aram

‘Tecrîd divê tavilê bi dawî bibe’

Hevserokên HDP, KCD, HDK û DBP’ê, bi boneya roja 100’î ya greva birçîbûnê ya Leyla Guven û salvegera komploya 15’ê Sibatê daxuyaniyek dan. Hevseroka HDP’ê Bûldan got, “Tecrîd divê tavilê bi dawî bibe.”

Bi boneya salvegera Komploya Navneteweyî ya 15’ê Sibatê û roja 100’î ya greva birçîbûnê ya Leyla Guven, li Taksîm Hîll Otelê civîneke çapemeniyê hat lidarxistin. Hevserokên HDP’ê Pervîn Buldan û Sezaî Temellî, hevberdevkên HDK’ê, endamên Dîwana KCD’ê, rêveberên DBP’ê, nûnerên partiyên pêkhateyên HDP’ê, endamên rêxistinên civakî yên sivîl, endamên Desteya Rêveberiya Navendî ya HDP’ê û parlamenterên HDP’ê yên Stenbolê tev li civînê bûn.

Hevseroka HDP’ê Pervîn Buldan li civînê axivî û diyar kir ku Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan tevî ku 20 sal in li Girtîgeha Îmraliyê ye, nêrînên xwe yên li ser demokratîkbûna Tirkiyeyê û Rojhilata Navîn bi pirtûk, parêzname, hevdîtinên bi parêzer û heyetên siyasî re bi raya giştî re parve kirin. Buldan got ku Ocalan li ser aştî, azadî û paşeroja Tirkiyeyê xwedî nêrîn, perspektîf û analîzên gelekî girîng e û diyar kir ku ji pirtûk û daxuyaniyên Ocalan ev yek tê dîtin.

Buldan îşaret bi ‘pêvajoya çareseriyê ya hevdîtinên li Îmraliyê kir û anî ziman, 5’ê Nîsana 2015’an bi şidandina tecrîdê re pêvajo ji holê hate rakirin. Buldan ragihand ku pêvajoya navbera salên 2011-2015’an ji bo her kesî, ji bo civak û gelên Tirkiyeyê gelekî girîng bûn, lê ji dest hate berdan. Buldan bi bîr xist ku Ocalan di hevdîtina dawî de ji wan re got, ‘ger pêvajoya danûstandinan li ber şahidiya heyetên çavdêr neyê kirin, pêvajo dê ji holê rabe û hûn ê careke din nikaribin bên vê derê’. Buldan wiha got: “Me hemû ev yek dît. Ji hingî ve destûr ji bo avakirina heyetên çavdêr nehate dayîn û ji bo bidawîkirina pêvajoyê tecrîdeke teqez li ser birêz Ocalan hate ferzkirin, pêşî li çûn û hatina wê derê hate girtin.”

‘Ocalan û kurdan pêşî li komployê girtin’

Di dewama axaftina xwe de Buldan anî ziman ku Ocalan bi nêrînên xwe pêvajoya komployê ya 20 salan pûç kir û wiha got: “Gelê kurd pêşî li vê pêvajoya komployê girt. Ji daxuyaniyên hatin kirin tê fêhmkirin ku birêz Ocalan bi nêrînên xwe yên li ser aştî, demokrasî û azadiyê ji bo paşeroja vî welatî girîng e.”

‘Ger li ber tecrîdê ranebin, paşeroja me dê nebaş be’

Hevseroka HDP’ê Buldan diyar kir ku ew tecrîdê tenê weke meseleya kurdan nabînin û wiha dewam kir: “Ev mesele civak û gelên Tirkiyeyê ji nêz ve eleqedar dike. Ger îro xwedî lê neyê derketin û tecrîd neyê rakirin, paşeroj dê ji bo me û zarokên me nebaş be. Ger em îro nikarin behsa piştevanî û hevgirtineke li dijî tecrîdê bikin, wê çaxê zehmet e mirov qala paşerojeke ronî bikin.”

Grevên birçîbûnê

Buldan bi bîr xist ku parlamentera wan Leyla Guven 100 roj in di greva birçîbûnê de ye û wiha got: “Bû 100 roj ku Leyla Guven di greva birçîbûnê de ye. Li gelek girtîgehên Tirkiyeyê û Ewropayê jî zêdeyî 300 kes di greva birçîbûnê de ne.”

Buldan ragihand, daxwazên çalakgeran daxwazên nerewa, bêhiqûqî û daxwazên gelekî giran nînin ku bersiv ji wan re neyê dayîn û got, ew dixwazin zagonên Tirkiyeyê bi cih werin anîn.

Buldan diyar kir ku pêkhatina hevdîtinên bi rêk û pêk ên bi Ocalan re li gorî zagonan e û wiha got: “Tiştekî ji vê wêdetir naxwazin. Leyal Guven jî mirovên din jî yên ketine greva birçîbûnê di vê daxwazê de bi biryar in. Dixwazin parêzer û malbat karibin hevdîtinê bikin. Ji bo pêşeroja Tirkiyeyê, ji bo pêvajoyeke demokratîk ev gelekî girîng e. Pêwîst e polîtîkaya tecrîdê tavilê bi dawî bibe û edalet û hiqûq bi cih were anîn.” STENBOL