Kalkan: Girêdana Rêbertî ya bi nirxên civakî di asta eşqê de ye

Endamê Komîteya Rêveber a PKK’ê Duran Kalkan diyar kir ku Civaka kurd bi rastiya Rêbertî guhertineke bingehîn a paradîgmayê dît. Kalkan got; ‘Divê em girêdana Rêbertî ya li welatparêziyê, welat, ax, dîrok û çandê fêhm bikin, têbigihêjin. Girêdana Rêbertî bi nirxên civakî di asta eşqê de ye.’

Endamê Komîteya Rêveber a PKK’ê Duran Kalkan têkildarî geşedanên li herêmê axivî. Kalkan destnîşan kir ku li cîhanê hin tişt tên nîqaşkirin, ji ber ku di nava krîz û kaosê de ye. Kalkan got ku dinya li ber qimayetê ye û wiha dom kir: “Ger nikaribe xwe rizgar bike, dibe ku qiyamet rabe. Di bingeha rizgarkirinê de jî zîhniyet, nêrîn, feraset û nêzîkatiya li jiyanê heye.”

Duran Kalkan di berdewamê de jî diyar kir ku Rêbertî nêrîna xwe bi parêznameyên xwe destnîşan kir û wiha berdewam kir: “Ev dê bê nîqaşkirin û çareserî jî ji vir bê peydakirin. Pîvanek, astek û çarçoveyek destnîşan kir. Wê demê ya esasî ew e ku ev bê fêhmkirin, mirov xwe li gorî wê perwerde bikin, biguherînin û xwe bigihînin vê astê.”

Berdewamiya axaftina Kalkan jî wiha ye:

“Divê rastiya me rastiya Rêbertî be, di esasê wî de jiyana azad a civakî heye. Ger em dixwazin zîhniyeta Rêbertî fêhm bikin û bipejirînin, hingî divê em zanibin ku Rêbertî jiyanê çawa dinirxîne, nêzîkatiya wî ya li jiyanê û berpirsyariya wî ya li jiyanê hîn bibin. Rewşa niha ya tengav û gelemperî bi vî rengî dikare çareser bibe. Li şûna reva ji nêrînê bi vî rengî kûrbûna di nêrînê de pêk tê.

Îdeolojî komkirina pîvanan e

Divê têkiliya îdeolojiyê bi felsefeyê, bi zîhniyetê re bê danîn. Îdeolojî komkirina pîvanane. Pîvanên jiyanê ye. Lê belê ne komkirina ziwa ya pîvanane. Felsefeyeke jiyanê heye ku ew pîvan xwe dispêrin wê. Zîhniyetek heye ku ew pîvan xwe dispêrin wê. Pîvanên xwe yên exlaqî ya polîtîk heye ku bêyî wan nabe.

Nêzikatiya gumanbar

Rêbertî giranî da ser gumanbariyê. Destnîşan kir ku karektera bingehîn nêzîkatiya gumanbarî ye. Bi gumanbarî nêzî her tiştî bû. Lê pirsî, kete nava lêgerînan, di mijara fikrî û pratîkî de xwe kûr kir, hewl da ya rast bijî, pêk bîne û bi vî rengî xwe gihand vê bingeha lêgerînê.

‘Mejiyê civakî nerm e’

Rêbertî dibêje ‘Mejiyê civakî nerme.’ Civak ber bi her alî ve dikare tevbigere, nediyare ku bi kîjan alî ve biçe. Meyla xwe bi birêvebirin û têkoşînê heye. Lewma kesayet jî wiha ye. Pêwendiya xwe bi kesayet re heye. Mirovek bi têkoşîna xwe ya navxweyî, bi têkoşîna xwe ya zîhniyet û wijdanê heye. Bi têkoşîna xwe ya xeta îdeolojîk û rêxistinî heye. Em bi vî rengî pênase dikin. Rastiyeke mirovê bêtêkoşîn nîne. Divê lêpirsîner be. Nuqteya ku ezeztî lê diqede û kesayet dibe civakî ji vir dest pê dike.

Mirov tenê hebûneke biyolojîk nîne

Mirov tenê hebûneke biyolojîk nîne. Bi têkoşînê jiyana xwe destnîşan dike. Girînge ku ev yek bê fêhmkirin. Ji aliyê zanistî ve divê bê fêhmkirin, ji aliyê wêjeyî ve divê bê vegotin. Rêbertî xwest ku rastiya bû sedema vê yekê bê fêhmkirin û analîzkirin. Guhertin di şexs de û di nava civakê de, di çand, exlaq, ruh, hest û nirxên civakê de tê kirin. Civaka kurd bi rastiya Rêbertî guhertineke bingehîn a paradîgmayê dît. Ev guhertin hî jî didome. Paradîgmaya ku mêtingeriyê, sîstema desthilatdarîparêz û dewletperest û netewperest ava bike têk bir û ji hev xist.

Pêwîstî bi bi exlaqekê ku civaka demokratîk biafirîne heye

Hişmendî û exlaqê mirovên azad ên nû ji vir ava dibe. Exlaqa civakî ji kûrahiya dîrokê tê. Lê belê ew exlaq nabe ku mîna xwe yekser bê wergirtin. Gelek pîvan ji serdema heyî re nabin bersiv. Êrîşên rejîma qirkeriya çandî ew exlaq eciqandiye, têk biriye. Ji bo têkbirina rejîma qirkeriya çandî, ji bo têkbirina înkar û tunekirinê pêwîstî bi exlaqekî heye ku civaka demokratîk biafirîne. Exlaqê Apoyî jî vê yekê destnîşan dike. Ev exlaq pîvanên Rêbertiyê ye.

Mirov bi komkirina nirxan ji civatan veguheriye civakê

Çawa ku civakek bê exlaq û polîtîka nabe, di heman demê de civakeke bêçand jî nabe. Ger civakek ji bo xwe paşerojê plan neke û biryarê di wê der barê de wernegire û pêk neyîne, ew civak dê tune bibe. Mirov bi komkirina nirxan ji civatan veguheriye civakê. Bi van danheviyên nirxand ji civakên destpêkê yên mirovan civakên mezin ên heyî ku jê re civakên neteweyî tê gotin hatiye afirandin. Yek ji esasên civakbûnê jî çande. Civakek çiqasî xwedî danhevî, dewlemendî û hêza çandî be ewqasî civakeke xurte, elxaqî ye û polîtîkaya xwe jî dikare pêk bîne.

Li dijî rejîma qirkeriya çandî alternatîfa nû

Rejîma qirkeriya çandî hewl dide civakîbûna kurdan tune bike û li şûna wê netewîtiya tirk a nû ava bike. Li dijî rejîma qirkeriya çandî Rêber Apo weke alternatîfeke nû ya di pîvana civaka demokratîk û kesayetên azad de xwest hebûna kurdan û jiyana azad biparêze. Bêguman rastiya Apoyî di avakirina çandê, pêşvebirina xeta îdeolojîk û rêxistinî û afirandina pîvanan de veguherî danheviya çandî û exlaqî. Her ku ev pêk tê Rêber Apo ji şexs bêhtir dibe partî, PKK jî ji partîbûnê bêhtir dibe civak û neteweya demokratîk. Ev exlaq bêguman ji xwe re exlaqa civaka kurd a dîrokê esas werdigire.

Qirkirina civakê di cewhera xwe de qirkirina zîhniyetê ye. Berevajîkirin û korkirina zîhniyetê ye. Dema ku zîhniyet hate têkbirin hingî civak û mirov hîn bi hêsanî dikarin bên talankirin. Ji wê jî wêdetir mêtingerî û desthilatdarî dê bibe bi xwesteka xwe. Ev yek koletiyeke girane. Ji ber vê yekê hêzên serdest û dewletê her tim hewl didin mejî têk bibin, lawaz bikin.

Divê em girêdana Rêbertiyê ya bi welat fêhm bikin

Divê em girêdana Rêbertî ya li welatparêziyê, welat, ax, dîrok û çandê fêhm bikin, têbigihêjin. Girêdana Rêbertî bi nirxên civakî di asta eşqê de ye. Jê gelekî sûdê werdigire, hîn dibe, lêkolîn dike û bi wan hebûna xwe didomîne. Rêbertî hem di dîroka hezaran salî ya mirovahiyê hem jî di her kêliya paşeroja hezaran salî de dijî. Wê lêkolîn dike, li ser difikire. Civakîbûn, welatparêzî, hezkirina ji xakê ne tenê gotineke li gel Rêbertî. Hesteke. Yekbûna bi rastiyan re ye. Xwe ji wê rastiyê dibîne. Welatparêzî bi vî rengî pênase kiriye.

Modernîteya demokratîk afirandina jiyana azad e

Rêbertî kapîtalîzmê weke metirsiyeke mezin ji bo paşeroja mirovahiyê dibîne, lewma sekna xwe ya li dijî kapîtalîzmê aşkera ye. Ji bo ev metirsî bê astengkirin şert dibîne ku divê Şoreşa Modernîteya Demokratîk pêk were. Teoriya şoreşê jî ji vir weke rizgariyê afirandiye. Modernîteya demokratîk afirandina jiyana azade. Mirovê azad û jiyana azad ji bo têkoşîna me ya azadiyê xwedî girîngiyeke dîrokî û civakî ye. Ya ku dibe sedema vê girîngiyê jî civakîtiya modernîteya demokratîke. Têkoşîna jiyana azad li ser vê bingehê rêbaza bingehîn a şênberkirina mîrateya modernîteya demokratîke.

Ji bo rizgariya demokratîk pêwîstÎ bi hevjiyana azad heye

Rêber Apo destnîşan kir ku divê saziyên civakî hemû di xizmeta hevjiyanê de bin. Destnîşan kir ku ger berevajî vê bibe wê hingî ev yek bibe avakirineke şaş a modernîteya serdest. Hemû vedîtinên teknîkî yên zanistî, karên aborî, saziyên civakî hemû amûreke pêşvebirina hevjiyana azade. Di avakirina modernîteya demokratîk de divê bi vî rengî nêzî endustriyê jî bibin. Paradîgmaya demokratîk, ekolojîk û azadîparêziya jinê ya ku Rêberê me afirand çareseriyeke bingehîn ji van hemû pirsgirêkan re peyda dike. Ji bo rizgariya demokratîk pêwîstî bi hevjiyana azad heye.” BEHDÎNAN

Dikarî Biecibînî