Girtiyên di grevê de: Divê berxwedan tenê bi zindanan sînordar nemîne

Girtiyên bi navên Hayatî Uzman û Ridvan Kaya ku ji bo rakirina tecrîda li ser Ocalan di greva birçîbûnê de ne, bi nameyekê da zanîn ku rewşa wan a tenduristiyê xerab dibe. Girtiyan got ku bedêla wê çi dibe bila bibe heta ku tecrîdê dişikînin dê çalakiya xwe bidomînin. Girtiyan bêdengiya gel a li dijî tecrîdê jî rexne kir û got ku divê berxwedan tenê bi zindanan bisînor nemîne

Çalakiyên grevên birçîbûnê yên bêdem û bêdorveger ku bi pêşengiya hevseroka Kongreya Civaka Demokratîk (KCD) û parlamentera Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) a Colemêrgê Leyla Guven ji bo rakirina tecrîda girankirî ya li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan daye destpêkirin, di roja 95’emîn de berdewam dike. Bi heman daxwazê li girtîgehên bakurê Kurdistanê û Tirkiyeyê jî zêdetirî 291 girtî di greva birçîbûnê ya bêdem û bêdorveger de ne. Greva birçîbûnê ya bêdem û bêdorveger a li girtîgehan jî 57 roj li pey xwe hiştin.

Têkildarî mijarê girtiyê bi navê Hayatî Uzman û Ridvan Kaya ku li Girtîgeha Tîpa D ya Amedê tevî 5 hevalên xwe ji 16’ê kanûna 2018’an ve di greva birçîbûnê ya bêdem û bêdorveger de ne, ji Ajansa Mezopotamyayê (MA) re name şandin. Di nameyan de Uzman û Kaya da zanîn ku pirsgirêkên tenduristiyê yên weke tansiyon, zeîfbûn, serêşî û hwd. bal kişand ser sedema çalakiyên greva birçîbûnê.

‘Moralê me baş e’

Uzman di nameya xwe de da zanîn ku di koma ewil a greva birçîbûnê de cih girtiye û di hêla fîzîkî de bi hin zor û zehmetiyan re rû bi rû dimînin. Uzman wiha domand: “Lê moralê me baş e û heyecana me jî he ku diçe zêdetir dibe. Hîs dikim ku cîhana min a manewî û wateyî berfireh dibe. Bi vî awayî hîn bêtir xwe nêzî Serok Apo û berxwedêrên rojiya mirinê ya 14’ê Tîrmehê dibînim. Lêgerîna pêkanîna tiştekî, cihê aramiyeke mezin e. Bêdengiya ji bo tecrîdê rewşeke lanetbûyî ye.”

‘Ocalan jehrkujê faşîzmê ye’

Di berdewamê de jî Uzman got ku bi tecrîdkirina Ocalan re hem gelê kurd hem jî gelên herêmê tên tecrîdkirin û wiha pê de çû: “Çimkî, Serok motîfên herêmî û gerdûnî di nav paradîgmaya ‘Modernîteya Demokratîk’ de bi hev re sêwirandiye û nirxên exlaqî û mirovî, jiyana azad, pirsgirêka jinê çareser kiriye. Ev paradîgma li herêmê bi hestî û goşt bûye. Li ber fikreke ev qasî xurt, ne pêkan e ku faşîzm bikaribe bijî. Niha AKP-MHP, temsîliyeta faşîzma tekparêz a Hîtler, Mûsollînî û Franco dike. Sedema ku fikra demokratîk û azad ‘terorîze’ dike, li her derî êrîşî desketftiyên kurdan dike û ji bo vê serî li tecrîdê dide, ji ber havênê wê yê faşîzmê ye. Felsefeya Serok, jehrkujê faşîzmê ye. Loma tim ‘pirsgirêka beka’yê bilêv dikin. Bi rastî jî ji ber faşîzma AKP-MHP’ê asê bûye, behsa pirsgirêka bekayê dike. Ev qas êrîşkarî, ev qas çewisandin û sextekarî, ev qas derew û hîle ji ber vê ye. Ji bo vê dixwazin bi tecrîdkirina Serok, gelê me bêyî Serok bihêlin. Lê belê ev ne pêkan e. Rêber Apo, li her derî ye. Serok ji bo me jiyan e, nefes e.”

Ji bo rakirina tecrîdê siyaseteke xurttir pêwîst e

Uzman destnîşan kir ku ji bo şikandina tecrîdê ji bilî berxwedanê tu rêyeke din nîne û wiha bi dawî kir: “Divê bi hestên şoreşger û azweriya jiyana azad mirov li ber xwe bide. Ji bo rûxandina vê faşîzma ku ji binî ve diheje, berxwedan divê. Ji bo têkşikandina tecrîdê, zindîkirina ruhê 21’ê Adarê, 18’ê Gulanê û 14’ê Tîrmehê divê. Em vê yekê ji dîroka gelên xwe yên berxwedêr dizanin. Divê berxwedan bê birêxistinkirin. Divê berxwedan bi zindanan neyê bisînorkirin. Divê em berxwedanê li kuçeyan, taxan li hemû qadên jiyanê belav bikin û em dikarin bi hev re vê tecrîdê bişikînin. Ji bo şikandina tecrîdê divê gelê me siyasteke xurttir bimeşîne. Divê partî, ji bo yekitiya neteweyî li dora vê berxwedanê bibin xelek. Divê gelê me, hîn bêtir xwedî li hevrêyên me yên çalakger derkeve. Divê li malê, li derve, li kar û li kuçeyan tekane rojeva wan têkşikandina tecrîda li ser Serok be. Parlamenter û partî dikarin vê yekê hem li Tirkiyeyê hem jî li qada navdewletî bikin rojev. Ev yek di heman demê de tê wateya ku dê faşîzmê di 31’ê adarê de di sindoqan de têk biçe. Heta faşîm neyê rûxandin û tecrîd neyê şikandin dê berxwedana me dewam bike.”

Bêdengiya qada navneteweyî

Di nameyê de Uzman bal kişand ser bêdengiya qada navneteweyî û ev nirxandin kir: “Ev bêdengî tiştekî nû nîne. 15’ê Sibat jixwe komployeke navdewletî ye. Dixwazin vê komployê rojane bikin. Li pey berjwendiyên bêexlaq in. Jixwe AKP projeyeke wan e. Erdogan bi xwe gotibû ’em hevserokê BOP’ê ne.’ Ev bi komploya 15’ê Sibatê ket dewrê û hîn didome. Yên ku li hemberî Efrîn, Sûr, Cizîr û Nisêbînê xwe li kerr û laletiyê danîn û yên niha komployê rojane dikin û li hemberî faşîzma heyî bêdeng dikin, heman kes in. Her ku AKP ditengije ev in ên ku alîkariya maddî û teknîkî didin. Dema ku mijar dibe kurd, saziyên hiqûqî û gerdûnî yên Ewropayê bêdeng in. CPT jî yek ji van saziyan e. Bêdengî nîşaneya hevkariya wan e. Lê em bi bawerîn ku em ê bi hev re faşîzmê têk bibin, tecrîdê bişikînin û Kurdistanê azad bikin. Em careke din komploya 15’ê Sibatê şermezar dikin û silavên xwe li gelê xwe û hemû berxwedêran dikin.”

‘Diviyabû li dijî tecrîdê kevir li ser kevir nehatibûya hiştin’

Kaya jî di nameya xwe de got ku ew tecrîda li ser Ocalan bi tu awayî qebûl nakin û wiha domand: “Sedema girtin û tecrîda giran a li ser Rêbertiya me, ji ber helwesta me ya lawaz û kêmasiyên me ye. Dev ji tecrîdkirinê berdin, divê ji bo nêzîkatiyeke biçûk a li ser Rêberê me, diviya me kevir li ser kefir nehişta. Bi dehan hevrêyên me li dijî vê xwe feda kirin, bedena xwe şewitandin û bi awayekî bêhempa li ber xwe dan. Lê belê em yên mayî, me peywira xwe baş bi cih neanî û loma em niha behsa şert û mercên tecrîdê dikin. Ji ber em dereng man, em xwe rexne dikin.”

Dixwest bibe perçeyê berxwedanê

Di berdewamê de jî Kaya anî ziman ku cara yekemîne dikeve greva birçîbûnê û wiha pê de çû: “Berxwedana mirovekî/ê ku bi rojan bedena xwe dide ber birçîbûnê ji bo min berxwedaneke bêhempa ye. Min tim dixwest bibim perçeyeke berxwedaneke wiha. Dema mirov beşdarî berxwedaneke wisa dibe, hesteke cuda li mirov peyda dibe. Wexta mijar Rêber Apo be, hemû çalakî watedar in. Daxwaza rakirina tecrîdê, daxwazeke mirovî ye. Şikandina tecrîdê dê rê li ber rûxandina faşîzmê û rêya azadiyê veke.”

‘Rêber Apo can û ruhê me ye’

Nameya Kaya wiha bi dawî dibe: “Herî dawî di sala 2012 û 2016’an de bi heman armancê çalakiyên greva birçîbûnê çêbûn. Lê tecrîd hîn girantir bû. Ji bo xapandina me û gelê me di 12’ê çileyê de hevdîtin pêk anîn. Lê heta ku tecrîd tê şikandin dê çalakiya me bi israr bidome. Ji bo vê çi bedel pêwîst bike, em amade ne ku bidin. Bi tecrîdê dixwazin civakê bitepisînin. Ge îro em qala jiyan û berxwedanê bikin, ev bi saya berxwedana bêhempa ya şehîdên me û Rêberê me ye. Rêber Apo, canê me, ruhê me, nefesa me û çavkaniya jiyana me ye. Dibe ku her kes nekare bikeve greva birçîbûnê lê her kes bêguman tiştekî ku bikare bike heye. Beriya ku dereng bibe, divê herkes bikeva nava liv û tevgerê. Yên ku jiyaneke azad û birûmet dixwazin, divê tecrîdê bişikînin û faşîzmê birûxînin. Em Leyla Guven û hemû çalakgerên di greva birçîbûnê silav dikin. Em bawer dikin ku em ê bi ser bikevin.” AMED

Dikarî Biecibînî