Ji girtîgehê name ji bo Leyla Guven

Sedat Alçîçek ku li Girtîgeha Tîpa F a Hacilarê di greva birçîbûnê de ye, nameyek ji Leyla Guvenê re şand û di nameyê de got: “Helwesta te, biryardariyê li biryardariya me zêde kir.”

Berxwedana greva birçîbûnê ya hevseroka Kongreya Civaka Demokratîk (KCD) û parlamentera HDP’ê ya Colemêrgê Leyla Guven ku ji bo tecrîda li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan bi dawî bibe destpê kir, di roja 95’an de didome.

Bi heman daxwazê li gelek girtîgehan jî çalakiya greva birçîbûnê ya girtiyan didome. Yek ji van girtiyan jî Sedat Alçîçek e ku li Girtîgeha Tîpa F a Hacilar a Kirikkaleyê 47 roj in di greva birçîbûnê de ye. Alçîçek nameyek ji Leyla Guven re şand.

“Ji bo pêşeng, sembol û dayika grevên birçîbûnê hevrêya Leyla Guven;

Di sir û seqema meha mijdarê, beton û hesinên girtîgehê de, te her roj girtîgeh û derve germ kir, te bi bedena xwe ya her roj dihele û berxwedana xwe ders dan serdestan û jirêderketiyên îktîdarê. Vê helwesta te ya jinane û vê vîna te ya ku natewe bû sedema heyecanekê. Bi van hestên hevrêtiyê ji dil û can em te hembêz dikin û ji wan dêmên te yên bi xemze maç dikin.

Temiya me ew e ku ev berxwedana me, demildest bi ser bikeve û di demeke kurt de Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan û gel, li Amedê li qada azadiyê govendê bigerînin û jixwe hindik ma ev roj bên.

Hevala Leyla, em 6 heval (Îsa Îpeklî, Îsmet Akin, Davut Onder, Emrah Ubîç, Kerem Îmrak, Sedat Alçîçek) ji meha Kanûnê ve tevî bi sedan hevalên xwe ji bo tecrîda li ser Rêberê me bê şikandin di greva birçîbûnê de ne û li ber xwe didin. Me xwest em bi vê nameya kurt silavekê ji te re bişînin û hindik be jî em seriyekî li te bixin.

Silavên hemû hevalan hene. Ji ber em ji bo Serok di çalakiyê de ne rewşa me, moralê me û coşa me di asta herî bilind de ye. Berxwedan moral e, coş e, heyecan û vejîna ji nû ve ye. Bi van hest û ramanan em berxwedana te silav dikin.

Em ji bendika dil, silav û hezkirin û rêza xwe ji te re, ji dayikên birûmet ên kurdistanî ku her roj serdana te dikin re dişînin û destê hemû dayikan maç dikin. Serketin nêzîk e, em ê bi ser bikevin.

Helwesta te, biryardariyê li biryardariya me zêde kir. Li xwe û dilê xwe yê şorşeger miqate be. Bimîne di xweşiyê de.

Tim ken, serketin, hêvî û azadî bibin para te. Bi xatirê te.” AMED

Dikarî Biecibînî