aram

Buldan: Bi têkçûna AKP’ê dê her kes aram bibe

Hevseroka HDP’ê Pervîn Buldan diyar kir ku tecrîd xwe dispêre faşîzmê û berxwedêr silav kirin. Buldan got ku Tirkiye li ser xaçerêyekê ye bi têkçûna AKP’ê dê her kes aram bibe

Hevseroka Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) Pervîn Buldan, di civîna Koma HDP’ê de bal kişand ser polîtîkayên AKP’ê û geşedanên dawî. Buldan, li ser hilbijartina 31’ê adarê rawestiya û xwest her kes li dijî polîtîkayên AKP-MHP’ê hişyar be. Buldan anî ziman ku di hilbijartina 31’ê adarê de 2 rê li pêşiya hilbijêran hene û wiha got: “Em beriya hilbijartina 31’ê adarê civîna dawîn a koma xwe pêk tînin. Em di pêvajoyek pir krîtîk re derbas dibin. Em di xaçerêkeke pir girîng de ne. Li aliyekî rêveberiya tarî û faşîzmê heye, li aliyekî ronahî û pergala rêveberiya demokratîk heye.”

Buldan bal kişand ser tecrîda li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan û çalakiyên grevên birçîbûnê û wiha axivî: “Hevala me Leyla ji bo vê rêya ronî veke bedena xwe daye ber mirinê. Li Hewlerê Nasir, Li Strasborgê 14 hevalên me û li Kandirayê Selma û Sebahat bedena xwe dane ber mirinê. Ji bo pergala komara demokratîk jiyanek aştiyane û li dijî tecrîdê ketine grevê. Birêz Ocalan tam 20 sal in di bin tecrîdê de li Îmraliyê tê girtin. Ji bo pergala serdest û faşîst biparêzin 20 sal in tecrîdê pêk tînin. Ger ku darbe li dijî siyaseta demokratîk û parlemento pêk hatibe sedema wê tecrîd e. Ger ku vîna gel bi destê qeyûman hatibe xespkirin sedema wê israra îktîdara serdest a tecrîdê ye. Hebûna xwe li ser tecrîdê ava dikin. Her roj ger ku jin li kolanê tên qetilkirin û rastî tacîzê tên sedema vê yekê tecrîd e. Ger ku her roj xwarina li ser sifraya me kêm dibe sedema wê tecrîda aborî ye. Ger ku medya û raman ne azad be sedema wê pergala tecrîdê ye. Ger ku bi hezaran xwendekarên zanîngehê betal in û kedkar îxrac dibin sedema wê tecrîd e. Pergala tecrîdê cureyekî rêveberiyê ye.”

‘Em tu carî natirsin’

Buldan da zanîn ku cesareta li dijî tecridê roj bi roj mezin dibe û wiha berdewam kir: “Ji bo em welat ji bin tecrîdê derxin divê em hemû kes destê xwe bidin hev û pergala demokratîk mezin bikin û pêş bixin. Em ê bi hev re vê yekê pêk bînin. Em ê vê yekê bi berxwedana Leyla, Sabahat û Tuncel pêk bînin. Em ê bi cesareta çalakgerên di grevê de pêk bînin. Ev cesaret her roj pêl bi pêl mezin dibe û belav dibe. Em qet û qet li dijî maşîneyên we yên zirxî gavan paşve navêjin. Em tu carî natirsin. Em hevrêyên Leyla ne. Em mafdar in. Emê tecrîdê bişkînin û bi hev re bi ser bikevin.

Êrîşên AKP’ê

Buldan, bal kişand ser êrîş û tundiya AKP’ê û wiha dirêjî da axaftina xwe: “Her ku mafdariya me dibînin bêtir êrîş dikin. Her ku dibînin di sindoqan de bi ser nakevin bêtir êrîş dikin. Di protestokirina tecrîdê de dora parlamenterên me dorpêç kirin. Hem êrîşî wekîlên me kirin û heta êrîşî zarokan kirin. Li Wanê îşkence li 3 zarokan kirin, serê wan xistin klozetê. Li Enqereyê polîsan li ber çavan Merve Demîrel tacîz kirin. Midûriyeta polîsan li vê tacîza şerma cîhanê xwedî derket. Vê wêrekiya xwe ji îktîdarê digirin. Niha rewşa ku Tirkiye hatiye ev e. Ev bi destê îktîdarê hatiye vî halî. Yên ku ev tacîz pêk anî, diparêzin û piştgiriyê didin em bi tundî şermezar dikin. Di rojên dawî de bi sedan hevalên me hatin binçavkirin. Bi dehan hevalên me hatin girtin. Hevserokê partiya me yê Mêrdînê Alî Sîncar hat girtin. Hevşaredara me ya Agirî, Hevserokê Colemergê hatin girtin. Otobusên me yên hilbijartinê hatin rawestandin. Mêvanên me di ketina Enqereyê de hatin astengkirin. Herî dawî li Antalyayê Cîzre Spor rastî êrîşa nijadperest hat. Ev polîtîkayên dijminantiya kurd e. Ev operasyon hişê êrîşê ye. Îktîdara AKP’ê beriya hilbijartinê dîsa ev êrîş xistine meriyetê. AKP’ê tirs û tundî kiriye stratejiya hilbijartinê. Li hemberî me seferber bûne. Bi şev û roj li kolanan û di televîzyonan de HDP’ê dikin hedef û êrîş dikin. Heqaret, çêr gef û her tiştî li dijî me pêk tînin.”

AKP ditirse

Buldan bal kişand ser tirsa AKP’ê û wiha pêde çû: “Sedema îktîdarê ku ew qas êrîş dike tirsa windakirinê ye. Her ku HDP’ê dibînin 7’ê hezîranê tê bîra wan. Ji ber ku naxwazin gel bi ser bikevin û vîna gel li sindoqan neyê dîtin propagandaya reş dikin. Tiştekî ku ji gel re bêjin tune ye. Dizî, xizanî sefalet di asta herî jor de ye. Wekî hilbijartinên berê dixwazin bi tirsê dengan kom bikin. Em li vir dipirsin buhayê pîvaz, kartolan ma HDP’e zêde kiriye? Ma HDP’ê Tirkiye xist çirava Sûriyeyê? Ma HDP’ê Tirkiye mohtacî IMF’e kir? Her kesê li vî welatî wekî terorîst îlan dikin û bêyî şerm bikin diçin deng ji wan dixwazin. Ger ku AKP winda bike, berî her diştî wê pêşiya demokrasiya radîkal vebe. Ev gel û ev civak û hemû beşên civakê yên demokrasiyê dixwazin ew ê bi ser bikevin.Yên ku ji 6 milyon kesan re dibêjin terorîst dê têk biçin. Yên ku mirovan mahkûmî dora firotina tanzîmê dikin dê têk biçin. Em ê vê yekê bi hev re bibin serî. Em ê li Ege, Marmara, Karadenîz û li her derê bin. Em di 31’ê adarê de 7’ê hezîranê bidin jiyîn. Em bi şev û roj bixebitin. Em li hemû malan bigerin. Kolan, gund navçe û bajaran bi destê her kesî bigirin. Em li vê vînê xwedî derkevin.” ENQERE