aram

Îbrahîm: Rojava dengê kurdan gihand cîhanê

Çavdêrê siyasî Îbrahîm Abdula got ku rojavayê Kurdistanê bi siyaseta rast û serkeftî dengê kurdan gihand hemû cîhanê û li dijî dagirkeriya dewleta tirk banga yekitiyê kir

Çavdêrê siyasî Îbrahîm Abdula li ser armanca êrîşên dewleta tirk a dagirker ên li ser rojavayê Kurdistanê û erka gelê kurd, axivî.

Abdula diyar kir ku dewleta tirk bi van êrîşan naxwaza li bakur û rojhilatê Sûriyeyê aramî ava bibe û da zanîn ku bi taybet Tirkiye li hemberî aramiya li herêmê û kontrolkirinek baş a bi pêşengiya kurdan e.

Di axaftina xwe de Abdula destnîşan kir ku armancak din a dewleta tirk guhertina demografiye ye û wiha got: “Kurd resenê herêmê ne û tên qetilkirin. Tirkiye dixwaze kurdan ji cihê wan bike û penaberên din li herêmê bi cih bike.”

Îbrahîm da zanîn rojavayê Kurdistanê hem ji aliyê welatên ereb, hem jî welatên ewropî ve ji aliyê siyasî ve destkeftiyek mezin bidest xistiye û anî ziman ku Tirkiye tu piştgiriyek navnetewî nîne, lê di aliyê hêzê de HSD û gelê Rojava jî bi tena serê xwe şer dikin.

Divê alîkariya lojîstîk were kirin

Çavdêrê siyasî Îbrahîm Abdula got ku hebûna li rojavayê Kurdistan û bakur û rojhilatê Sûriyeyê avabûyî, xwedî siyasetek rast, dirûst û serkeftiye û wiha domand: “Ev berhemê xwîna 11 hezar şehîdan e û karîne dengê hemû kurdan bigihîne cîhanê. Nimûneyeke ji bo hemû navnetewî û gelên herêmê ye. Heya niha helwesta hemû kurdan di astek baş deye, lê negihiştiye wê rastiyê ku em hemû kurd yek netew in û metirsî li ser me heye. Pêwîst e ji bo piştgiriya Rojava helwestek navnetewî û yekrêzî were nişandan. Divê alîkariya lojîstîkê ji bo Rojava were kirin û hikûmet jî sînorên xwe berçavan re derbas bike. Divê ji bo Rojava alîkarî were şandin.”

Ji bo gelê kurd qezenceke mezin heye

Her wiha Abdula axaftina xwe wiha bi dawî kir:” Di destpêkê de qezencek mezin a siyasî di vê rewşê de ji bo gelê kurd heye. Her wiha ji bo serkeftinê hêviyek mezin heye. Ji ber ku gelê Rojava biryara berxwedanê daye. Lê carek din rastî wêrankarî û penaberbûnê hatiye. Pêwîst e êdî welatên navnetewî rolek erênî bilîzin û ji bo rawestandina şer destwerdanek cidî bikin.” SILÊMANÎ