aram

KNK: Komploger negihaştin mirazên xwe

KNK’ê Komploya Navdewletî  ya 15’ê Sibatê ya li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan şermezar kir û diyar kir ku komploger bi ser neketine, têkoşîna Ocalan û gelê kurd bi ser ketiye, bang li kurdistaniyan kir ku komployê şermezar bikin

Kongreya Neteweyî ya Kurdistanê KNK’ê bi boneya salvegera 20’emîn a Komploya Navdewletî  ya 15’ê Sibatê ya li ser Gelê Kurd Abdullah Ocalan daxuyaniyeke nivîskî weşand û komplo şermezar kir.

KNK’ê di daxuyaniya xwe de ragihandin ku 15’ê Sibata 1999’an bêdadiyeke mezin hate kirin û hat gotin: “Meziniya wê bêdadiyê di karaktera wê bûyer û kiryarê de tê dîtin. Li milekî mezinekî gelê Kurdistanê û serokê PKK’ê birêz Abdullah Ocalan, li milê din dewleta dagirker a Tirkiye û dewletên tifaqdar yên  li dinyayê. Birêz Ocalan doza azadiya xelkê xwe dike, têkoşîna rizgariya welatê xwe dide. Dijmin û tifaqdarên wan ên dinyayê lê hatin xezebê û xwestin dinyayê lê teng bikin, bêhnê lê biçikînin. Ne wijdan, ne însaf, ne mafên mirovî, ne huqûq, ne dad û dadyarî û ne jî ehlaq hate bîra wan û biryar dan ku mezinekî kurd ku ji bo wijdan, huqûq, dad û dadyariyê, bo aştî, wekhevî, azadî û hemû buhayên mirovî xebat û têkoşînê dide bêdeng bikin, jiyanê lê heram bikin.”

‘Nirxê mirovî û sincî binpê kirin’

KNK’ê  destnîşan kir ku tifaqdarên dewleta Tirkiyeyê yên dinyayê, ji Amerîkayê bigirin heta gelek dewletên Yekitiya Ewrûpayê, Yewnanistan û heta Rûsyayê û Îsraîl, Misir û Kenya jî pê re, di xeta neheqî û bêdadiyê da bûne rêz û ji bo berjewendiyên xwe, temamî normên mirovî binpê kirin û gelek bêbextane teslîmî dewleta Tirkiyeyê kirin. KNK’ê ev tişt ragihand: “Pêvajoya komployê bi zelalî nîşan da ku ev navendên bêdadiyê negihîştin armanca xwe, xwezî û daxwazên ku hêvî dikirin bi dest ve neanîn. Li hêviyê bûn ku PKK ya ku pêşengiyeke radîkal ya bizava neteweyî ya Kurdistanê dike têk biçe, belav bibe, an jî qet nebe gelek lawaz be. Komplogeran di 20 salan de çi hêvî dikirin tam bereks encam derkete holê. Ne birêz Ocalan têkoşîna xwe hêla, ne jî gelê Kurdistanê dest ji doza xwe berdan. Bersiva gelê kurd her di wê sala komploya 15’ê Sibata 1999’an de jî gelek xurt bû. Têkoşîna Ocalan û ya gelê kurd bi serkevt. Niha jî dewleta dagirker ya tirk, ne tenê êrîşê hêzên çekdar dike, di heman demê de êrîşê hemû deskeftiyên gelê Kurdistanê dike.”

‘Dewleta tirk dijminatiya kurdan dike’

Di berdewama daxuyaniya xwe de KNK’ê ev tişt aşkera kir: “Dewleta tirk ne tenê li bakurê Kurdistanê her wiha li başûr û rojavayê Kurdistanê jî dijminatiya kurdan dike. Di warê navneteweyî de hewl dide ku kurd neyên naskirin, li ser erdê jî dijminên kurdan destek dike. Di pêvajoya referandûmê ya başûrê Kurdistanê de, bi Îran û Iraqê re kete nava tifaqê û bi aşkera dijmintiya gelê Kurdistanê kir. Salekî pêş niha bi awayekî hovane êrîşî herêma Efrînê kir. Hêzên YPG/YPJ yê bi qehremaniyeke mezin û bê hempa li berxwe dan û demeke dirêj herêm parastin. Di hemû waran de hêza dijmin qat bi qat ji hêza YPG/YPJ’ê zêdetir bû. Di encamê de herêma Efrînê hate dagirkirin. Dewleta tirk niha jî dixwaze herêmên din ên Rojava dagir bike. Di vî warî de her roj di nava hewldanan de ye. Dewleta tirk dijminê sereke ye, divê hemû hêzên Kurdistanî li hemberî dewleta tirk rawestin. Bila dewleta tirk bizane, gelê Kurdistanê dê heta dawiyê jî li berxwe bide û van êrîşên hovane dê bişikîne û dê welatê xwe azad bike.”

‘Nekarîn Ocalan tasfiye bikin’

KNK’ê da zanîn ku di ser komploya 15’ê Sibatê re 20 sal derbas bûne û wiha got: “Di van 20 salan da, dijminan û hevalbendên wan nekarîn ne Ocalan, ne jî doza Kurdistanê tasfiye bikin. Hewildanên wan ên bi vî rengî daîm bi têkoşîna yekgirtî ya gelê kurd belav bûn. Navendên fitne û fesadê berî 20 salan jî ev êrişkariya xwe ya neyarane kirin û serê wan bi zinarên Kurdistanê ket û mejiyê wan belav bû. Vê carê jî dê wisa li wan bê. Kurd û kurdistaniyan di van 20 salan da têkoşîna xwe bilind kirine, yekitiya xwe mezintir kirine, plan û projeyên têkbirina şoreşa Kurdistanê serûbin kirine, propagandayên kirêt û ne ehlaqî tarûmar kirine.”

KNK’ê di dawiya daxuyaniya xwe de jî ev bang kir: “KNK di salvegera komploya 15’ê Sibatê da careke din bang li hemû Kurdistaniyan dike ku li welat û li her cihên lê, hawar û gaziya xwe ya têkoşîna ji bo azadiya birêz Ocalan û rizgariya Kurdistanê û xwedîderketina berxwedana Efrînê bilind bikin, yekitiya xwe û tifaqa digel yar û hevalbendên kurdan mezintir û saxlemtir bikin, neyaran û hevalbendên wan şermizar bikin. KNK her wiha bang li hemû Kurdistaniyan jî dike ku beşdarî çalakiyên şermezarkirina komploya 15’ê Sibatê bibin û helwesta xwe ya têkoşeriya doza Kurdistanê nîşanî yar û neyaran bidin.” BRUKSEL