Ger dewleta tirk li Başûr têk biçe dê rejîma faşîst hilweşe

Fermandarê Biryargeha Navenda Parastina Gel Mûrat Karayilan got ku ger dewleta tirk li başûrê Kurdistanê têk biçe, dê li Enqereyê jî têk biçe û dê ev rejîma faşîst hilweşe

Fermandarê Biryargeha Navenda Parastina Gel Mûrat Karayilan ji Stêrk TV re axivî.

Karayilan bal kişand ser konsepta dagirkerî û qirkirinê ya dewleta tirk a li dijî gelê kurd û got, “Parçeyên Kurdistanê hemû bi hev ve girêdayîne. Lê helbet hemû wekhev nîne û cûdabûnên xwe jî ji hev hene. Siyaseta Başûr di vî alî de şaştiyên wan hene. Parçeyên Kurdistanê tev hevdu bandor dikin. Têkoşîna herî xurt a başûrê Kurdistanê di sala 1974’an de bû. Lê sedema şikestina wê çibû? Wê demê li bakurê Kurdistanê, li rojhilatê Kurdistanê têkoşîna Kurdan tûne bû. Li Rojava hebû, piştevanî dikir. Bi tenê bû. Ji ber vê li wê xistin. Lê çima di sala 1991’an de encam girt? Em baş dizanin ku hereketa Başûrê Kurdistanê wê demê zehf xurt nebû. Lê derfetên avakirina sîstema xwe di asta navnetewî de çêbû. Sedema vê çi bû? Ji ber wê demê hereketa Bakurê Kurdistanê xurt bû. Ji ber wê Tirkiye digot, em lê bixin wê xilas bibe, yanjî bidinê wê xilas bibe. Di vê çarçoveyê de serokkomarê demê Turgut Ozal hevdîtin li gel berpirsên Başûr pêkanî. Wê demê nameya Ozal a ji bo Başûr bi rêya rojnamevan Cengîz Çandar min da Rêber Apo. Rêber Apo ji bo Mam Celal Talabanî got dikarin hevdîtin bikin û bi tifaqa me hevdîtin pêkanîn. Her wiha wê demê Mam Celal ji ber tifaq di navbera wan û PDK’ê de hebû, bi navê wan jî tevdigeriya. Hereketa Kurd li Bakur xurtbu, wan hereketa Başûr cidî girt. Herçend lewaz jî be, wê demê li Rojhilat jî hêzên Kurdî û pêşmerge hebû. Ev hevsengiyek çêdikir. Bi vî awayî zemîn pêkhat ku Başûrê Kurdistanê sîstema xwe ava bike. Dixwazim bêjim, weke ji van nimûneyan jî diyar dibe, peywendiya parçeyan bihevre heye, tu nikarî ji hev cûda bikî. Eger ji hev cûda bikî jî dijmin ji hev cûda nake. Di vê mijarê de kêmahî heye. Eger mirov bêje qet ciyewazî nîne, ew jî wê şaşbe. Her parçeyek xweseriya xwe heye, lê eger rabin bi temamî ji hev qut jî bikin,wê ev yek rast nebe.

Tirkiye şer tîne Başûr

Şerê me li Bakur e. Em ji Şemzînan heya Dêrsimê bi Tirkiyê re di nava şer de ne. Ev çar sale em di şereke dijwar de ne. Tirkiye ji ber dibêje çavkanî li derve ye, bixwe êrîşê Başûr dike. Ne ku me şer aniye Başûr, Tirkiye tîne Başûr. Rayedarên Iraqê jî yên Herêma Kurdistanê jî dizanin em naçin ser sînor çalakî nakin û nazivirin Başûr. Lê niha Tirkiye sînor derbas kiriye û ketiye Başûr, ji ber vê şer rû dide. Raste şerê me li Xakurkê û Zapê heye, lê ew sînor derbas kirine. Em axa Başûr diparêzin. Bila ew derbasê aliyê din yê sînor bibin, em yek gule ji vir ve na avêjin wan. Tirk dixwazin me tine bikin. Dibêje, va li Bakur nikarim bi temamî tune bikim, ji ber vê divê biçim li Başûr jî li wan bixim.

37 sal e em li vir in. Dema şoreşa Îlonê mane pêşmerge jî pala xwe da Cûdî, Komata, Qaşûra, Oremar, Şemzînan. Pêşmerge jî pala xwe da wir, wisa li dijî rejîma Sadam şer kir. Herêma Behdînan, Botan, Biradost heya niha ti dagirker nekarîne li van herêman serweriyê çêbikin. Îskenderê mezin jî nekarî serweriyê çêbike. Ev herêmane kelehên berxwedanêne û hemû şoreşên Kurdan xwe spartine van herêman. Ji dema Şêx Ubeydûllahê Nehrî ve ev wisa ye. Yên Barzaniyan jî ji van herêmane îstîfade kirine. Em jî bi heman şêweyê dikin. Tişteke xwezayî ango diyalektîkeke wisa li Kurdistanê çêbûye. Ji bo provakasyonê êrîşê Başûr dikin. Dixwazin pirsgirêk di nava Kurdan de çêbikin. Dijminên kurdan di dîrokê de timî kurd bi kurd dane kuştin, wisa encam girtine. Niha jî niyeta wan wisaye.

Em parastina hemû Kurdistanê dikin

Em tevgereke fedayîne, divê gelê me yê Başûr bizane em parastina hemû Kurdistanê dikin. Em ji bo tevahî kurdan li dijî dagirkeriya tirk şer dikin. Ji ber eger em di şerê dijî Tirkiyê de têk biçin, dewleta tirk wê destûrê nede kurd li ti cihî bibe xwedî statû. Eger em nebin, wê berê xwe bidin kurdê Başûr û desthilata wê. Rêveberiya Başûr vê rastiyê baş dizanin, lê berjewendiyên rojane esas digirin. Dewleta tirk dixwaze bi xeyalên Osmanîgeriya nû tevahî Kurdistanê dagir bike. Em jî dixwazin vê dewletê têk bibin. Ev ji bo berjewendiyên tevahî gelê Kurd e.

Ji Başûr 2 hezar şehîdên me hene

2 hezar şehîdên me yên ji Başûrê Kurdistanê heye. Şehîdê me yê herî dawî Heval Helmet bû. Me xwe ji bo gel feda kiriye. keçên kurd dibistanên herî bilind ên Stenbol û Enqereyê terk dikin, tên çiyayên Kurdistanê. Xortên kurd dest ji zankoyan berdidin tên van çiyayan. Hevalê Helmet yek jî yek ji wan bû. Mirovakî têgihîştî û dîrokzanbû. Gelek jîr bû. Eger bixwastiba dikarî li Silêmaniyê jiyaneke xwe rêxistinkiriba. Lê mal û her tiştî terk kir, mîna derwêşekî ji Qeredaxê derket û xwest li dijî dagirkeriya tirk têbikoşe. Herî zêde jî hevalê Helmet welatperwer, alîgirê yekîtiya netewî û mirovperwer bû. Çima jiyaneke derwêşane tercîh kir, ji bo gel vê jiyanê hilbijart. Em hemû ji bo vî gelî dijîn. Ti jiyaneke me ya şexsî nîne. Ev ciwanên bi awayeke fedayî ji bo vî gelî têdikoşin, dibin hedefa balafirên şer yên tirk. Tevî vê yekê jî hinek radibin dibêjin, çima şerê xwe anîne vir. Ew dixwazin fedayiyên vî gelî tasfiye bikin. Eger fedayiyên gel tasfiye bikin, dizanin wê bi rehetî bikarin destkeftiyên gel jî ji holê rakin. Ji ber vê em piştgiriya gelê Başûr dixwazin. Raste em ji Bakur derketine, lê em ji bo tevahî destkeftiyên gelê kurd têdikoşin û di vê têkoşîna xwede jî bi biryar in. Em dixwazin vî dijminî têk bibin.

Em nabêjin rayedarên Başûr bi MÎT’ê re bûne yek lê…

Em nabêjin, rayedarên başûrê Kurdistanê bi MÎT re bûne yek û me îxbar dikin. Dewleta tirk piranî şerê îstîxbaratê û teknolojiya balafirane. Hinek bûyerên li Başûr rûdan jî dide nîşan ku dewleta tirk ji herêmê sûd wer digire. Hinek kesên ser erdê agahî didin dewleta tirk hene. Îcar ev kesin yanjî rêxistinin mijareke cûdaye. Nimûne komîsyonek dikare vêya zelal bike. Dibe ku kesên wiha kar dikin, di nava îstîxbarata herêmê de jî cih digirin. Hinek agahî li gel me hene ku têgotin, hinek kes bêyî agahiya rêxistina xwe jî van karan dikin. Nimûne di nava Parastinê de ye, lê bêyî agahiya wê hevkariyê li gel Tirkiyê jî dike û bi awayeke şexsî pere jî digire. Lê me YNK û PDK tawanbar nekiriye ku weke rêxistin û serkirdayetî di nava vî karî de ye. Lê em dibêjin, divê yên hevkariya îstîxbaratî li gel Tirkiyê dikin zelal bibin. Eger diyalog pêşbikeve û komîsyoneke lêkolînê ava bibe, dikare bê zelal kirin, ka bê ev kî ne û çine?

Lê tişta ku em herî zêde rexne li rêveberiya Başûr dikin eve, dikarin ewqas derfet ji dagirkeriya tirk re pêşkêş nekin. Em dibînin dewleta tirk herêman digire kes dengê xwe nake, bertek nîne, gel dixwazin nerazîbûn bidin nîşan tên astengkirin, MÎT dikare li herderê bigere û kesan ji bo xwe rêxistin bike. Em dibêjin divê çav ji tiştên wisa re neyê girtin.

Pêşmerge li hemberî qadên gerîla dikevin çeperê

Li gorî agahiyên li ber destê me pêşmerge û hêzên leşkerî yên Başûr hatine li gelek nahiya û bajarokan bi cih bûne û bi cih jî dibin. Em dibêjin çi pêwîstî bi vêya heye? Em destkeftiyên başûrê Kurdistanê weke deskeftiyên xwe û vî gelî dibînin. Keda gelê me yê qehreman ê Başûr û pêşmergeyên fedekar ti carî nabe hedefa me. Me tiştekî wisa qet nefikiriye. Ev mijareke netewî ya girînge.

Şerê navxweyî ji bo gelê kurd dê bibe felaket û ji bo pêşengên kurd şermeke mezin e

Beriya vêya rêzdar Kek Mesûd Barzanî gotibû, “şerê navxweyî, birakûjî heram e”. Ev tiştekî gelekî di cih de ye. Me jî weke PKK wê demê got, em deftera şerê navxweyî digirin û bi şiklekî ticaran venebe, diavêjin. Niha jî em heman tiştî diparêzin. Serdema em têde serdema diyalogê ye. Em neteweyekin û çarenûsa me jî bihev ve girêdayî ye. tiştekî wisa ne pêkane ku mirov bifikire. Heta naxwazim tişteke navxweyî xeyal jî bikim. Zimanê me nagire bêjim şêrê navxweyî jî. Eger tiştek wisa rû bide wê ji bo gelê me felaket be. Wê ji bo siyaseta Kurd û serkirdayetiya Kurd şermeke mezin be. di sedsala 21. de herkes pirsgirêkên xwe yên herî mezin jî bi diyalogê çareser dikin. Amerîka wê bi Koreya Bakur re ketiba şer, lê hevdîtin pêkanî. Çîn û Amerîka nakokiyên wan ên aborî heye, lê dîsa jî hevdîtin dikin. Niha di navbera Îran û Amerîkayê de jî hewldanên hevdîtinê heye. Yanî serdem serdemeke wisa ye. Eger em weke yek millet nikarin pirsgirêkên xwe bixwe çareser bikin û vê jêhatîbûnê nedin nîşan, ma ev ji bo me ne şermeke mezin e. Wê dijminê me ji bo me çi bêjin? Wê bêjin, mane em dibêjin evane tev eşîrin, nikarin bibin millet. Wê li cîhanê jî wisa behsa Kurdan bikin.

Gelê kurd di şerê dijî DAIŞ’ê de li cîhanê îmajeke gelek baş qezenc kir. Niha hevdîtinên gelek konsolosxaneyan li gel rêveberiya Herêmê nîşaneya vêye. Niha gelê Kurd li herêmê îmajeke baş girtiye, eger kurd bi hev re şer bikin wê ev îmaja baş a qezenc kirine, bi temamî sî bikeve ser. Wê di mijara destkeftiyan de jî gelê me çen salan bi paşde biçe.

Spasiya eşîra herkî û sûrçî

Çapemenî ji bo çareseriyê pir zêde nabe alîkar. Bi zimanê ku bikartîne qeyranê kurtir dike. Di ew mijara herî dawî de wisa bû ku di hinek dezgehên ragihandinê de pîvanên exlaqî jî hatin derbaskirin. Divê yên welatperwer çi berpirsên ragihandinê dibin, çi saziyên sivîl dibin, çi serkirdeyên partiyan û serok eşîran dibin, divê bi erka xwe pêkbînin. Helwesta herî dawî ya eşîra Sûrçî û Herkiyan pir başbû. Spasiya wan dikim. Daxuyaniya wan erênî bû. Hinek rewşenbîr û siyasetmendarên Kurd ên daxuyanî dan û hestyar nêz dibin hene. Ez bang li hemû kesayet û aliyên Kurd û Kurdistanî dikim ku di vê demê de hîn zêdetir hestiyar nêz bibin û bi riheke netewî nêz bibin. Eger me jî şaştî kiribe, dikarin me jî rexne bikin. Kî şaş bike divê wan jî rexne bikin. Ya rastîn pirsgirêkên ew çende mezin jî navbera me de nîne. Lê ji ber tiştên biçûk kom dibin û diyalog jî nîne, êdî alî ji hev gumanan dikin. Fesad pir hene û nifaqê dixin navbera kurdan. Ji ber vê qeyranek çêbûye.

Serokê Herêma Kurdistanê û serokê hikûmetê hatin hilbijartin, tevgera me pîrozbahiyên xwe şand. Ez jî wan biraderan baş nas dikim û hêvî dikim ku serkeftîbin û pîroz dikim. Lê divê derketineke nû li ser rêbazeke netewî pêşbixin. Em ji kesê naxwazin werin di sengerê de mil bidin milê me şer bikin. Pêwîstiya me bi xeteke netewî heye. Divê dema em li beşek dixebitin, zirerê nedin beşa din. Hêviya min heye û hewldan jî di vî alî de heye. Lê bi rastî niha qeyraneke tirsnak heye. Lê niha mafê ti kesî nîne sengerên pêşmerge li beramber yê gerîla deyne. Divê ev wisa jî rêzê neyê destgirtin û biberpirsyarî nêz bibin.

Berxwedana li dijî dagirkeriya dewleta tirk

Me li hember dewleta tirk a dagirker heya niha li berxwedaye û niha dixwazin vê berxwedanê bibin serkeftinê. Ew li hember me têkçûye. Lê bi rêya îstîxbaratê şer dike. Ji ber vê em dibêjin, divê ti kes li Başûr îstîxbaratê nede van. Em dibêjin divê gelê me yê welatparêz li hember ev kesên xwe li beranber pûl û pere difiroşin xwedî helwestbin. Li Bakur jî divê li hember ev hewldanên Tirkiyê xwedî helwest bin. Em niha di nava gerîla de çûne nûjenbûnekî. Li hember îstîxbarata wan û teknîka wan rêbazeke nû rêxistin dikin. Em bawer dikin ku emê wan têk bibin.

Dagirkerî têk biçe dê Enqere jî têk biçe

Eger em wan li Başûr têk bibin, wê Enqere jî têk biçe. Em dixwazin li hember ev dijminê hov şer bikin. Dema em şer dikin dixwazin birader û gelê me nebin asteng, eger bikarin piştgiriya me bikin, eger nikarin jî bila herî kêm ji dijmin re rê venekin û bi şêwazekî nebin alîkar. Divê ji bîr nekin, eger em derbe bixwin û bikevin, wê dor were wan.

Em dixwazin li dijî dagirkeriya tirk meşeke dîrokî rêxistin bikin û berxwedaneke mezin çêbikin, em dixwazin ew jî di vê demê de piştevaniya me bikin. ev banga me ji bo tevahî gelê me, saziyên sivîl, siyasetmedar, eşîr û bi taybet jî ji bo Hikûmeta Herêma Kurdistanê û yên li dijî osmanîgeriya nû têdikoşine, di vê dema dîrokî de piştgiriyê bidin têkoşîna me.

Em li gel banga KNK’ê ne

Biryara KNK’ê girîng e û di cih de ye. Em li gel in û me berê jî hewlesta xwe di aliyê yekîtiya netewî de daye nîşan. Di vê demê de em dibêjin divê em gav biavêjin û em ji bo vêya vekirinê.”

Karayilan anî ziman ku dewleta tirk gefên mezin li rojavayê Kurdistanê û bakurê Sûriyeyê dixwe û got, “Bi kurtasî dikarim vê bêjim: Hesabên dewleta tirk a dagirker vê carê pêk nayên. Dewleta tirk ne xwedî wê hêzê ye ku her devera bixwaze werbigire. Mesela niha dixwaze başûrê Kurdistanê dagir bike, lê bi hêsanî nikare vê pêk bîne. Du meh in tevî ku hêzên xwe hemû seferber kirine, nekariye Xakurkê dagir bike. Eger karîbûya wê heta Zapê werbigirta. Li wê derê di navbera dijmin û hevalên me de mesafeyeke kurt heye. Her roj sûîqestê li dijî hev dikin. Bêguman divê dijmin biçûk neyê dîtin, hêzeke xwe heye lê belê bi berxwedanê ew nikare devera dixwaze werbigire.”

Karayilan bal kişand ser tecrûbeyên Rojava, Bakurê Sûriyeyê û Berxwedana Efrînê û destnîşan kir, eger ji wan tecrûbeyan sûd bê wergirtin wê karibin derfetên leşkerî û siyasî ji bo serketinê biafirînin û got, “Bi dîtina me divê kes xwe venekişîne. Divê her kes li xaka xwe be. Erdogan dibêje wê milyonek mirovî li Rojava bi cih bike. Mîna ku li Efrînê kir dixwaze mirovên me derxîne û hinekî din bi cih bike. Bi rengekî fermî dibêje ku wê paqijiya etnîkî bike. Herî dawî navê ‘korîdora aştiyê’ li plana xwe kir. Beriya niha bi 45 salan dema ku Qibris dagir kir navê ‘Tevgera Aştiyê ya Qibrisê’ bi kar anî bû. Niha jî ji plana dagirkirina Rojava re dibêje ‘korîdora aştiyê’. Em van baş nas dikin. Ya ku ew jê re aştî dibêje, dagirkerî ye, qirkirin e. Ji ber vê yekê divê kes dest ji gundê xwe bernede, kes xwe venekişîne. Dikarin li wê deverê dijmin têk bibin. Ya girîng ew e ku bi hêzên xwe piştrast bin û amadekariyên xwe bi xurtî bixin pratîkê.”

Karayilan destnîşan kir ku dema amadekariyeke baş bê kirin, xweparastina gel bê xurtkirin û şerê gel ê şoreşgerî bê kirin wê ev dewlet li her deverê bê têkbirin û şoreş bê biserxistin. BEHDÎNAN

Çavkanî: Arjîn Ferat / ANF