriye. Niha jî dem dema mezinkirin û serxistina vê berxwedanê ye. Çawa ku faşîzma 12’ê Îlonê li Zindana Amedê hatibe têkbirin, îro jî dê berxwedana Leyla Guven rejîma faşîst a AKP’ê têk bibe. Yên ku di tecrîdê de israr dikin divê baş bizanin ku me  duh li ber wan serî netewand û dê îro jî netewînin.

Mîtîng bi axaftina Sezaî Temellî didome.  MÊRSÎN

Dikarî Biecibînî