Ji 15 bajaran dê bimeşin Amedê!

HDP ji bo piştgiriya bi Leyla Guven a berxwedana xwe didomîne, dê ji gelek bajaran ber bi Amedê ve bimeşe

Li dijî tecrîdkirina Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan çalakiyên grevên birçîbûnê yên bêdem û bêdorveger ên bi pêşengiya hevseroka KCD’ê û parlemantera HDP’ê ya Colemêrgê Leyla Guven dest pê kiribû berdewam dikin. Çalakiya Leyla Guven 94 roj li dû xwe hiştin. Çalakiyên li zindanan di 16’ê kanûnê hatibûn destpêkirin 56 roj, çalkiya Nasir Yagiz 81, çalakiya li Strasboûrgê jî 55 roj li pê xwe hiştin.

Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) ji bo piştgiriyê bidin bi Leyla Guven û girtiyên li zindanan ên ji bo rakirina tecrîda li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan di greva birçîbûnê de, çalakiyên cur bi cur  li dar xistin. HDP’ê ji bo piştgiriya grevên birçîbûnê li Amed, Stenbol û îro jî li Mêrsînê mîtîng li dar xistibûn. Di heman demê de Çalakiya Nobetê ya 10 rojan li avahiya KCD’ê li dar xistibû. HDP niha jî dest bi çalakiyeke din dike.

Di roja 100’emîn a çalakiya Leyla Guven de yanî di 15’ê Sibatê de dê ji 15 bajaran çalakger bimeşin Amedê. Der barê çalakiyan de HDP’ê giştînameyek ji parlementer, endamên meclisa partiyê, hevserokatiyên bajar û navçeyan û ji meclisên jin û ciwanan re şand.

Ji Colemêrg, Wan, Qers, Îdir, Bedlîs, Agirî, Mûş, Şirnex, Mêrdîn, Sêrt, Êlih, Dêrsim, Çewlig, Dîlok û Rihayê ew ê meş werin lidarxistin û di 15’ê Sibatê de saet di 12’an de, li pêşiya mala Leyla Guven a li Amedê dê daxuyaniyeke girseyî were dayîn. AMED