Welatiyên bakurî bi gefan ji başûrê Kurdistanê tên derxistin!

Navenda Nûçeyan

Hat ragihandin ku piştî bûyera li Hewlêrê, hêzên asayîşê li Duhok û Hewlêrê bi ser gelek malên welatiyên ji bakurê Kurdistanê ne girtine û ji wan xwestine ku başûrê Kurdistanê terk bikin

Li gorî zanyariyên ku çavkaniyên li Zaxo, Duhok û Hewlêrê ji ajansa Rojnewsê re ragihandine, piştî bûyera kuştina endamê konsolosxaneya tirk a li Hewlerê hêzên asayîşê bi ser gelek malên welatiyên ji bakurê Kurdistanê ne girtine.

Çavkaniyan ji Zaxoyê ragihandin ku asayîşê bang li welatiyên malên xwe ji bakurê Kurdistanê anîne Zaxoyê kirine, nasnameyên wan kontrol kirine û derbarê wan de zanyarî kom kirine. Rayedarên asayîşê her wiha ji heman welatiyan xwestine ku herêmê terk bikin û gotine: “Yan biçin Rojava yan jî perçeyek din ê Kurdistanê, nabe hûn li vir bimînin.”

Çavkaniyan gotin ku asayîşê heta niha bang li derdora 25 kesan kiriye û ji wan xwestine ku ji herêmê derkevin.

Li bajaroka Şeladizê ya girêdayî navçeya Amêdiyê ya Duhokê jî welatiyê bi navê Lezgîn Oremarî ku ji wargeha Mexmûrê ye lê ev demek dirêj hatiye Şeladizê, zewiciye û zarokên wî hene jî, ji bajarokê hatiye derxistin. Lê nayê zanîn ka Lezgîn mala xwe biriye ku derê.

Çavkaniyên li Duhok û Hewlêrê jî ragihandin ku asayîşê bi ser gelek malên bakuriyan girtine û zanyariyên derbarê wan de kom kirine, nasname kontrol kirine.

Bi heman rengî li Silêmaniyeyê jî asayîşê bangî karkerên ji Wargeha Mexmûrê yên di kargehan de dixebitin kiriye û zanyariyên wan girtine. Her wiha ji hinekan jî xwestine biçin asayîşê û îmze bidin. Hat gotin ku welatiyek ji Mexmûrê li Silêmaniyeyê hatine girtin, lê ev zanyarî nehat piştrastkirin û sedema girtinê nehat zanîn.

Dikarî Biecibînî