Hatîp Dîcle: Armanca Komploya 9’ê Cotmehê tunekirina Ocalan bû

Siyasetmedarê kurd Hatîp Dîcle bi boneya salvegera Komploya Navdewletî ya 9’ê Cotmehê ya li dijî Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan axivî û got ku armanca sereke ya komployê, tunekirina Ocalan bû. Dîcle diyar kir ku her çiqas komplo hatibe derbkirin jî bi temamî nehatiye tasfiyekirin. Dîcle ji bo azadiya Ocalan bang li gelê kurd kir

Di 9’ê cotmeha 1998’an de li hemberî Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan komployeke navdewletî ket dewrê û ji Sûriyeyê hate derxistin. Ocalan jî xwest li Ewropayê pirsgirêka kurd li ser zemîneke demokrasiyê çareser bike. Lê belê, piştî deriyên demokrasiyê yeko yeko hatin girtin, Ocalan radestî Tirkiyeyê hat kirin û di 15’ê Sibata sala 1999’an de xistin Girtîgeha Bi Ewlehiya Bilind a Tîpa F ya Îmraliyê. Piştre jî di 31’ê gulana 1999’an de li dadgeheke taybet a li giravê darizandina Ocalan dest pê kir. Ocalan, cara ewil di danişînên 2’yemîn Dadgeha Ewlehiyê ya Dewletê ya Enqereyê de teza xwe ya ‘Komara Demokratîk’ bilêv kir.

Ocalan bi giştî tev li 9 danişînan bû û darizandin di 29’ê hezîrana 19992’yan de bi dawî bû. Di dawiya danişînan de cezayê darvekirinê li Ocalan hate birîn. Ceza di 29’ê hezîranê ango di dema salvegera bidarvekirina Şêx Seîd de lê hate birîn. Ocalan, di 2’yê tebaxê de bang li PKK’ê kir ku hêzên wê yên çekdar derkevin derveyî sînorên Tirkiyeyê. Her wiha di 1’ê îlonê de careke din bi bangawaziya wî PKK’ê cara 4’an agirbesteke yekalî ragihand û ji çiyê û Ewropayê 2 Komên Aştiyê hatin Tirkiyeyê. Lê belê endamên komên aştiyê jî hatin girtin û her wiha her çend agirbest hatibû îlankirin jî artêşa tirk operasyonên xwe domandin.

Polîtîkaya tecrîda mutleq

Lê belê piştî demekê Tirkiyeyê li gorî qanûnên Yekitiya Ewropayê (YE) cezayê darvekirinê yê li Ocalan hatibû birîn xera kir û cezayê muebeta giran lê birî. Di bin vê guherandina qanûnê de îmzeya MHP’ê jî hebû ku MHP wê demê di nava hikûmeta koalîsyonê de cih digirt. Piştî cezayê darvekirinê hate xerakirin, vê carê li Girtîgeha Îmraliyê polîtîkaya tecrîda mutleq ket dewrê û bi vê polîtîkayê hat xwestin ku Ocalan bi temamî bê îzolekirin. Di çarçoveya vê polîtîkayê de Ocalan bi salan nikaribû hevdîtinê bi ferdên malbata xwe re pêk bîne. Lê dîsa jî Ocalan tim û tim di warê demokratîkûna Tirkiye û Rojhilata Navîn de israr kir û her ku çû teza xwe ya Komara Demokratîk kûrtir kir.

AKP’ê guh neda nexşerêya Ocalan

Piştî koalîsyona DSP-ANAP-MHP’ê bi dawî bû û AKP bû îktîdar, Ocalan dîsa dev ji hewldanên xwe yên di vî warî de bernedan û di 15’ê tebaxa 2009’an de ji bo çareserkirina pirsgirêka kurd nexşerêyeke ku j 156 rûpelan pêk dihat amade kir. Lê belê AKP’a ku guh neda vê nexşerêyê, wekî îktîdar û hikûmetên berê di polîtîkaya tecrîd û şer de israr kir. Bi destê cemaeta Fethullah Gulen operasyonên KCK’ê xistin dewrê, ji siyasetmedaran heta parêzerên Ocalan û rojnamevanan bi hezaran kes hatin girtin.

AKP’ê pêvajoya çareseriyê xera kir

Piştî demeke dirêj Ocalan nikaribû hevdîtinê bi parêzerên xwe û malbata xwe re bike. Li ser vê yekê jî di îlona sala 2012’an de girtiyên PKK’î û PJAK’î ketin greva birçîbûnê. Di roja 68’an de dewletê bi paş ve gav avêt û bi peyameke Ocalan greva birçîbûnê bi dawî bû. Piştî vê pêvajoyê di sala 2013’an de ‘pêvajoya çareseriyê’ dest pê kir. Her çend Mutabaqata Dolmabahçeyê hatibe îmzekirin jî, îkîtîdara AKP’ê di sala 2015’an de pêvajo bi dawî kir û pêvajoya şer dîsa dest pê kir.

Dîcle: Armanca esasî tunekirina Ocalan bû’

Endamê Heyeta Îmraliyê siyasetmedarê kurd Hatîp Dîcle bi munasebeta Komploya Navdewletî ya 9’ê Cotmehê, ji Ajansa Mezopotamyayê (MA) bi Erdogan Alayumat û Bariş Ceyhan re axivî. Dîcle got ku armanca ewil a komployê ne tenê îmhakirina Ocalan a di hêla siyasetê de bû, dixwestin Ocalan di hêla fîzîkî de jî îmha bikin û wiha domand: “Lê belê bi xwedîderketina gelê kurd û çalakiyên ‘Hûn nikarin roja me tarî bikin’ re pêşî li tasfiyeya fîzîkî hate girtin. Heta tecrîda mutleq bidome dê komplo bi temamî neqede. Lê di van 21 salên bihurî de derbên mezin li komployê hatin xistin.”

‘CIA û MOSSAD’ê dixwest PKK bikeve bin kontrola wan lê Ocalan red kir’

Dîcle destnîşan kir ku di sala 1997’an de CIA û MOSSAD’ê xwestin PKK têkeve bin kontrola wan û wiha dirêjî da axaftina xwe: “Birêz Ocalan, wekî tevgereke azadiyê ev yek red kir. Birêz Ocalan got; ‘Piştî vê pêşniyarê Mam Celal hat cem min û got ‘we amerîkî pir hêrs kirine. Ma we çi gotiye ku ev qas hêrs bûne.’ Dibêje min ev tişt gotin. Mam Celal jî dibêje, ‘We belayeke mezin aniye serê xwe. Ev pir hêrs bûne. Dibe ku li hemberî we plansazî û projeyeke nû çêbikin.’’ Ji xwe wisa jî bû. Piştî wê bi salekê birêz Ocalan, bi desteka NATO’yê û bi pêşengiya DYA’yê ji Sûriyeyê hate derxitin. Bînim bîra we; hêzên girêdayî NATO’yê, hêzên behrê nexasim li Kendava Îskenderûnê bi cih bûbûn. Her wiha wê demê li Bosnayê şerekî navxweyî hebû. Di wî şerî de hin mewziyên sirpan ji aliyê balafirên NATO’yê ve dihatin bombebarankirin. Di pêvajoyeke wisa de Ocalan ji Sûriyeyê hat derxistin. A rast şerê niha li Sûriyeyê diqewime wê çaxê hatibû plankirin. Ango ger birêz Ocalan ji wir nehatana derxistin, bi îhtîmaleke mezin dê bi desteke NATO’yê Tirkiye êrîşî Sûiryeyê bikira.”

Diyaloga di navbera Ocalan û Abdulhadî Muhattan de

Di berdewamê de jî Dîcle têkildarî vê mijarê axaftina cîgirê serokê Sûriyeyê Abdulhadî Muhattan ku cîgirê Hafiz Esad bû û Ocalan jî wiha bi bîr dixe: “Abdulhadî Muhattan got; ‘Gazî Ocalan bikin, rewşeke cidî heye.’ Ê xeber gihand Ocalan jî Husnu Mubarek bû. Wê demê Husnu Mubarek diçû Tirkiyeyê û dihat. Suleyman Demîrel serokomar bû û jê re dibêje, ‘Teqez em ê têkevin Sûriyeyê.’ Bi vî awayî Hafiz Esad hişyar dike. Wehameta rewşê jê re vedibêje. Ev jî gazî birêz Ocalan dikin û dibêjin, ‘Tirkiye gefan li me dixwe, hêzên bejahî gefan li me dixwin. Gelo ev blof un?’ Ocalan jî dibêje ‘ev rast in.’ Muhattan dipirse, ‘Gelo dibe ku Tirkiye êrîş bike?’ Ocalan jî dibêje, ‘Belê, dibe ku êrîş bike.’ Muhattan careke din ji birêz Ocalan re dibêje ‘Îcar di tiştekî wisa de divê em çi bikin?’ Ocalan jî dibêje, ‘Divê ez derkevim, ne mimkun e ku bi awayekî din bê çareserkirin.’ Li ser vê Ocalan di 1998’an de ji Sûriyeyê derdikeve. Piştî demekê tê girtin û wî dixin Girtîgeha Îmraliyê.”

‘Komplo bi temamî nehatiye tasfiyekirin’

Hatîp Dîcle got ku komploya li hemberî Ocalan her çend negihaştibe armanca xwe jî, bi temamî jî nehatiye tasfiyekirin û wiha pê de çû: “got: “Ji ber ku hê jî birêz Ocalan di Îmraliyê de ye. Bi qasî ku Ocalan di girtîgehê de be, çiqas derbên giran li komployê bên xistin jî dê bi temamî neqede. Ji ber ku armanca sereke ya komployê di serî de tasfiyekirina fîzîkî ya birêz Ocalan, piştre tasfiyekirina PKK’ê û bîrdoziya wî bû. Helbet komplo di gelek waran de bi ser neket. Lê di dawiya dawî de niha birêz Ocalan hîn jî bi awayekî mutleq tê tecrîdkirin. Lê negiha armanca xwe.”

Hevdîtinên bi Ocalan re û nêrîna Ozal

Dîcle daxuyand ku hin derdor ji bo ku fikrên Ocalan manîpule bikin, bi ketina Ocalan a Îmraliyê re hewl dan stratejiyê biguherînin û wiha derbirî: “Lê tespîtên çewt dikirin û li dijî Ocalan neheqiyeke mezin bû. Di sala 1993’yan de ez, Ahmet Turk û Orhan Dogan çûn cem birêz Ocalan. Wê demê serokomar Turgut Ozal û Mam Celal jî xistibû dewrê. Rojnamevanên wekî Cengîz Çandar jî di dewrê de bûn. Peyama hemûyan peyameke hevpar bû. Ozal, dixwest agirbesta ku birêz Ocalan di 17’ê adara 1993’yan de bi awayekî yekalî ragihandibû bê dirêjkirin. Ozal digot; ‘Min bi awayekî bê şert û merc şer kir. Li hemberî PKK’î ez, serokwezîr û serfemandarê giştî bi xwe tev li plansaziyên tevgera leşkerî bûn. Lê min ev tişt dît. 9-10 sal derbas bûne lê belê ne mimkun e ku ev mesele bi tundiyê çareser bibe.’”

‘Ozal ji tirsonekiya Demîrel aciz bû’

Dîcle bi lêv kir ku serokwezîrê wê demê Turgut Ozal ji bo çareserkirina pirsgirêka kurd amade bû ku gavên cidî biavêje û wiha dirêjî da axaftina xwe: “Ozal, hin general qaneh kiribûn. Ji tirsonekiya Demîrel bi gazinc bû. Ji ber Demîrel û leşker pir rû bi rû dimînin, ditirse. Digot, serokê giştî yê ANAP’ê Mesût Yilmaz dixwest pêşî li ber vê pêvajoyê bigire. Û digot; ‘Heke bivê ez ê ji serokomartiyê îstifa bikim û rewşê ji gel re vebêjim. Ez ê partiyeke nû ava bikim. Bawer dikim wê gel destekê bide min. Çi dibe bila bibe divê ez vê meseleyê çareser bikim.’ Wê demê di 16’ê nîsana 1993’yan de birêz Ocalan ev tişt jî esas girtin û agirbest veguherand agirbesteke bêdem. Lê hîn em li Şamê bûn, di 17’ê nîsanê de em pê hesiyan ku Ozal miriye. Heyeta me heyirî mabû. Ji ber ku hêviyek li me peyda bûbû. Me digot dê ev pêvajo bi ser bikeve. Birêz Ozal xwedî biryar bû lê paşê hat fêmkirin ku Ozal hatiye jehrîkirin.”

Ocalan: Dewletê Ozal kuşt

Herî dawî jî siyasetmedarê kurd hatîp Dîcle wiha got: “Piştî mirina Ozal, Ocalan got; ‘Dewletê Ozal kuşt. Ji ber ku çandeke ku ji dema Osmaniyan tê heye. Rêvebirên neserketî dihatin tasfiyekirin. Ozal, ji ber hewldanên xwe yên ji bo aştiyê ji hêla kesên şer ên dewletê ve hate kuştin. Ger hûn bêjin ew kes kî bû; Klîka Dogan Gureş û Tansû Çiller e.’ Wê demê bi hewldanên vê klîkê Ozal hat jehrîkirin û tasfiyekirin. Birêz Ocalan jî got; ‘Ev kar li vir bi dawî bû.’ Bi rastî jî pêvajo bi dawî bû. Paşê jî pêvajoyeke pir dijwar û xwînî dest pê kir. Em deyndarên Ocalan in. Madem em wî wekî rêber, wekî vîna xwe qebûl dikin, nexwe divê em hemû ji bo tasfiyekirina vê komployê û ji bo ew bi awayekî fîzîkî di nav me de be bi berpirsiyarî tev bigerin. Divê em bi çalakiyan 9’ê Cotmehê jî esas bigirin û ji bo azadiya wî têbikoşin û vê têkoşînê xurtir û berfirehtir bikin.” STENBOL

Dikarî Biecibînî