aram

‘Ji bo şikandina tecrîdê em her derê bikin qada têkoşînê’

 Parlamenterên HDP’ê tevî hemû astengiyan di roja 100’emîn de ji 15 bajarên herêmê meşiyan Amedê û xwe gihandin mala Leyla Guven

Rêveber û parlamenterên HDP’ê yên ku ji 15 bajarên herêmê ber bi Amedê ve li dijî tecrîdê bi dirûşma “Ji bo Şikandina Tecrîdê Di Roja 100’emîn de ber bi Leylayê ve” dest pê kirin û rastî gelek astengiyan hatin, serê sibê xwe gihandin Amedê.

Parlamenterên ku bi dirûşma “Ji bo Şikadina Tecrîdê Di Roja 100’emîn de ber bi Leylayê ve” ji Colemerg, Wan, Qers, Îdir, Bêdlis, Agirî Mûş Şirnex, Mêrdîn, Sêrt, Êlih, Dersîm, Çewlîk, Dîlok, Rihayê berê xwe dan Amedê tevî hemû dorpêç û astengiya polîsan, xwe gihandin Amedê. Rêveber û parlamenterên HDP’ê li ber mala hevseroka KCD’ê û parlamentera HDP’ê ya Colemêrgê Leyla Guven a li taxa Bagcilar a Navçeya Rezan a Amedê 100 roj in li dijî tecrîdê di greva birçîbûnê de ye kom bûn, di bin dorpêça polîsan de daxuyanî dan. Parlementerên HDP’ê 500 metre li dûrî mala Guven kom bûn û di bin dorpêça polîsan de daxuyanî dan. Ji ber polîsan bi maşîneyên zirxî, barîkatan mala Guven dorpêç kiriye parlamneter nikarin xwe bigînin mala Guven. Li vir di bin dorpêçê de bi tirkî berdevka Meclisa Jinan û Parlamentera HDP’ê ya Agirî Dîlan Dîrayet Taşdemîr û bi kurdî hevserokê KCD’ê û parlamenterê Agirî Berdan Ozturk daxuyanî da.

Ozturk bi kurdî daxuyanî da û xwest her kes li qadan tev li têkoşînê bibe û xwest her kes li dijî tecrîdê xwe bi rêxistin bike. Daxuyaniya Ozturk wiha ye: “Bîst (20) sal di ser Komploya Navneteweyî ku li hemberî birêz Ocalan pêk hat re derbas bûn. Ocalan ku di rêya jiyaneke azad, demokratîk û wekhev de emrê xwe feda kiriye rastê vê komployê hat. Ocalan li gel vê tenêtiya bêhempa, tecrîda giran û şert û mercên awarte ev 20 sal in ji bo çareseriyek aştiyane li berxwe dide. Lê 20 sal in ku komploger ji armanca xwe venagerin û dixwazin her tim komployê li gorî şert û mercan nû bikin. Ev komplo û tecrîd ne tenê li hemberî birêz Ocalan e. Di kesayeta Ocalan de ev komplo li hemberî gelê kurd, li hemberî Tirkiyeyê û li hemberî gelê Rojhilata Navîn hatiye lidarxistin. Helwesta hêzên navneteweyî ya li hemberî şoreşa Rojava ku jiyanek alternatîf, wekhev û hevpar tê lidarxistin sedem û hedefa komployê dide nîşandan. Kengî ku ev şoreş derkete holê, destkeftiyên gelan bi pêş ketin komploger cardin ketin dewrê û tecrîda Îmraliyê hatiye kûrkirin. Di vî warê de afirînerên Pergala Îmraliyê desthilatên navneteweyî ne. Ev hêzên komploger bi sedan sal in destê wan qirêj e û netewe-dewletên statukoparêz dixwazin têkoşîna demokratîk û wekhevîparêz bifetisîn.”

Di berdewama daxuyaniyê de Ozturk ev tişt anî ziman: “Tecrîd êdî ji rewşa ku li birêz Ocalan tê ferzkirin wêdetir e, bi taybetî di sala 2015’an de piştî ku pêvajoya aştî û muzakereyê hat bidawîkirin, li hemû civakê tê sepandin. Hemû Tirkiye îro di bin tecrîdek giran de ye. Di vî warî de pergala Îmraliyê ji bo politikayên li hemberî civakê bên bikaranîn jî wekî labaratuarek tê bikaranîn. Tecrîd ji Îmraliyê dest pê kiriye û li hemû Tirkiyeyê belav bûye. Lewre desthilatdarên ku her tim şer û pevçûnê mezin dikin baş dizanin ku Ocalan kengî dipeyive, rêya çareserî û aştiyê vedibe! Dema dengê Ocalan tê birîn, şer, newekhevî û faşîzm xurt dibe û dikeve dewrê.”

Berpirsiyariyek civakî ye

Daxuyaniya ji aliyê Ozturk ve hat dayîn wiha dibome: “Ger tecrîda li ser birêz Ocalan bê rakirin tê wê wateyê ku li Tirkiyeyê çareserî û aştî cardin dê bikeve rojevê. Hevseroka KCD û parlamentera me birez Leyla Guven ji bo ku Tirkiye ji vê tecrîdê rizgar bibe 100 roj in bi greva birçîbunê li ber xwe dide. Bi sedan girtiyên girtîgehan vê daxwazê mezin dikin. Ev grev li Hewlêrê, li Gallerê û li Strazboûrgê pêl bi pêl berfireh dibe. Daxwaza Leyla Guven û têkoşerên greva birçîbunê rakirina tecrîda li ser birêz Ocalan e. Dixwazin ku Tirkiye rûmetê ji zagonên xwe re bide nişandan û mafên Ocalan yên gerdûnî û zagonî bên dayîn. Dixwazin ku Tirkiye ji vê tecrîdê derkeve. Lewma ev bangewaziyek wijdanî ye, bengaweziya berpirsiyariyek civakî ye.”

Daxuyanî wiha didome: “Em li hemberî vê bangewaziyê bê deng namînin. Daxwaza Leyla Guven daxwaza bi milyonan kesî ye. Ev daxwaz daxwaza me ye. Lewma koma me ya meclisê, ji 12 Sibatê vir ve bi dirûşma “Di Roja 100’î de Ji bo Şikandina Tecrîda li ser Leylayê” ji Colemêrgê meş da destpêkirin û li gel hemû astengî, êrişan em gihîştin Amedê. Berpirsiyarên ku divê guh bidin bangewaziya Leylayê ewqas ji vê daxwazê ditirsin li ku cihê navê Leylayê dibihîzin ew der dorpêç dikin. Ev, helwesta darbekar ya AKP’ê ye. Ev dorpêçkirin wêneyê tecrîda li hemberî Tirkiyeyê ye. Li gel hêza dewletê ya di destê wan de di çavên de tirs û fikar di meşan de hêvî û wêrekî heye. Hikûmetê cardin da nişan ku bajar, qad, sûk û kolan di bin tecride de ne. Heya ku tecrîda liser birêz Ocalan neşkê Tirkiye ji tecridê rizgar nabe.”

Dengê Leylayê gihîşt erd û ezman

Di dawiya daxuyaniyê de Ozturk ev tişt anî ziman: “Îro, ji bo ku em tecrîdê bişikînin divê em hemû qadên jiyanê veguherînin qadên têkoşînê û bi awayekî xurt xwedî li grevên birçîbûnê derkevin. Ev dîmenê tarî û şertên giran ên faşîzmê encax bi têkoşîna me ya rêxistinbûyî dê bê parçekirin. Em ji dîrokê hîn bûn, temenê van desthilatan ne dirêj e ku welatê xwe bi şert û mercên faşîzmê bi rê ve dibe û li derveyî welatê xwe polîtîkayên şer û pevçûnê li dar dixe. Ji bo ku ev desthilat vî welatî hîn zêdetir wêran nekin, divê em hemû qadên jiyanê veguherînin çeperên demokratîk. Ev peywira me ya dîrokî ye.  Ên ku ji bo berjewendiya xwe şer, pevçûn û xizanî li vî welatî ferz kirin dê bi ser nekevin, dê gelên me bi ser bikevin. Dengê Leylayê gihîşt erd û ezman, berxwedena girtîgehan li çar aliyê welat belabû. Em soz didin: dê Leyla bijî, dê tecrîd bişikê, dê têkoşerên greva birçîbûnê bi ser bikevin. Berxwedan jiyan e.”  AMED